Gelê Silîvriyê li dor 'Na'yê bûye xelek 2017-03-16 09:18:54 STENBOL - Li Sîlîvriya Stenbolê, bênavber xebatên gel ên ji bo referandûmê didomin. Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî, HDP, HDK, CHP, ODP, Egîtîm-Sen û gelek partiyên siyasî û rêxistin li dor "Na"yê bûne xelek. Li Sîlîvriyeya Stenbolê, ji esnafan bigire heta emekdaran gelek kes li dor "Na"yê bûne yek. Dema em li peravên behrê rastî masîvanekî hatin û ji bo dîmenên wî bikêşin me kamerayên xwe vekirin, masîvan bi laqirdiyî wiha dibêje: "Kamerayê bigire û were gel me rûnê. Em çayekê vexwin û sohbetê bikin. Tu zanî kamera ne li gor me ye." Em li dor maseyê rûniştin û me dest bi axaftinê kir. Kesên li maseyên din jî daxilî sohbeta me dibin. Ufuk Toktaş ê masîvan, tîne ziman ku biryara wî ya ji bo referandûmê zelal e û diyar dike ku ew ê bibêje "Na". Toktaş, sedema xwe ya "Na"yê jî wiha rave dike: "Ez ne partîzan im, şik û gumana dê rejîm biguhere li min peyde bûye. Nikarim ji bo xwe tiştekî bixwazim. Nikarim gunehê nifşên nû têxim stuyê xwe. Mecbûr im ji bo wan bibêjim 'Na'." Ji kesên li dor maseyê rûniştine Ali Riza Sabuncuoglu yê emekdar jî wiha sedema xwe ya "Na"yê vedibêje: "Beriya derdê debarê, li guherandina rejîmê difikirim. Lê belê li gel vana hemûyan jî, ji bo min aborî zaf girîng e. Dê zarokên min biçin leşkeriyê, dê zarokên min betal bimînin lê dê zarokên hinekan bibin parlementer û milyon dolaran li serweta xwe zêde bikin. Ez li dijî vê me." 'JI BO XÊR Û BÊRA WELAT 'NA'' Li qehwexaneya ku em çûnê, em bi cotkar İlgan Argiş re sohbetê dikin. Ew jî diyar dike ku ji ber "fikareya rejîmê" ew ê bibêje "Na". Argiş, diyar dike ku Sîlîvrî cihekî biçûk e, her kes hevdu nas dike û ji ber vê hin kes ditirsin ku nêrînên xwe eşkere bikin û wiha dibêje: "Komar ji tunebûnê hat avakirin. Welatekî tune bi laîkbûyîn û komarê bû yek. Ji ber vê ez dibêjim 'Na'." Argiş, diyar dike ku ew ê ji bo xêr û bêra welat bibêje "Na" û ji bo kesên bi awayekî eşkere nêrînên xwe venabêjin jî wiha dibêje: "Tu tirsek min tune ye. Ji bo çi ez ê bitirsim, ji tu kesî natirsim." 'JI BO DAWÎ LI TALANKIRINA XWEZAY BÊ 'NA'' Ji rêveberên Komeleya Hawirdorê ya Sîlîvriyeyê Ali Korsan ê li dijî çêkirina santrala termîk a dê di navbera Sîlîvrî û Çerkezkoyê de li ser zeviyên çandiniyê bê çêkirin bertek nîşan da û dest nîşan dike ku, ji bo dawî li talankirina xwezayê bê ew ê bibêje "Na" û wiha dibêje: "Bi biryarnameyan xwezayê qetil dikin. Em wek hawirdorparêzan li dijî rantê ne. Em parastina xwezayê û enerjiyeke berdewamiyî dixwazin. Ji bo dawî li talankirina xwezayê bê, em ê wek hawirdorparêzan bibêjin 'Na'. Dê rayeyên li ber destekî kom bibin talankirina xwezayê hêsantir bikin." JI BO DENGÊ 'NA'YÊ ZÊDE Û XURT BIKIN DIXEBITIN Meclîsa Tevgera Hezîrana Yekbûyî ya Sîlîvriyê, HDK, HDP, CHP, ODP, Egîtîm-Sen û gelek partiyên siyasî û rêxistinên din bi tevkariyî "Platforma Na ya Sîlîvriyê" ava kirin û bi vê platformê bi hev re tevdigerin, da li Sîlîvriyê dengê "Na"yê xurt bikin. Nûnera Komeleya Piştevaniya Jiyana Hevdem (ÇYDD) a Sîlîvriyê Mubeccel Çeşmeci, anî ziman ku da dawî li demokrasî û hevdemiyê neyê ew dixebitin û wiha got: "Ji bo zilamek tenê welatê me bi rê ve nebe, ji bo perwerdehiyeke hevdem em ê bibêjin 'Na'. Û divê her kes ji bo 'Na'ya xwe bi awayekî tevkariyî bixebite." 'JI BO AŞTIYÊ 'NA'' Kadriye Altun a li gel temenê xwe yê 70 salî jî, bêyî bibêje sar û seqem e beşdarî xebatan bûye û dest nîşan kir ku ew ji bo aştiyê bi dil û can dixebite. Altun, dest nîşan kir ku ji bo dawî li şer bê û ciwan nemirin ew dixebite û wiha bang li dayikên leşkeran kir: "Erdogan berê zarokên me dide çiyê. Lê çima zarokên xwe naşîne leşkeriyê. Dayikên leşkeran, ji bo mirina zarokên xwe dibêjin 'bila welat sax be'. Welatê me ye, bila leşkeriya xwe bikin û bên, lê bila zarokên me nemirin." Altun, diyar kir ku divê gel dest bide destê hevdu, bitêkoşe û wiha axivî: "Em mirinê naxwazin. Aştiyê dixwazin. Ji bo aştiyê em bibêjin 'Na'."