Meral Akşener: Ez agahiyan digirim dibe ku referandum bê betalkirin 2017-03-07 14:00:03 ENQERE - Wezîra Karên Hundir a bere û parlamentera ji MHP’ê hatiye îxraçkirin Meral Akşener, derbarê referandumê de îdîayên balkêş kirin û wiha got: “Ez agahiyan digirim, dibe ku tiştekî bikin hincet û referandumê betal bikin.” Ye ji navê muxalif ê serokê MHP’ê Devlet Bahçelî û Wezîra Karên Hundir a berê Meral Akşener, derbarê referanduma seroktiyê de îdîayên balkêş kirin. Akşener, di röportaja taybet a dayî TELE1 TV yê de got ku dibe referandum bê betalkirin. Akşener, bang li gel kir k udi 16’ê Nîsanê de xwedî li sindoqan derkevin û wiha got: “Divê hemû kesên dibêjin Na ji bo aqûbeta dengê xwe bipirsin li ser sindoqan bin. Dê Na derbikeve û kesên bêbiryar jî ber bi Na ve diçin.” ‘DIBE KU REFERANDUM BÊ BETALKIRIN’ Akşener, li ser pirsa hûn li benda provokasyonekê ne? Bersiva: “Ez agahiyan digirim û fikarên min hene. Ew fikar wihane; dibe ku tiştekê wekî hincet nîşan bidin û referandumê betal bikin. Ger ku ew ewqas ji vîna neteweyî bawer dikir kesên ji gel re birî hunin. Ger hûn vê betal bikin ez soz didim ku ez ê qad bi qad, salon bi salon, mal bi mal bigerin û bêjim ev revokên vîna neteweyî ne.”