Danişîna Yuksekdag hate taloqkirin 2017-04-18 16:14:50 WAN - Danişîna Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag a li Wanê hate dîtin, taloqî 4'ê tîrmehê hate kirin. Danişîna doza derbarê Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag de bi îdîaya, "Îhlalkirina qedexeyên hilbijartinê" û "Propagandaya rêxistinê" hatibû vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate dîtin. Di danişîna Yuksekdag bi riya SEGBÎS'ê tevlêbû de, parêzerên wê, rêveberên HDP û DBP'ê amade bûn. Piştî tespîta nasname û navnîşanê dozgariyê pêşniyar kir ku doz bi dosyayek li Enqereyê hatiye vekirîn re bibe yek. Bes Yuksekdag bi boneya derbarê naveroka dosyaya li Enqereyê hatiye vekirin de agahiya wê tune ye, parastin nekir. Parêzer Mahmut Kaçan jî diyar kir ku naxwazin dosya bibin yek. Lijneya dadgehê piştî navberê, danişîn taloqî 4'ê tîrmehê kir.