Agbaba: Xebatên guhertina qanûna esasî jî nikare bê kirin 2016-11-29 09:12:11 AMED - Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba diyar kir ku hikûmet nîqaşekî qanûna bingehîn a berê dike. Agbaba destnîşan kir ku ji ber OHAL'ê rewşekî azad tuneye û ji ber vê yekê li ser guhertina qanûna bingehîn nîqaş jî nikare bê kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba yê ku bi heyetekî qerebalix ve hatiye Amedê têkîldarî amadekariyên hikûmetê ya qanûna esasî û nêzîkatiya partiya xwe ji bo dîhahaberê axivî. Agbaba bilêv kir ku ji bo guhertina qanûna bingehîn divê beriya hemû tiştan li welat rewşekî azad hebe û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya ku çapemenî hatiye teslîmgirtin, çapemeniya muxalîf hatiye bêdengkirin, hemû muxalîfên ku tên komkirin û davêjin girtîgehê de xebata guhertinê qanûna bingehîn nikare bêkirin. Ji ber ku rewşekî azad tuneye. Ji ber vê yekê nikare bêkirin." 'CIHÊ CHP'Ê DIYAR E' Agbaba got ku qanûna bingehîn metnekî ji bo pêşerojê ye û wiha berdewam kir: "Niha ya ku tê nîqaşkirin nîqaşekî berê ye. Ji ber vê yekê ev nîqaş nikare bê kirin. Wekî her carê cihê CHP'ê diyar e. Her tim demokrasî, hiqûq, komar û laîkbûnê diparêze. Em ê parasitna van nirxan bidomînin." 'LI DIJÎ HIKÛMETÊ DEMOKRASÎ' Agbaba ji bo felsefeya bingehîn a partiya xwe jî bi gotina "Em li Edîrneyê çi diparêzin li Amedê jî em ê wî biparêzin" anî ziman û wiha got: "Li Tirkiyeyê em di pêvajoyekî ku hiqûq hatiye rawestandin, OHAL êdî bûye normal ve rû bi rû ne." Afbaba anî ziman ku ew ê li dijî polîtîkayên hikûmetê demokrasiyê bi parêzin.