DBP’ê hikûmet hişyar kir: Grev li dijî komkujiya jêrzemînan e 2017-04-13 11:21:45 AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgehan di roja 58'a de berdewam dike. Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, diyar kir ku pêkanînên li ser girtiyan tê meşandin li dijî Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî ye. Şimşek, anî ziman ku grev li dijî komkujiya li jêrzemînan e. Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulcîhan Şîmşek, çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku 58 rojin li girtîgehan berdewam dike nirxand. Şîmşek, anî ziman ku piştî hewldana darbeyê û îlana OHAL'ê zextên li ser girtîgehan û girtiyên siyasî derket asta herî jor û wiha got: "Piştî zextên li ser girtiyan û Îmralî û gelê kurd zêde bûn, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Di sala 2012'a de jî girtiyên siyasî li dijî zextên li ser girtiyan, tecrîda li ser Ocalan û operasyonên siyasî û leşkerî dest bi grevê kirin û 68 rojan çalakî pêk anîn. Şimşek, anî ziman ku çalakiya îro li girtîgehan berdewam dike jî berdewama çalakiya 2012'an de. Şîmşek, da zanîn ku ji ber mafê girtiyan di aliyê hiqûqî de hatiye astengkirin û dîsa daxwazên wan yên siyasî nayên bersivandin dest bi çalakiyê kirine û wiha got: "Hemû daraz ketiye destê AKP'ê. Îktdara AKP'ê li gorî xwe hişekî ava dike û dixwaze her tişti têxe kontrola xwe. Dixwaze her tiştî li gorî xwe bi rêve bibe. Hemû ji bo parastina pergala yek zilamî ye." ‘ÇALAKIYA GREVÊ LI DIJÎ ŞEWITANDINA MIROVAN A JÊRZEMÎNAN E' Şimşek, da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê alozî û kaosên mezin pêk hatin û di vê kaosê de mirov di jêrzemînan de hatin şewitanin. Şîmşek, da zanin ku giriyên siyasî yên dest bi çalakiyê kirine li di dijî şewitandina mirovan a jêrzemînan û zextên li dijî girtiyan û tecrîdê çalakî pêk anîne û bi biryarin heta daxwazên wan pêk bên û dawî li van polîtikayan bê çalakiya xwe berdewam bikin. Şîmşek, bang li hikûmetê kir ku daxwazên girtiyan bibersivîne û wiha got: "Ji ber ku hevalên me ketine grevê, çalakiya wan ketiye rewşek krîtîk. Ev çalakî dibe bibe sedema jiyana wan. Niha rewşa tenduristiya wan xerab dibe. Divê êdî hikûmet vê bêdengiya xwe xera bike û gavan bavêjin. Tirkiye Peymana Mafên Mirovan a Gerdûnî îmze kiriye û divê li gorî vê peymanê gavan bavêje. Divê hemû partiyên siyasî, saziyên civakî û demokrasîk jî ji bo mafên girtiyan hestiyar tev bigerin. Şîmşek, bilêv kir ku referandum encama polîtîkayên AKP'ê û MHP'ê ne û çalakiyên li zindanan jî encama polîtîkayên wan ên neçareseriyê ne û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ev polîtîkayên AKP û MHP'ê li dijî pergala me ya hevserokatiyê ye. Gel van polîtîkayên hikûmetê qebûl nake. Jinan di 8'ê Adarê de ev polîtka qebûl nekir. Divê gel jî bi ruhê 8'ê Adarê û Newrozê li Tirkiye û Kurdistanê biçe ser sindoqan û van polîtikayên hikûmetê qebûl neke. Li herêmê li gel hemû astengiyan em bi gel re tên cem hev. Zext û astengî dê encam bi dest nexin. Mudaxaleyî mîtîngên me kirin.Bi ser gelek malan de girtin. Gel ji niha de biryara xwe daye û dê biçin ser sindoqan û bêjin "Na". 'EM LI SINDOQAN XWEDÎ DERKEVIN' Şîmşek; herî dawî bagn li hemû eniya "Na" kir û xwest ji bo "Na" bi ser bikeve her kes biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin. Şîmşek, xwest her kes li dijî lîstik û polîtîkayên îktîdarê yên li ser sindoqan hişyar tev bigerin û sindoqan biparêzin û got: "Em van polîtîkayên şer qebûl nakin. Em dixwazin dîsa pêvajoya çareseriyê ji nûve dest pê bike. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi riya diyalogê çareser bibe. Operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Em polîtîkayên li dijî mafên jinan û azadiya jinan qebûl nakin."