Baydemîr: Kurd di bin siya çekan de çûn sandoqan 2017-04-18 15:52:19 ANKARA - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr balkişand ser gotina Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş a wekî, "bêyî siya çekan hebe gel çûye ser sandoqan" û wêneya kesên li ser sandoqan bi çekan poz dayîn nîşan da. Baydemîr anî ziman ku kurdan mirin girtiye ber çavên xwe û ji bo azadî, aştî û edaletê di bin siya çekan de çûne ser sandoqan. Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di civîna koma meclisê ya partiyê de li ser mijara referandûmê rawestiyan. Baydemîr balkişand ser hîle, zordarî û astengiyan û wiha axivî: "Ez pêşiyê hevserok, parlementer û hemû endamên me yên girtî silav dikim. Em îro ji duh bi hêvîtir in. Sedema vê yekê jî îrade û berxwedana gelê kurd nîşan dayî ye. AKP'ê îradeya gel avêtiye girtîgehê û di şertê OHAL'ê de referandûm pêk anî ye. Tifaqa AKP'ê û MHP'ê di referandûmê de ji sedî 67'an ketiye 51'an. Dengên NA ketin sandoqan lê Ajansa Anadolu û YSK'ê 'Erê' ji sandoqan derxist. Lê têkoşîna me ji nûve dest pê dike. Ligel hemû zordariyan derdorên Na parastîn serketine." 'ME DUH JÎ JI FAŞÎZMÊ RE DIGOT NA ÎRO JÎ EM DIBÊJIN NA' Baydemîr bi bîr xist ku 13 parlementer ku hevserokên wan jî di nav de, 83 hevşaredar û bi hezaran peywirdarên partiya wan hatine girtin û wiha domand: "Di pêvajoya referandûmê de 11 hezar sempatîzanên me hatine binçavkirin. 5 hezar hatine girtin. Parlementerên me nekarîne ji koorîdarên edliyeyan derkevin. Ji ber ku piştgirî dane me, wêneyên hemwelatiyan hatine kişandin û gef li wan hatine xwarin. Ji ber ku silav daye me dîmenên welatiyan hatine kişandin. Me duh jî ji faşîzmê re digot na, îro jî em dibêjin na." ‘MEDYA JI WAN RE XEBITÎ’ Baydemîr balkişand ser ambargoya medyayê jî ev tişt anîn ziman: "TRT jî di nav de di 17 televîzyonan de Erdogan û şîwirmendên wî re 360 seat propaganda kirine lê HDP'ê tenê 58 deqeyan propaganda kiriye. Di navbera 1-31'ê adarê de Erdogan û şêwirmendên wî 2 hezar 511 deweyan, AKP 4 hezar 46 deqeyan propaganda kirine lê HDP'ê tenê deqeyek jî nekariye xwe vebêje. Lê derket holê ku ev qas ambargo kêrî tiştekê nehatiye. Gel ji vaadên bihûşta derewîn re gotiye na." ‘JI SEDÎ 62'YÊ KURDAN GOTIN NA' Baydemîr bi bîrxist ku hemû lêçûyînên xebata Erê ji xezîneya dewletê derketiye û wiha pêde çû: "Derfetên dewletê ji bo xebata Erê hatine pêşkêşkirin. Ligel vê yekê hemû xebatên qampanyaya na jî hatine astengkirin. Ligel hemû zordariyan jî ji sedî 62'yê kurdan gotiye na. Bi vê yekê vîna 'dê rûmeta mirovahiyê îşkenceyê têk bibe' danîne holê. Gelê kurd mirin daye ber çavê xwe û li îradeya xwe xwedî derketiye. Vê yekê deriyek nû û firsetek nû afirandiye. Kurdan ji înkar û makezagona yekperest re gotin na. Ji dijberiya kurdan a di hundir û ji derve re gotin na." 'DI BIN SIYA ÇEKAN DE ÇÛN SER SANDOQAN' Baydemîr balkişand ser zordarî û astengiyên di dema referandûmê de û ev tişt anîn ziman: "Ligelek deveran leşker û cendermeya mudahaleyî sandoqan kirine. Gelê kurd di bin siya çekan de, mirin li ber çavan girtiye û wisa çûye sen sandoqan. Destûr nehat dayîn ku wezîfedarên fermî û muşahîdên HDP'ê li ser sandoqan bisekinin. Encamên derketîn holê û yên YSK'ê gelek ji hev cuda ne. Di dema jimartina dengan de muşahîdên me hatine derxistin. Hemû pîvanên hilbijartinê hatine binpêkirin û ev hilbijartin bi guman e. Lê Berdevkê Hikûmetê Nûman Kurtulmuş îdîa dike ku 'gel bêyî siya çekan çûye ser sandoqan'. Lê rastî berovajî vê yekê ye." Baydemîr wêneyên alîgirên AKP'ê yên li ser sandoqan bi çekan poz dayîn nîşan da û wiha domand: "Ev jî encama vê sandoqê ye. Ji sandoqa bi çekan wêne li ser hatiye kişandin 290 deng erê, tenê 2 deng na derketine." Baydemîr debirî ku YSK'ê bi qebûlkirina pûsûla û zerfên bêmohr darbeyek li hemberî îradeya gel kiriye. Baydemîr bi bîr xist ku AKP'ê di dema hilbijartinên 2014'an de li Norşîna Bedlîsê ji bo zarfek bêmohr îtîraz kiriye û hilbijartin hatiye betalkirin. Baydemîr rapora AGÎT'ê jî bi bîr xist û daxuyand ku encamên referandûmê rewa nîne. 'LI 33 GIRTÎGEHAN 300 GIRTÎ DI GREVÊ DE NE' Baydemîr grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi bîr xistin û ev tişt gotin: "Niha li 33 girtîgehan 292 kes di grevên birçîbûnê de ne. Pirsgirêkên tenduristiyê derketine asta herî jor. Ev kes çima niha di greva birçûbûnê de ne. Dibêjin tecrîdê bi dawî bikin û OHAL'ê bi dawî bikin. Operasyonên siyasî bidin rawestandin. Tecrîd îşkence ye û sûcek li dijî mirovahiyê ye. Pêkanînên OHAL tên wateya îşkenceyê. Ez li vir bang li tevahiya civakê dikim ku di mijara grevên birçîbûnê de hîstiyar bin. AKP'ê jî divê berpirsyariya xwe di zûtirîn demê de bi cih bîne." Baydemîr herî daw cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir.