Erdogan: Hemû diz, îstîsmarkar û terorîstin 2017-03-22 13:52:03 ENQERE - Serokomar Tayyîp Erdogan, derbarê girtiyên li girtîgehan de got “Hemû diz, îstîsmarkarên zarokan û terorîstin”. Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, bi endamên Komeleya Weşanên Anadoluyê li Qesra Serokomariyê hat cem hev. Li vir Erdogan axivî û diyar kir ku Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel xwestiye nûçegihanê Die Welt a Tirkiyeyê Denîz Yucel bê berdan. JI YUCEN RE: ZILAM TERORÎSTE Erdogan ji Merkel re got “li Tirkiyeyê darizandin bêaliye” û wiha pêde çû: “Min dosyaya 4 hezar bin 500 terorîstan da, got ‘daraz lê dinêre’ min jî got ‘ligel me jî daraz lê dinêre em nikarin xwe tevlî bikin’ û dê pêvajo wiha bidome. Tu deriyên xwe ji Serokomarê Tirkiyeyê digirî, wezîrên wê dersînor dikî. Tu ligel Hollandayê yî ez jî ligel gelê xwe me.” Erdogan, ji rojnameger Yucel re got “Zialm terorîste, sîxûrekî terorîste”. Erdogan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: 'HEMÛ DIZ, ÎSTÎSMARKAR Û TEROÎSTIN’ “Hûnê ji Serokomarê Komara Tirkiyeyê re bêjin ‘Dîktator’. Em ê tiştek nekin. Em ê li welatê xwe mudaxeleyî ji kesên ku heqaretan li Serokomar dikin nakin ma em nikarin mafê xwe yê darazê jî bikarbînin? Em dibêjin lîsteya rojnamegerên di girtîgehê de ne bidin. Lê dinerim hemû diz, îstîsmarkarên zarokan û terorîstin. Beriya niha lîsteyek navê 149 kesan hat. 144 jê terorîstê û 4 girtiyên edlî bûn. Çi eleqeyan wan bi rojnamegeriyê re heye ku hûn lîste çêdikin û dişinin welatê me. SEROKOMARÎ Û SEROKWEZÎRÊ DIBIN YEK Guhertina tê kirin bi kurtasî wiha ye; Serokomarî û Serokwezîrî dibin yek. Lê hêjî kesên muxalif vê nizanin. Dibêjin yek ji partiyekê yê din ji partiyek din wê çawa be. Gelo we hêjî ne xwendiye em dibêjin dibin yek. Binêrin ma Gazî Mustafa Kemal û Înonu şer dikirin? Bi ser bûn. Pêşde werin, Sezer bi Ecevît re şer kir? Şer kir. Pirtûka qanûna bingehîn avêt rûyê wî. Roja piştî wê krîza aborî rûda. RAYEYA SEROKOMAR Dibêjin dê Serokomar Meclîsê fes bike. Rayeyek wiha a serokomar tune ye. Rayeya welat bibe hilbijartinê tune ye. Ger biryara hilbijartina pêşwext bê girtin serokomar bi tena serê xwe nikare biryara vê bide. Muxalefet radibe dibêje ‘yekzilam’. Vana ne xwendiye, ya xwendî ji jî ber fêmnekirine nizanin. Pergala em tînin li gelek welatên cîhanê heye, piraniya di rêveberiyê de ji holê radike û rayeyan di destê yekê de kom dike. Mijara yekzilam a ev behsê dikin cudatire. Ew mijar di 1923'yan de hat girtin. Pergala serokomariyê pergalek demokrate û bi dengdana ji sedî 50+1 tê hilbijartin.”