Ji Bîlgen name: Ji bo aqilê hevpar û aqlê selîm bangawaziya dawî 2017-04-07 13:53:55 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen ê girtî ye bi nameya ku nivîsand ve ji bo aqlê selîm û aqilê hevpar bangawazî kir û wiha got: "Paketa heyî berfirehtir e û ji ber vê yekê jî dê bi xwe re poşmaniya ku telafiya wî tuneye bîne." Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen ê li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye bi nameya ku nivîsan ve ji bo aqlê selîm û aqlê hevpar bangawazî kir. Di nameya ku bi sernavê "Ji bo aqlê selîm û aqilê hevpar bangawaziya dawî" hate şandin de pirsa "Ger ku Erê derkeve gelo em ferqa kaosa ku di 17'ê Nîsanê de derkevin in" kir. Nameya ku Bîlgen şand wiha ye: "Ger ku Erê derkeve gelo em ferqa kaosa ku di 17'ê Nîsanê de derkevin in? Pêşeroja Tirkiyeyê di dawiya sedsala 20'emîn û ji destpêka sedsala 21'emîn a em di nav de ne heta niha ji geşedanên Balkanan, Ewropaya Rojhilat, Kafkasya, Asyaya Navîn, Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn cuda nikare bê destgirtin. Divê em ji gelek mînakên şenber hin binin ku welatên ku demên derbasbûnê baş nenirxandine ketine nava şerên giran, dramên miroviyê yên mezin hatine jiyîn û tê jiyîn. Hin welatên ku wekî jinû ve îstikrara xwe pêk anîne dixuyin jî vegeriyane rejîmên otoritetir. Diyar e ku pêwistiya Tirkiyeyê bi Qanûneke Bingehîn a demokratîk, sivîl û piranî heye. Jinûve aştiya civakî misogerkirin, înşakirina aqlekî damezirîner û beşdar xwe ji Qanûna Bingehîn a darbeyê rizgrkirinê pêkan e. Lê bi rêbaz û amurên şaş ve gihandina xweşikbûnê nabe, em nikarin ji du şaşitiyan rastiyekî derxînin. 'MA AQILANE YE?' Di 16'ê Nîsanê de civaka Tirkiyeyê bû û çû ve birina sandoqan operasyoneke xetere ye. Bi pêvajoya amadekirinê, naverokê ve ji şikeskinê ve xetereya kaoseke cidî jî di nava xwe de dihewîne. Ger ku paket bê qebûlkirin kaosa ku derkeve holê bi qilifê hiqûqî derbaskirin nepêkan e. Ger ku wekî tê îdiakirin pirsgirêka bekayê heye, serarestkirina ku dê piştî 2 sal û nîv bikeve meriyetê dê kîjan xetereyê beralî bike? Jibilî tayînkirinên di darazê de tekane sererastikiran ku bikeve meriyetî endamtiya serokomar li partiya xwe ye. Li gorî madeyên 17 û 18'emîn ên paketê di nava 6 mehan de divê guhertinên qanûnî bên kirin. Ji bo guhertinên ku dê bi biryarnameyê bên kirin gelo dê li benda kanûna 2019'an bin. Ger ku serokomar vî rayeyê bi kar nayne wê demê dê hilbijartina pêşwext bê kirin? Ligel pirsgirêkên cidî yên aboriyê û polîtîkaya derve hilbijartineke nû gelo aqilane ye? DÊ POŞMANIYA NAYÊ TELAFÎKIRIN BI XWE RE BÎNE Di 15 madeyên destpêkê yên di paketê de wekî dixuye 15 madeyên Qanûna Bingehîn tên guhertin, di madeya 16'emîn de jî 31 made bi hevre tên guhertin. Madela 21'emîn bi temamî tê rakirin, 5 made jî hin beşên wî tên rakirin. Ev paketa ku bi rêbaza amadekirinê ya Qanûna Bingehîn jî bi pirsgirêk e ji bo ku li gorî qanûn û rêziknameyê bê kirin meh pêwîst in, di nava 6 mehan de ev yek kirin nêpakan e. Wekî di têkiliyên mirovan de, dema ku biryarên ku qedera civakekî diyar dike tên girtin divê ji tiştên bi guman dur bisekinin û ji ferzkirinên ku dê bibe macerayekî de bi rehetî 'Erê' neyê gotin. Di pêvajoya referanduma 2010'an de li qadan ji bo guhertina Qanûna Bingehîn sozên ku hatin dayîn berovajî wan hat kirin û ev yek bû bingeha ku Tirkiyeyê ber bi pêvajoya darbeyan bibe. Paketa heyî berfirehtir e û ji ber vê yekê jî dê bi xwe re poşmaniya ku telafiya wî tuneye bîne. Bendewariya civaka Tirkiyeyê ji siyasetê rageşî nîne, aqlê selîm, aqilê hevpar û wicdan e û li ser vî esasî bi lihevkirineke çareserkirina pirsgirêkên ku bûne kangren e. Bi hesabên biçûk û nêzîkatiyên partîzaniyê ve ji vî berpirsyariya dîrokî rev guneheke mezin e."