Hollanda, destûra daketina balafira Çavuşoglu betal kir 2017-03-11 13:40:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Hollanda, destûr daketina Balafira Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu ya Holanda belat kir. Halanda destûra balafira Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu ya li Holanda dakeve xwar betal kir. Berê jî destûr nedabû ku Dovutoglu li Rotterdam a Holandayê axaftina referandume bike. Çavuşoglu, îro di bernameyek tv de diyar kir ku rageşî derkeve jî dê biçe û gotibû: "Ger ku destûra çûyina min Holanda bê betalkirin jî ez dê dîsa biçim. Ger ku Hollanda destûra firandima min bê betalkirin jî ez dê disa biçim. Ger ku çûyina min bê astengkirin dê bedela wê giran be. Piştî axaftina Çavuşoglu, Hollanda, destûra fira Mevlut Çavuşoglu ya Holanda betal kir. Şaredarê Rotterdam Ahmet Ebû-Talep ji ajansa Reutersê re axivîbû û diyar kiribû ku ji axaftina wezîr a referandumê re destûr nehatiye dayîn. Şaredar anîbû ziman ku dê Wezîr li Rotterdamê bi hurmetî pêşwazî bikin.