Parlamentera HDP’ê Îrmez: Dê ‘Na’ bibe destketiya hemû gelan 2017-03-07 09:30:55 ÎZMÎR - Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, diyar kir ku heke di referandûmê de “Erê” derkeve dê Tirkiyeyê ber bi sedsala 20’emîn a Hîtler, Mûssolonî û Frankoyan ve biçe û got, êdî gel naxwazin bi vegotina yekzilamî re bên birêvebirin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, diyar kir ku referandûma 16’ê Nîsanê ji bo pêşeroja welat xala werçerxê ye û got, li gel hemû çewisaninên îktîdara AK Partiyê jî baweriya ku dê “Na” derkeve heye. Her wiha İrmez, dest nîşan kir ku dê “Na” bi kêrî hemû gelên Tirkiyeyê bê. ‘QADAN QEDEXE BIKIN JÎ DÊ ‘NA’ DERKEVE’ İrmez , bi bîr xist ku di pêvajoya OHAL’ê de referandûm pêk tê û got, xebatên hilbijartinê yên di çarçoveya OHAL’ê de ne adil in û li bajarên kurdan OHAL li ser OHAL’ê tê jiyandin. İrmez, diyar kir ku îktîdara AK Partiyê dixwaze hemû qadan ji bo derdorên muxalif yên xebata nayê dikin qedexe bike û got, ji anketan jî diyar dibe ku kes guherandina vê rejîmê naxwaze. İrmez wiha axivî: “Em wek HDP’ê vê Qanûna Bingehîn wek qanûneke guncan nabînin. Taliyê di navbera guherandina vê Qanûna Bingehîn û ya 12’ê Îlonê de tu cudahî tune ne. Em ê vê Qanûna Bingehîn a ji bo azweriya kesekî tenê hatiey amadekirin qebûl nekin.” ‘HELBET DÊ CIVAK BIBÊJE ‘NA’’ İrmez, anî ziman ku di guherandina Qanûna Bingehîn de der barê mafên civakê de hevokek jî tune ye û wiha got: “Helbet dê ev civak bibêje ‘Na’. Dema em li polîtîkayên derve û hundurîn ên hikûmetê dinihêrin, em fên dikin ku welat ber bi şerekî ve dibin. Ji ber em bawer dikin dê pirsgirêk bi polîtîkayên aştiyê bên çareserkirin, em kampanyaya ‘Na’yê bi rê ve dibin. Dema li anketan tê nihêrîn em dibînin ku dengên ‘Na’yê li pêştir in.” ‘ÊDÎ BI VEGOTINÊN YEKZILAMÎ WELAT BI RÊ VE NAÇE’ İrmez, diyar kir ku dê “Na” herî zêde li bajarên kurdan derkeve û wiha axivî: “Li her kuçe û kolanên Kurdistanê leşker û polîs bi çekên giran digerin. Li bajarên Kurdistanê pêkûtiyên ji yên salên 90’î wirdetir xwe didin der. Heke kurdan li hemberî çewisaninên salên 90’î serî netewandibe, dê dîsa serî enetwîne û her kesên ku vê rejîmê qebûl nakin bi awayekî dengê xwe derdixînin. Em di sedsala 21’emîn de ne, lê em ê bi vê guherînê re ber sedsala 20’emîn a Hîtler, Mûssolonî û Frankoyan ve biçn. Êdî gel naxwazin bi vegotina yekzilamî re bên birêvebirin.” ‘TÊKOŞÎNA ME BI BERXWEDANA 21’Ê ADARÊ DEST PÊ KIR Û DÊ DI 17’Ê NÎSANÊ DE BI SER KEVE’ İrmez, diyar kir ku ji ber civaka Tirkiyeyê civakek cuda ye, dixwaze xwe bi cudahiyên xwe ya xwe vebêjin û wiha domand: “Heke kurd be bi kurdayetiya xwe, tirk be bi tirkayetiya xwe, ereb be bi erebîtiya xwe, elewî be bi elewîtiya xwe dixwaze xwe bîne ziman. Bi guherandina vê rejîmê re, dixwazin yektîp mirov û yektîp civakê biafirînin. Tu cudahiyan qebûl nake. Bi taybetî jî jin çi ji destê me bê em ê bikin û em ê li ber xwe bidin. 21’ê Adarê serdema berxwedan û têkoşînê ye. Dê 21’ê Adarê bibe mizgîniya kurdan. Em ê têkoşîna xwe di 21’ê Adarê de bidin destpêkirin û di 17’ê Nîsanê de jî bi ser kevin.”