‘Ger Erdogan li bombebarana Cizîrê binêre dê Nazîzmê bibîne’ 2017-03-17 14:22:08 DENÎZLÎ - Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan a ku li Denîzliyê axivî diyar kir ku divê ku Erdoganê şibandinên Nazîzmê dike li Nazîzma xwe binêre û wiha got: “Ger li bombebarandina Cizîr û Sûrê binêre dê Nazîzmê bibîne.” Di çrçoveya xebatên referandumê de Partiya Kedê (EMEP) ya Denîzliyê, li taxa Esentepe ya navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê civîna gel pêk anî. Di civîna li avahiya HDP’ê ya navçeyê hat li darxistin de Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, rêveberên HDP’ê û gelek welastî amade bûn. ‘KESÊN ŞIBANDINA NAZÎZMÊ DIKIN BILA LI XWE BINÊRIN’ Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, kesên di qetlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Gurkan, diyar kir ku Serokomar Erdogan ji ber dixwaze kirinên xwe erê bike “Erê” dixwaze û wiha got: “Piştî wezîr ji deriyê Ewropayê paşde hat vegerandin demokrasî, azadiya çapemeniyê û mafê mirovan hatiye bîra îktîdarê. Erdoganê şibandinên Nazîzmê dike bila li Nazîzma xwe bibîr bîne. Ger li bombebarandina Cizîr û Sûrê binêre dê Nazîzmê bibîne.” ‘ERÊ JI BO KIRINÊN XWE REWA BIKE DIXWAZE’ Gurkan, da zanîn ku di pêvajoya referandum hat rojevê de parlamenter û rêveberên HDP’ê hatine girtin û wiha pêde çû: “Xebatên aliyên muxalîf tên astengkirin. Dema Erdogan dixwaze Erê derbikeve, dixwaze siyaseta demokratîk bê astnegkirin, azadiya çapemeniyê bê qedexekirin, cînayetên karker û kolebûna karkeran, heqdestê dibin sînorê birçîbûnê de ye, grevên hatine qedexekirin û cînayetên jinan bên erê kirin. Em jî wekî karkerên li vî wekatî dijîn polîtîkayên ku pirsgirêkên kedkar, gel, jin û ciwanan çareser dikin dixwazin.” ‘JI BO WELATEK DEMOKRATÎK DIVÊ DENGÊ NA BÊ BILINDKIRIN’ Gurkan, anî ziman ku “Na” li ser nijatperstiyê tê avakirin na “Na” ji bo Tirkiyeyek demokratîk tê birêxistinkirin dê destkeftiyan bi xwe re bîne û wiha axivî: “Em dizanin ku kedkar û karkerên deng didin AKP û MHP’ê dê bêjin Na. Hikûmet dê li ser sindoqan lîstîkan bilîze. Lê me di 7’ê Hezîranê de bi ser xist. Me hişt ku dengên ketine sindoqan bi awayekî rast ji sindoqan derkevin. Di heyama pêşiya me de li vî welatî divê em daxwaza Na ya kesên aştî û azadiyê dixwazin birêxistin bikin. Ji bo em Tirkiyeyek demokratîk ava bikin divê dengê Na bê bilindkirin.” Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.