Altan Tan: Boykot şîke ye 'Erê' ye 2017-03-14 09:08:48 AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Altan Tan, biryara hin partiyên kurdistanî yên ku aşkera kirin gotin di referandumê de neçin ser sandoqan û boykot bikin rexne kir û got ku boykot "şîke ye", "Erê ye". Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Altan Tan, têkildarî nîqaşên tewra wî ya referandûmê de axivî. Tan, biryara boykotê ya partiyên Kurdistanî bi awayekî tund rexne kir û her wiha pirsên der barê krîza di navbera Hollanda û Hikûmeta AK Partiyê de jî bersivand. ‘DEMA TANG LI KUÇEYAN BÛN EM ÇÛN SER SINDOQAN, EM Ê JI BO 'NA'YÊ JÎ BIÇIN' Tan, ewil atomosfera pêvajoya referandûmê nirxand û diyar kir ku, siyaseta kurd kampanyaya "Na"yê bi rê ve dibe, lê belê ev di nêvengeke çewisîner û şidetê de tê kirin. Tan, dest nîşan kir ku kadroyên partiyê yên dê kampanyaya hilbijartinê bi rê ve bibin hatine girtin û wiha got: "Li gelek teşkîlatan endamên me neman. Li gel van şert û mercan jî em kampanyaya xwe bi rê ve dibin." Tan, diyar kir ku ew ê li gel hemû çewisandinan jî kampanyaya xwe bi rê ve bibin û wiha axivî: "Hişê gel li serî ye. Di serdema ku li kuçeyên Amedê tang digeriyan de gel diçû ser sindoqan. Şaredar û parlementerên xwe hilbijartine. Dê îro jî gel biçe ser sindoqan û bibêje 'Na'. Yên dibêjin boykot, tenê piştevaniya 'Erê' dikin." ‘HEKE EVQAS RAYE BIDIN MIN JÎ ŞAŞ E' Tan, anî ziman ku dê hilbijêrên kurd û MHP'Î rêjeya dengên ji sindoqê derkevin diyar bike û got, di nav MHP'ê de jî rêjeyeke cidî ya ku dê bêje "Na" heye. Tan, bal kişand ser girîngiya bikaranîna dengê "Na"yê û sedemên xwe wiha rêz kirin: "Divê hilbijêrên kurd ji ber du sedeman bibêjin 'Na'. Divê ji ber pirsgirêka kurd, pirsgirêka elewiyan, aborî û tenduristiyê bibêjin 'Na'. Divê ji be rşexsên Erdogan bibêjin 'Na'. Ne rast e ku evqas raye bidin destê kesekî tenê. Dê walî, serfir, dadwer, dozger û rektor ji aliyê kesekî ve bên wezîfedarkirin. Ev xeletiyeke mezin e. Heke evqas raye bidin min jî şaş e. Ji bo kurdan projeyeke hikûmet û Erdogan jî tune ye. Ji ber vê tu wateyeke gotina 'Erê' tune ye." ‘TEWRA MIN A REFERANDÛMÊ ZELAL E' Tan ê got, "Tewra min a referandûmê zaf zelal e; dibêjim 'Na'" wiha axivî: "Ji ber ji bo kurdan tu projeyeke wê tune ye, dibêjim 'Na'. Di her serdemê de di nav siyaseta kurd de demarên tarî hebûne. Di demên dawî de jî di nav siyaseta kurd de, kesên nikarin bibêjin 'Erê', boykotê anîn rojevê. Boykot şîke ye, yanî 'Erê' ye." Tan bal kişand ser biryara hin partiyên kurdistanî û wiha ew rexne kirin: "Her ferd bi sedemên xwe dikare bibêje 'Erê'. Kesên wek me dibêjin 'Na' jî sedemên xwe davêjin holê. Lê belê, ji bilî van tiştên din şîke ne. Ez her tim li dijî bazariyên li paş deriya me. Çi dibe bila aşkere û zelal be." ‘YA LI ME HAT KIRIN, ÎRO LI WAN TÊ KIRIN' Her wiha Altan, rageşiya di navbera welatên Ewropa û Hikûmeta AK Partiyê de jî wiha axivî: "Li holê dîmeneke trajîkomîk heye. Li nêv Hollandayê, wezîra Komara Tirkiyeyê li pêşberî polîsan bi awayekî acîz nikare derdê xwe vebêje. Mirov tên pincirandin, êrîşa bi kûçikan li wan tê kirin. Polîsên siwarî, gel belav dike. Dema min ev dîtin, wê muameleya ku di dema Newroza 2012'an polîsan li me kir hat bîra min. heman tişt bû, lê tenê polîsên siwarî tune bûn. Tiştên li me hatin kirin, îro li wan tê kirin. Helbet her du sepandin jî xelat in. Lê belê, divê AK Partî muhasebeya vê bike. Dema tê serê te çi qasî li zora te diçe û behsa demokrasiyê dikî. Tu jî vana neke. Tevî du wezîrên me nehiştin em têkevin Cizîrê. Em nikarin bêjin baş e, xelet li her derî xelet e."