'Polîtîkayên tên meşandin Tirkiyeyê ber bi felaketê ve dibe' 2016-11-30 09:10:30 ENQERE – Rojnameger Herman Mavane têkildarî geşadanên li Tirkiyeyê û pêkûtiyên li ser gel û çapemeniyê tê meşandin diyar kir ku Tirkiye bûye mezirtirîn zindana rojnamegeran a cihanê û êrîşên dawî yên li ser siyasetmedarên kurd, girtina parlamenter û şaredarên bakurê Kurdistanê îmaja Tirkiyeyê û bi taybet Erdogan li cem gelê Ewropa guhert, politîkayên ku tên meşandin Tirkiyeyê ber bi karasetê ve dibe. Rojnamegerê Îranê Herman Mavanaeyê ku eslê xwe kurd e û li Swêdê rojnamegeriyê dike der barê bertekên ku ewropî û swêdî êrîşên li hemberî siyasata kurd pêk tê de pirsên dîhaberê bersivand. Mavane diyar kir ku Tayyîp Erdogan dixwaze ku wek Îranê tirs û wehşetê bixe dilê gel de, lê ger gel li hemberî zext û tehdîdîên dewletê bêdeng bimîne wê demê dewleta AK Partî dê bi ser keve. ‘TIRKIYE BÛYE ZINDANA ROJNAMEVANAN’ * Wekî hûn dişopînin gelê Ewropayê rewşa heyî ya Tirkiyeyê bi taybetî êrîşên li dijî siyasetmedarên kurd çawa dibîne? Gelek kesên Ewropayî hê jî rastiya AKP û Erdogan baş tênegiheştine lê hêdî hêdî dibînin ku ew siyaseta ku Erdogan daye pêşiya xwe hem Turkiyeyê û hem jî gelên li Tirkiyê ber bi felaketekê ve dibe. Dema ez dibêjim Ewropayî mebesta min gelê asayî yên ewrûpayê ye, ne ku siyasetmedarên wan. Piraniya siyasetmedarên Ewropayî baş dizanin ku li Tirkiyê çi diqewime. Helwesta gelê Ewropa gelek caran girêdayî helwest û siyaseta desthilatdariya navendî ye, ji ber ku piraniya gel ne bi hetsên xwe bi mêjiyê xwe biryarê didin. Yanî dema ku tiştek di çapemeniya Ewropa de derkeve pêş û bikeve rojevê roja din gel li ser kar, di civînên şexsî û heta yên fermî de jî behsa wê mijarê dikin. Ji ber ku gel di gelek mijaran de bawerî hem bi çapemeniya xwe xwe û hem jî bi siyasetmedarên xwe heye. Gelê Ewropayê gelek e ku baweriya wê bi demokrasiyê heye, kêm-zêde çandekî demokrasiyê li wan welatan hatiye rûniştin, tu dikarî rexne jî bikî lê li gor welatên Rojhilata Navîn û gelek welatên din ê cihanê rewşa mafê mirovan baştir e. Ji ber wê jî dema ku Partiya Demokratîk a Gelan di hilbijartinên Turkiyeyê de deng anîn wek pêngavek di pêşdeçûna demokrasiya Tirkiyeyê de hat nirxandin. Êrişên wê dawiyê li ser siyasetmedarên kurd, girtina parlamenter û şaredarên bakurê Kurdistanê îmaja Tirkiyeyê û bi taybet Erdogan li cem gelê Ewropa guhert, êdî gel behsa wê yekê dike ku çi cudahî di navbera Sedam Huseyin, Beşar Esed û Erdogan de nîne. Tirkiye bûye mezintirîn zîndana rojnamevanan li cîhanê. Rewş ew e û roj bi roj xirabtir dibe û êdî gel naxwaze û newêre ji bo betlaneya havînê biçe Tirkiyeyê. 'MAFÊ TEMSÎLIYETA GEL JI DESTÊ WAN HATIYE STENDIN’ * Saziyên kurd yên li Swêdê der barê vê mıjarê de çi dibêjin? Saziyên kurd jî ji gelê kurd cudatir nafikire, yanî di netîcê de ew saziyên ku hatine damezirandin ji aliyê hemwelatiyên kurd yên ku li Swêdê dijîn hatine avakirin. Ew jî dixwazin ku mesela kurd rojek berê rojekê bê çareserkirin. Ji bo wê jî saziyên kurd havîn û zivistan xwepêşandan û çalakiyan çê dikin û dixwazin ku raya giştî ya Swêdê li ser bûyerên ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dibin agahdar bikin. Saziyên kurd bi her awayî piştgîriya siyasetmedar û nûnerên xwe yên hilbijartî dikin, ji ber ku di dema hilbijartinan de bi dehan hezar kes beşdarî hilbijartinan bûn li Swêdê û ew yek ji aliyê rêxistin û saziyên kurd yên li Swêdê hate birêvebirin û di wê hilbijartinê de keda wan jî heye. Yanî ew neheqiya ku pêk tê ne tenê li hember parlamenter û şaredaran e neheqiyekî gelek mezin e li hember dengdêran jî, ji ber ku mafê temsîliyeta wan ji wan hatiye standin. Saziyên kurd ên Swêdê hemû derfetan bikar tînin da ku hem gelê kurd yê li Swêdê û hem jî gelê swêdî bi rêya medyaya kurdî û swêdî agahdar bike. 'ŞOREŞA ROJAVA SIYASETA ERDOGAN GUHERAND’ * Hûn wekî kurdekî Rojhilatî ku li Swêdê dijîn, helwesta siyasetmedarên Swêdê ya li dijî van êrîşan çawa ye? Rast e ew demek e ku ez li Swêdê dijîm û tiştê ku ez ji siyaset û çanda siyasî ya Ewropa û bi taybet ya Swêdê têgiheştime ew e ku di siyaseta xwe de her tim berjewendiyên gel û welatên xwe esas digrin. Di danûsitandinan de şexsî û hizbî nafikirin. Di nava xwe de yek- û du rexne dikin lê di çarçoveyekî exlaqî û siyasî de. Ew bi salan e ku têkiliyên Tirkiyeyê û Yekîtiya Ewropayê heye û berjewendiyên wan yên siyasî û aborî jî bi hewre hene, gelek caran ji bo ku dilê Tirkiyeyê xweş bikin çavê xwe ji kiryar û zexta dewleta tirk a li hember kurdan girtine û digrin. Her çiqas Swêd ji aliyê mafê mirovan û demokrasiyê´ve li pêş be jî lê endametiya wê ya YE’yê rê nade ku di hin tiştan de serbixwe tevdigere. Gelek siyasetmedarên Swêdî bawer kiribûn ku wê Erdogan û ekîba wî pirsgirêka kurd çareser bike û ji bo vê jî destek didanê. Siyasetmedarên wan bi xwe dibêjin "dema ku Birêz Demîrtaş ji me re behsa ihtimala girtina xwe di demek nêzîk de dikir me cem xwe digot ku ew qas jî ne mumkin e, Erdogan nikare ew qas dîn û har bibe, lê mixabin em îro dibînin ku gotinên birêz Demîrtaş rast bûn, û em ji ber vê yekê xemgîn in." Piştî ku konjuktura herêmê hate guhartin û dengeyên li Rojhilata Navîn serobin bûn, piştî ku şoreşa Rojava li Kobanê encamek baş sitand siyaseta Erdogan jî bi giştî hate guhartin. Ew guhartina radîkal ne tenê li dijî kurdan bû belkû bi awayekî aşkera tehdîdek bû bû welatên Ewropa, şandina pêlên penaberan bi zanabûn bo ser Ewropa, êrişên li Brûksel û Parîsê, şehîdkirina sê jinên têkoşer li Parîsê, tehdît û daxûyaniyên Erdogan hemûyan niyeta dewleta Tirk li hember cîhan û bi taybet ew kesên ku muslimanên sunnî nebin aşkera kir. Dengdana Parlamentoya Ewropayê ji bo rawestandina danûsitanên bi turkiyê re helwest û dîtina siyasetmedarên Ewropa, Swêd jî di nav de li hember Tirkiyê aşkera dike. Êdî ne Erdogan ne jî hukûmeta wî cihê baveriyê nîne ji bo wan. Siyasetmedarên swêdî gelekî bêhinfire û bi sebr in, karê xwe bi plan dikin û biryara xwe hissî nadin, ikna kirin û guhartina dîtin û biryara wan li dijî Tirkiyê karê sazî, siyasetmedar û lobiya kurdan e. Lê bi giştî ba hem li Ewropa û hem jî li Swêdê li dijî AKP û Erdogan diweşe. 'GEL BERJEWENDIYÊN NETEWÎ ESAS DIGIRE’ Min her tim gotiye heta ku pirsgirêka kurd li Bakûr çareser nebe, çi kurdek azad nabe, ne kurdên Başûr ne yên Rojhilat û ne jî yên Rojava nikarin di mala xwe de bêxem û rihet rûnên û bêdeng bimînin. Yanî em nikarin li hember girtina siyasetmedar û şaredarên xwe yên li Bakûr bêdeng bimînin ji ber ku em Başûrî, Rojhilatî yan jî Rojavayî ne. Ji bo wê jî divê em berjewendiyên netewî serayî berjewendiyên şexsî û hizbî bigrin. Pêwîstiya me bi sedan kesên wek Birêz Selaheddîn Demîrtaş heye. Bi sedan û hezaran Gultan Kişanak divê me hebin. PKK ew yek destpêkiriye lê divê em girtina û rewandina elît û bijardeyên xwe asayî nebînin, nabe ku em bêdeng bimînin û benda edaleta ku nîne bimînin. Ya duyemîn divê em insanên xwe çê bikin, yanî insanên xwe gelê xwe fêrî mafsitandinê bikin. Ew bi salan e ku şuara me ”aştî” û ”aştîxwazî” ye lê ka netîce di meydanê ye, malwêranî û zextên zêdetir. Mebesta mi ne şerxwazî ye, belku em divê xwe fêr bikin ka çava mafê xwe bistînin, ne ku bixwazin ha, bistînin. Aştî û aştîxwastin nabe bibe armanc, tu ne şerxwazî ku tu îca daxwaza aştiyê bikî, aştî tenê hêvîya te ye. Ji bo gelê me divê mafsitandin esas be, rêya wê jî di têkoşîn û berxwedanê de derbas dibe. Rolek mezin dikeve ser milê medyaya kurdî ku nifşa nû fêrî mafsitandin û têkoşîna ji bo mafê xwe bike. Eger tu bihêz bûyî aliyê din wê bi xwe ji te daxwaza aştiyê bike. Divê êdî em serhildanên xwe veguherînin şoreşê, şoreşek ku divê bi xwe re guhartinên bingehîn û mayenide bîne. Yanî divê em di nava welat û metropolên bi taybet Tirkiyeyê de divê bi awayekî girseyî beşdarî xwepêşandanan bibin, Erdogan dixwaze ku wek Îranê tirs û wehşetê bixe dilê gel de lê eger gel bitirse û li hember zext û tehdîdên dewletê bêdeng bimîne wê demê dewleta AKP´ê vê biser keve. Eger gelê Îranê û Gelê kurd li Rojhilat li hember tirsa û terora Îranê bêdeng nemaban îro rejîma Îranê ew qas bihêz nedibû. Ji bo kurdan li Ewropayê jî ji xwepêşandan û çalakiyên kolanan zêdetir xebatên dîplomasî û bi taybet lobiyekî xurt pêwîst e. Kurd divê lobiya xwe xurttir bikin da ku bikaribin bala siyaset û bazirganên cîhanê bikişînin ser Kurdistanê. Ferît Dere - dîhaber