Agbaba: Hikûmet ji bo serokatiyê riyan paqij dike 2016-11-29 14:35:26 AMED - Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba, hikûmet bi bêdengkirina aliyên muxalif ber bi pergala serokatiyê ve diçe. Agbaba, derbarê nûçeyên ku dibêjin divê Kiliçdaroglu bavêjin girtîgehê de jî wiha got: "Bila kesek ve di serê xwe re derbas neke." Peywendiyên heyeta ku ji parlamenterên CHP'ê pêk tên ên li Amedê didomin. Heyet di roja duyemîn a peywendiyan de li Hotel Garden Înn di xwarina serê sibê de bi rojnamegeran re hatin cem hev. Gelek nûnerên sazî û rojnameger tevlî xwarinê bûn. Di civînê de rêvebirên televîzyonên ku bi KHK'ê hatine girtin, ji ber bêdengiya CHP'ê rexneyên xwe anîn ziman. TANRIKULU: PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA TIRKIYEYÊ YE Piştî xwarinê Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu ji rojnamegeran re axivî û bertek nîşanî polîtîkayên dewletê yên ji bo pirsgirêka kurd da. Tanrikulu, da zanîn ku pirsgirêka kurd bi şîdetê nayê çareserkirin û wiha got: "Wekî CHP tişta dikeve ser milê me em amade ne bikin. Pirsgirêka Kurs pirsgirêka me û ya Tirkiyeyê ye. ev pirsgirêk divê ne bi şîdetê di hawirdora parlamentoyê de bê çareserkirin." KOSE: DÊ JIN AŞTIYÊ BÎNE Seroka Desteya Jinan a CHP'ê Fatma Kosê da zanîn ku piştî wan li Sûrê bi jinan re hevdîtin pêkanîn, di jinan de îsyaek bêdeng dîtiye û wiha pêde çû: "Mafê tu kesî nîne ku hêviya jinan bişikînin. Em dizanîn ku îktîdar vê fêm nake. Îktîdar ligel bersûcan cihdigire lê divê bê zanîn ku dê aştî bi jinan re bê vê herêmê." AGBABA: BAHÇELÎ JI BO QESRÊ DIXEBITE Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba, bi gotina "tiştên ku kesên xwestin darbeyê pêkbînen nekirin niha dikin" hikûmet sûcdar kir û wiha axivî: "Girtina rojnamegeran, ji peywirê girtina akademîsyenan, girtina TV û cihên din ev hemû dengê muxalifanbûn û hatin bêdengkirin. Hikûmet ji bo serokatiyê riyan paqij dike. Lê dê bi sernekevin. Serokê Girtî yê MHP'ê ji bo li qesrê rune ji bo Erdogan dixebite. Ev tiştên ku Bahçelî dike cihê xemgîniyê ye. ji ber polîtîkayên Serokomar Erdogan û hikûmetê Tirkiye bi tenê maye. Divê îktîdar hesabê bide." Agbaba derbarê nûçeyên k udi medyaya hawizê de yên wekî "divê Kiliçdaroglu bavêjin girtîgehê" de jî wiha got: "Em ji kesekî natirsin. Em li ber kesên ku dixwazin Kemal Kiliçdaroglu bavêjin girtîgejê serî natewînin. Bile kesek vê di serê xwe re derbas neke. Em ê nîşanî wan bidim ku mafê berxwedanê çawaye. Nikiran bi vî awayî CHP'ê biçewisînin." Heyet bi piştî ziyareta Baroya Amedê bi malbatên Sûrê re civînek ku ji çapemeniyê re qedexeye pêk bîne û piştre dê ji bajar veqetin. 29.11.2016 - 14:33:51