Onder: Îktîdar her dem dixwazin bi tirsê mirovan dîl bigirin 2017-04-10 09:13:04 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder têkildarî astengiyên li pêş xebatên "Na" û koalîsyona AKP'ê û MHP'ê diyar kir ku partiyen herî dijberî hev dema mijar dibe kurd di eniyekê de dibin yek û li dijî kurdan şer îlan dikin. Onder, anî ziman ku koalîsyona şer bi "Erê" dewlet dîl girtiye û dixwazin bi tirsê dîl bigirin û têxin xizmeta xwe. Tirkiye di nava şertên OHAL'ê de nêzî referanduma 16'ê Nîsanê dibe. Di vê pêvajoyê de eniya "Na" hat bêdeng kirin. Eniya "Erê" ji bo xebatên "Na" asteng bike serî li hemû rê û rêbazan dan. Destûr neda ku eniya "Na" dengê xwe di çapemeniyê û televîzyonan de bilind bike. Dîsa otobusên "Na" hatin desteserkirin. Standên wan hatin rakirin û xebatkarên "Na" hatin binçavkirin. Gelek mîtîng û xebatên kolanan ên eniya "Na" hat qedexekirin. Eniya xebatên "Na" dimeşîne û d nava milê "Na" de cih digirin wekî kesên "xayîn" û "terorîst" sucdar kir. Li milê din Eniya "Erê" hemû derfet û amûrên dewletê xist xismeta xwe û butçeya dewletê jî pêşkêşî xebat û xizmeta xwe kir. EV HILBIJARTIN DÊ BIBE HILBIJARTINA ŞER Û AŞTIYÊ Têkildarî xebatên referandumê û astengiyên li pêş eniya "Na" Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, nirxandinên girîng kirin. Onder, anî ziman ku Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî ji bo rê li pêş şer veke derî li pêş Serokdewletiyê vekiriye û wiha got: "Ev karektera koalîsyona şer e. Di 40 salên dawî yên Tirkiye de dema mirov dinere kijan partî ango partiyên bûne îktîdar li ser koalîsyona şer bûne îktîdar. Bi taybetî dema mijar dibe meseleya kurd partiyên herî dijberî hev jî di îktîdarê de dibin yek û di eniyekê de têm cem hev. Bi dehan mînakê vê yekê hene. Ev tenê bi MHP û AKP'ê ne bi sînor e. Ji ber vê yekê di vê referandumê de tişta ku em bipirsin dê şer an aştî bi ser bikeve? ye. Dê şer ango demokrasî bi ser bikeve?" Onder, destnîşan kir ku ev referandum ji bo serkeftina demokrasî û aştiyê firsendek gelek girîng e û wiha got: "Dema em li eniya "Na" dinerin ji vê nerîn û dîtinê mahrûm e. "Gelek enî dibêjin "Na" lê sedemên "Na" yan cuda ye. Dinava hemû eniyên "Na" de "Na" ya me herî berfireh û bi hincetên perireh û bi kok in. "Na" ya me di ser hemû "Na"yan re ye. Xwedî çareserî û jiyana alternatif e. Ji ber vê yekê herî zêde HDP rasti astengî û zextan tê. Her çend êrîş û zext li pêş me hebin ji negihiştine encam û meqseda xwe." ZEXT HUNER Û AFIRÎNERIYÊ PÊŞ DIXE Onder, anî ziman ku pergala wan a Hevserokatiya ango rêveberiya wan li ser hiyarerşiyê (Serdestî û bindestî) pêş neketiye û wiha got: "Bêguman hevalên me yên Hevserok û rêveber di pêşengî û koordinasyonê de xwedî rol û ristek in. Xwedî erk û berpirsiyarî ne. Lê ev kevneşopî û endamên vê kevneşopiyê dema cih bê her dem ji bo erk û berpirsiyariya hevserokatiyê û rêveberiyê amade ne. Dema hewce be hevserok, hewce be cîgirên hevserok û dema hewce be rêveberiya partiyê û hewce be hevşaredariyê didin ser milê xwe û vê berpirsiyariyê li ser xwe hîs dikin. Tişta herî girîng a me ji partiyên din ên siyasî cuda dike ev taybetmendiya me ye. Bi taybeti hevalên me yên xwedî tecrûbeya rêxistinkirina hilbiartinê rastî êrîşên taybet tên. Em vê yekê bi hêsanî dibînin. " DEMÎRTAŞ DI PÊVAJOYEK WISA BI ZEXT DE DERKET HOLÊ' Ev helwesta me ya şoreşger û kevneşopiya me, ji me ferz dike ku li şûna em li hemberî êrîş, girtin, binçavkirin û tundiya şînê bigirin, bêtir bar dide ser milê me û berê me dide xebatê. Di pêvajoyên ku zext herî zêde derdikevin pêş afirînerî û huner jî di wê astê de derdikeve holê. Di dîroka me de her dem li dijî zext û zordariyan hunera rêveberiyê û hilberîn derketiye pêş. Dema zext zêde bûne ev huner û cewher derketine holê. Hevalê me Selahattin Demirtaş jî di pêvajoyek wisa de derketiye qada siyasî. Dema herî ciwan bû û operasyonên siyasî bê eman berdewam dikir, berpirsiyarî danî ser milê xwe. Niha jî heman tişt berdewam dike. Niha gelek hevalên me yên ciwan di nobeta sirê de ne. Bi vê ferasetê seferber bûn. Ji ber vê yekê zext ji bo me ne tu tişt in. Li şûna her hevalê me yê hat girtin her çend wekî wan ne xwedî tecrube be jî herî kêm wekî wan bi cesaret, daxwaz û bi coş di qada siyasî de xwe dan der." ZEXTAN GIRSE BI SER HEMDÊ XWE DE ANÎ Onder, destnîşan kir ku her zext li ser wan zêde dibin bêtir xizm û xurt dibin û her zext dijwar dibin ew jî bêtir dijidin û bi ser xwe de tên. Onder, da zanîn ku piştî zextên li ser HDP'ê zêde bûn girseya HDP'ê ji zindî kir û bêtir bi ser hemdê xwe de anî û wiha berdewam kir: "Ez di Newrozê de li Wanê peywirdar bûm. Berê ji ragihandina qade heta sazkirina qadê şaredarî berpirsiyar bûn. Lê piştî şaredarî hatin desteserkirin gel ev yek da ser mile xwe û hemû pêdivî û amadekarî girt ser milê xwe. Bi serê xwe organizasyon pêk anî û pêşengî kir. Ji her sal baştir pêk hat." Onder, da zanîn ku li gel hemû zextan HDP kampanyayek mezin a "Na" dimeşîne û û wiha got: "Dibêjin eman zêde xwe nîşanî Rojava nedin. Di bingeha vê gotinê de ji hişmendî û aqilê “Metîngerîe û kolonyalist” pek tê. Kesên vê yekê tînin ziman, divê li eynê li xwe binerin. Ez ji hemû kesên çep û çepgir re nabêjim. Ev kes dibêjin ne ji kurdan bûya me dê çiqas xweşik çepgirî kiribûna. Niha konfor û rehetiya bi vî rengî tune ye. Hemû kesên behsa azadî, wekheviyê dikin, divê di ratiya kurdan de berî her tiştî bên ruqalî xwe û rastiya xwe bibînin. Gotina bila kurd xuya nebe pir talûke ye. Hemû destkefiyen demokratîk bi têkoşîna kurdan pêş ketiye. Niha li ser van destkeftiyên kurdan rehet siyasetê dikin. Divê bi kurdan re şêwirmendiyek mezintir birêsin û xurt bikin. Divê em nifrîna ku koalîsyona şer ava kiriye hilweşînin " DEWLET LI HEMBERÎ GEL KAMPANYA DIMEŞÎNE Onder di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser kampanya eniya "Erê" û wiha got: "Di rastiyê de dewlet li hemberî gel kampanyayê bi rêxistin dike. Gel li ruxmê dewletê kampanya "Na" bi rêxistin dike. Kampanya eniya "Erê" dixwaze bi tirsê hilbijêr dîl bigire. Li ser esasê ku hilbijêr dîl bigire di eniya "Ere" de bûne yek û koalîsyon ava kirine." Zimanê dilgirtinê pêş dixin. Ewil gotin ‘Terorist’. Ev zimanê ‘Dîlgirtinê" ye. DIXWAZIN BI TIRSÊ DÎL BIGIRIN Onder, da zanin ku bi riya tirsê dixwazin hilbijêran dîl bigirin û wiha got: "Zimanê dîlgirtinê" bikar anin. Dixwazin bi tirsên mirovan mirovan dîl bigirin. Hinekî ev plan di 1'ê Mijdarê dexistin meriyetê. Gotin 'Ger hûn ne bi tenê nekin îkdîdar dê kaos pêş bikeve. Gotin dê Torosên sipî tûr bidin xwe. Gotin dê dolar zêde bibe. Niha jî yên kampanya "Ere" dimeşînin wekî gurê har bi dora xew ketine. Piştî plana wan a "Terorîst" pêk nehat, ketin valahiyê. Ji ber vê yekê berê xwe dan welatê Ewropa. Di gotina reklaman de dibêjin "Reklama baş malê xerab zû difiroşe" Niha li holê tiştekî xerab heye. Lê niha tu çiqas wî baş ambalaj bike jî êdî ji kirasê xwe derketiye." DIVÊ KURDÊN KDP’Î PIŞTGIRIYA AKP'Ê DI BER ÇAVAN RE DARBAS BIKIN Onder bal kişand ser têkiliyên hikûmetê û KDP'ê jî û wiha lê zêde kir: "Hikumetê ji bo kurdan bikişîne cem xwe ewil Ala Kurdistana Federe rakir jor. Lê piştî ev yek pêk nehat niha dibêjin "Hûn dê ala kurdistanê li Kerkukê daxin. Ev rewşek Oksimoron e. Hurmeta nîşanî ala xwe dide jî ne ji dil e. Ji ber vê yekê divê kurdên nêzî KDP'ê yên li Tirkiye têkiliyên xwe yên AKP'ê di ber çavan re derbas bikin." EM ARÎFEYA 7'Ê HEZÎRANÊ DIJÎN Onder anî ziman ku niha hewaya 7'ê Heziranê serdest e û hevî û baweriyek ji nûve zindî bûye. Onder, da zanîn ku tirs û xofa serdestan ji ber coş û kelecana ku di hewaya 7'ê Heziranê de pêş ketibû ye û wiha got: "Îro şert û merc ji beriya 7'ê hezîranê bêtir girantir e. Lê li gel ve yeke coşa 7'ê hezîranê heye. Beriya 7'ê Hezîranê ji her beşên mirovan dihatin em hembêz dikirin. Ger ku îro dîsa em wekî partiyê biçûna hilbijartine me dê disa wekî rêjeya 7'ê Hezîranê bigirtaya. Tu tişt ne wekî ku hêzên serdest propaganda dike ye. Êdî mirov baş tahlîl dikin û bi xwe biryara xwe didin." 'Na' DÊ BIJARTEYÊN ME AZAD BIKE Yên bi her alî dibêjin "Na" tenê em hene. Ji bo me "Erê" ya "Na" derkeve di têkoşîna me ya siyasetê de gavan paşve navêje. Li dijî ‘Erê" seta herî mezin ji bo serokatiya me ye. Di nava partiyên siyasî de tenê em dizanin dê 17'ê Nîsanê de çi bibe. Dê çend encamên girîng yê "Na" derkevin holê. 1) Na dê bibe wateya reda konpesta ewlehiye ya polîtîkaya şer. Ji bo vê yekê em dê seferber bibin. 2) Armanca wan bi taybetî xwestin bi girtina hilbijêr û siyasetmedarên me, wan derfet û îmkanênwan ên siyasî û tecrubeyên wan li dervê kontrolê bihêlin û nehêlin ku em sûdê jê bgirin. Ligel vê polîtîkayê ger ku "Na" bi ser bikeve ev polîtîka û daxwaza wan jî pûç dibe. Ji ber vê yekê êdî girtina hilbijêrên me ji bê fêde ye û dê neçar bimînin ku hevalên me azad bikin. Em dê bi ‘Na'yê disa dest bi rêxistinbûnê bikin. Niha rewşek ser bi ser heye. Raste dewlet hemû derfetan ji bo "Erê" bikar tîne. Ji bo "Na" asten bikin serî li hezar rêyan didin. Lê ev nikare mirovan ji sindoqan dûr bixe. Ez bawer dikim ku gel dê li sindoqan xwedî derkevin û ez bawerim dê "Na" (Xêr) ji sindoqan derkevin." Kenan Kırkaya - dihaber