'Em ê zîhniyeta fîravuniyê bi têkoşîna hevpar derbas bikin' 2016-11-25 13:02:04 ENQERE - Berdevkê Partiya HDP'ê Ayhan Bîlgel bi karkerên ku hatine îxraçkirin re hat cem hev, diyar kir ku ew bi zîhniyeta fîravun re rû bi rûne û got ku ew ê bi qadên civakî yên têkoşînê van zextan derbas bikin. Karkerên ku bi KHK'ê hatine îxraçkirin HDP ziyaret kir. Heteya ku ji rêvebirên sendîkayên navendî yên KESK'ê pêk tê ji aliyê Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen û Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de destpêkê endama MYK ê KESK'ê Gulistan Atasoy axivî. Atasoy, da zanîn ku wekî kesên ku ji pêkanînên Partiya AKP'ê bi bandor bûne ji bo bêjin "gotinekî ku em bi hev re bêjin heye" hatine cem hev. Atasoy diyar kir ku êdî Tirkiye bi fermana KHK'an tê birêvebirin û wiha got: "Îro KESK'ê bi îdîaya 'li dijî ewlehiya neteweyî gefe' dixin hedefa êrîşan. Lê ne ji ber ewlehiya neteweyî ji ber em ewlehiya îktîdarê dihilweşînin rastî van êrîşan tên. Emê li dijî bêhiqûqiyên bi KHK'ê ra tên jiyîn têbikoşin." Piştre Serokê Giştî yê BES'ê Fîkret Aslan da zanîn ku piştî darbeyê OHAL li dijî hemû aliyên muxalif hatiye îlankirin û wiha pêde çû: "Ji bo muxalefetê bêdeng bikin em bi şerekî topyekûn re rû bi rû ne. sendîkaya me ji bo biratiya gelan ava bike têkoşîn da meşandin û ji ber vê bû hedefa êrîşan." 'TÊKOŞÎNA HEVPAR TÊ DAWÎ LI ZEXTAN BÎNE' Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen anî ziman ku zîhniyeta ku ew pêre rû bi rû ne zîhniyeta beriya çaxan a fîrevunan ne û wiha axivî: "Ev zîhniyet hemû destkeftiyên mirovan ji nedîtî ve tê. Kesên ku dibêjin em di paşerojê de mexdûr bûne û bi vê mexdûryetê hatin ser îktîdarê, niha cudakarî û mexdûriyetek mezin bi gel dide jiyîn. Dê di pêvajoya pêşiya me de têkoşîna hevpar a hemû qadên civakê dawî li zextan bîne."