Bîlgen: Ji bo aştiya civakî firsenda mezin ketiye dest 2017-04-20 16:28:17 ENQERA - Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, têkildarî encama referandumê peyam şand û diyar kir ku ji bo pêş bikeve divê kêmasiyan temam bikin û li karê pêş xwe binerin. Bilgen, da zanîn ku ji bo aştiya civakî firsenda mezin ketiye destê wan. Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen ku li Girtigeha Silivrî peyam şand. Bilgen di peyamê de encama referandumê nirxand û û got: "Ji bo xêra em dizanin pêş bikeve divê em kêmasiyên xwe temam bikin û li pêş xwe binerin. Bilgen, da zanîn ku li gel hemû astengî û ne edaletiyê firsendek mezin ketiye dest û ji bo têkoşîna demokrasiyê pêş bixin û aştiya civakî ava bikin firsendek mezin ketiye destê wan. Bilgen, anî zimanku hêza li dora na hatine cem hev ji bo hilweşîna statukoparaziyê girîng e divê di serî de rê li pêş avakirina kanûna bingehîn a demokratîk vekin û pêşengiya guhertina demokratîk bikin. Bilgen, xwest li dijî siyaset û politîkayên wêdekirin û nenaskirinê aqilê hevpar xurt bikin û guh bidin wîcdana civakî.