Serokwezîr: Yên dibêjin Na' piştgiriyê didin terorê 2017-03-15 16:34:32 ERDEXAN - Serokwezîr Binali Yildirim, di mîtînga referandumê ya li Erdexanê de kesên dibêjin "Na" tawanbar kir û got: "Yên dêjin na cihê terorê û perçebûnê ava dikin. Serokwezîr Binali Yildirim, ji bo mîtînga referandumê hat Erdexanê û li vir mîtîng pêk anî. Yildirim li qada PTT'ê bang li gel kir û kesên dibêjin "Na" tawanbar kir. Yildirim, tevî gelek wezîr û kzîrên xwe hat Erdexanê û kesên dibêjin "Na" kir hedefa xwe û got: "Yên dêjin na cihê terorê û perçebûnê ava dikin. Ez li vir rêveberiya Almanya, Hollanda şermezar dikim." Yildirim, disa pesnê xwe yê rêyan da û diyar kir ku dê tunela Erdexanê û Artvinê bike yek û rê çêke.