Erdogan çû Rusyayê 2017-03-10 12:40:14 ENQERE - Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, çû Rûsayêyê. Erdogan dê nerazîbûna xwe ya li dijî QSD'ê û geşedanên li Reqqa û Minbicê bîne ziman. Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji Balafirgeha Esenboga ber bi Rusyayê ve bi rê ket. Di heyeta Serokomar de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîrê Aboriyê Nihat Zeybekçî, Wezîrê Parastinê Fikrî Işik, Wezîre Ragihandin û Deryayê Ahmet Arslan, Wezîrê Enerjî û Tabîîyê Berat Albayrak, Wezîrê Zexîrê û Çandiniyê Faruk Çelik, Wezîrê Çand û Turîzmê Nabi Avci, Serfermandarê Giştî yê Arteşê Orgeneral Hulusi Akar jî cih digirin. Erdogan û heyeta pêre ku biçin Paytextê Rûsya Moskovayê, dê bi Serokê Rusyayê Vladimir Putin re hevdîtin bikin. Piştî civîna Konseya Hevkariya Asta Jor a navbera Rûsya û Tirkiyê, dê beşdarî xwarina ku Pûtîn bidin bibin. Di civînê de dê peyman bê îmzekirin û bi Putin re civîna hevpar a çapemeniyê pêk bînin. Piştre dê çelengê dînin Bîrdariya Leşkerên Meçhul vegere. Hevdîtina Erdogan a bi Pûtîn re di 6 mehên dawî de hevdîtina çaremîn pêk tê. Tê payin ku Erdogan li ser mijarên Minbic û Reqqayê û geşedanên li Rûsyayê bi axivin. Dîsa dê nerazîbûna xwe ya li dijî Hêzên Sûriye ya Demokratîk (QSD) bîne ziman. Duh piştî îmzekirina di navbera Rûsya û Tirkiye de ambargoya pîvaz, karnabahar, brokoli û qurnefilê hat rakirin. Ambaryoga li ser firengan jî hêj didome. Piştî tirkiye balafira şer a Rusya di mijdara 2015'an de xistibû Rusya ambaryoga zexîre danîbû ser Tirkiye.