Aylin Nazliaka: Em nêzî serkeftina Na'yê ne 2017-04-07 12:26:31 KOCAELÎ - Parlamentera Serbixwe ya Enqereyê Aylin Nazliaka, bang li hilbijêran kir ku li sindoqan xwedî derkevin û biçin ser sindoqan. Nazliaka, wiha got: "Em pir nêzî serkeftinê ne. Em pir nêzîk in ku ji sindoqan "Na" derkevin. Ji referandumê re 9 roj man. Xebatên referandumê yên ji bo "Na" her ku diçe belav dibe û zêde dibe. Parlamentera Serbixwe ya Enqereyê Aylin Nazliaka, xwest hemû kesên li dijî kesên li dijî jinê û li dijî tiştên xweşikin re bêjin "Na" û wiha got: Kampanya "Erê" bi derfet û piştgiriya dewletê tê meşandin. Kampanya "Na" jî di bin astengî û zextan de tê meşandin. Di hilbijartinên sala 2014'an de li Wanê zarokekî bi navê Muharrem hebû. Bavê wî ji ber rêyên gundan girtî bû nekaribîbû bibe nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da. Di heman rojê de Wezîrê Tenduristiyê jî bi helîkopterê diçû mîtîngê. Em dibînin ku derfeten dewletê ji bo kê çawa tên xerçkirin. Niha yên dibêjin "Na" wekî terorîst tên binçavkirin. Yên dibêjin "Na" wekî kesên FETO yî tên bi navkirin. Kesên di keştiyê de gotin "Na" hatin binçavkirin. Yên dibêjin herê hemû derfet ji bo wan sefer ber in, lê yên dibêjin "Na" rastî hemû astengiyan tên. Li gel vê yekê serkeftina "Na"yê nêzîk e. ÎKTÎDAR JI BAJARÊN ROJHILAT DITIRSE Nazliaka, anî ziman ku îktîdar ji bajarên herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiye ditirse û ji ber vê yekê "Na" asteng dike û wiha got: "Ji ber vê yekê divê em jî li wir bin. Divê em li dengê wir jî û sindoqên wir jî xwedî derkevin. Siyasetmedar û endamên CHP'ê jî ji bo ewlehiya hilbijartinê bigirin û sindoqan biparêzin xebatan dikin û divê her kes li sindoqan xwedi derkevin. Dibe ku pirsgirêk û kêşeyên me hebin. Lê ev pirsgirêk û kêşe derbas dibin. Ligel her tiştî em bawer dikin ku dê serkeftin û Na" bi ser bikeve.