AKP 'Na'yên di nava xwe de diçewisîne 2017-03-18 09:23:49 ENQERE - Parlamenterekî AK Partiyê yê berê ku bi şertê navê wî neyê nivîsandin axivî, diyar kir ku di nav AK Partiyê de herî kêm ji sedî 6 derdoreke ku bêje "Na" heye û wiha got: "Lê ev derdor bi awayekî aşkere nikare tercîha xwe bîne ziman. Yên dibêjin 'Na' bi xayîntiyê, wek FETO'yê û PKK'yî tên tawanbarkirin." Parlementerekî AK Partiyê yê berê ku bi şertê navê wî neyê nivîsandin axivî, diyar kir ku di nav AK Partiyê de herî kêm ji sedî 6 derdoreke ku bêje "Na" heye. YÊN DIBÊJIN 'NA' JI MECBÛRÎ TEVLÎ XEBATÊN 'ERÊ' DIBIN Parlamenterê AK Partiyê yê berê, anî ziman ku di nav partiyê de eniya "Na"yê nikare xwe îfade bike, bi taybetî kesên biryara xwe ya di vî warî de diyar dikin wek "FETO'yî, PKK'î" tên binavkirin û got, di nav AK Partiyê de kesên dibêjin "Na" ji mecbûrî tevlî xebatên "Erê" dibin. Parlamenterê berê, diyar kir ku ev derdor "di bin tehdîda tasfiyekirin û bêbandorkirinê de" ye û li gor agahiyên dan, xebatên "Erê" jî ne li gor dilê AK Partiyê ne. Parlementerê berê, diyar kir ku rêveberekî AK Partiyê yê ew dizane dê bibêje "Na" çend roj berê tevî parlementerab çûye Polatliyê û wiha got: "Li wir li qehwexaneyan rastî tu eleqeyê nehatine. Şaredariya Polatliyê di dest MHP'ê de ye, lê alîgirên MHP'ê yê li wir ji wan re gotine li vir herî zêde ji sedî 3'ê dibe ku dengê 'Erê' derkeve." ‘PÊŞÎ DI PARTIYÊ DE NIHA JÎ LI WELAT DIXWAZE BIBE YEKZILAM' Wekîl wiha got: "Tayyip Erdogan, di navbera 2002-2007'an de otorîteya xwe ya di nav partiyê de çêkir. Di navbera salên 2007-2011'an de jî ev zeximtir kir. Ji ber vê di tuzuka partiyê de guherînên zaf cidî hatin kirin. Piştî 2011'an jî her li pêyî hewasa yekzilamiyê ye." Parlementer, diyar kir ku ev guherîndina Qanûna Bingehîn ya dixwazin bikin dê hem AK Partiyê hem jî Erdogan, rasterats bavêje nav agir û ji ber vê ew li dijî vê guherandinê ye. Wekîl, ragihand ku ji bo zêdekirina dengê "Erê" rageşiya bi Almanya û Hollandayê derxistine û wiha got: "Ji 2007'an ve Tirkiye bi awayekî zaf xerab tê birêvebirin. Navbera me û tu kesî nebaş e, ev jî ne elameta xêrê ye û êdî mirov vê baş dibînin. Her wiha mirov bi bi buhraneke cidî ya aborî re rû bi rû ne. Wisa difikirim mirov bi awayekî realîst tevdigerin." ZÊDEKIRINA MEAŞÊ DADWERAN Wekîl, diyar kir ku dê di referandûmê de "Na" derkeve û ew vê dibîne. Wekîl, anî ziman ku beriya referandûma 2010'an meaşê dadwera hatiye zêdekirin û wiha got: "Niha jî heman zem kirin, lê ev bû sedema bertekan. Çima vê zemê dikin. Çimkî serokên lijneyên hilbijartinê hemû ji dadweran pêk tê."