MHP’ê kesên dibêjin 'Na' îxraç kir 2017-03-10 12:53:18 ENQERE - Lijneya Dîsîplînê ya MHP’ê Sînan Ogan, Yusuf Halaçoglu, Nurî Okutan û Îsmaîl Ok bi dengê hevpar îxraçkirin. Lijneya Dîsîplînê ya Navevda MHP’ê, Parlamenterê Balikesîrê Îsamaîl Ok, Parlamenterê Qeyseriyê Yusuf Halaçoglu, Parlamenterê Ispartayê Nurî Okutan û berendamê Serokatiya Giştî yê MHP’ê Sînan Ogan ên ku gotin dê bêjin “Na” bi dengê hevpar ji partiye îxraçkirin. Beriya niha jî berendamên Serokatiya Giştî ya MHP’ê Umît Ozdag û Meral Akşener ji partiyê îxraçkiribûn. Navên hatine îxraçkirin hemû di xebatên referandumê de ji bo “Na” dixebitin û demên dawî ev kes dema xebatan didin meşandin rastî êrîşan tên.