Peyama Yuksekdag a ji bo referandumê: Ji bo Na biçin ser sandoqan 2017-04-14 12:42:32 ENQERE- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bi peyama "Her dengê Na ji bo îro heta pêşerojê bila bibe dengê me, mohra me ya li dîrokê hatiye dan" bang li hemû kesan kir xwest biçin ser sandoqan û bibêjin "Na". Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgena Tipa F a Kandirayê ye ji bo referanduma 16'ê Nîsanê peyam şand. Peyema Yuksekdag wiha ye: "Gelên Tirkiyeyê hatin ber referandumê. Dema ku deng bên dayîn dê ronahî yan tarîtî derkeve kesên deng bidin diyar bikin. Di rewşeketî newekhev û pêkûtiyên ku di dîrokê de nehatiye dîtin de gel diçin ser sandoqan. Di şertên ku gotina 'Na' qedexe ye, kesên ku dibêjin 'Na' tên girtin de bi israr li dijî faşîzmê dem dema gotina 'Na' ya herî xurt e. Niha em li kû derê bin jî bi heman wêrekiyê, bi heman hêviyê em ê bigihîjin hev. Li hundir, li derve li dersê li rêzê em ê bi heman dengî qîr bikin. Cudatiyên me çi dibe bila be em stranên xwe yên piranî bibêjin û ji bo ku em hemû bi ser kevin em ê bibêjin 'Na'. Ji bo 'Na' biçin ser sandoqan li ser peywira xwe! Gelên me jin, zilam. ciwan, kal û pîr; bi parazvanên ked, xweza, azadî, aştî û edaletê bi biryarbûna xwe ya rengîn ve bang dikim ku bila bibêjin 'Na'. Werin careke din em bi hevre qîr bikin û bibêjin bi zorê xweşîkbûn nabe. Xweşikbûn û pêşerojê em ê bi deng û îradeya xwe ve qezenc bikin. Her dengê Na ji bo îro heta pêşerojê bila bibe dengê me, mohra me ya li dîrokê hatiye dan. Ez bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin biçin ser sandoqan, riya ku em hemû qezenc bikin vekin. Her tim bi hêvî, bi berxwedan, bi hevre..."