Guven: Kurdan ji hikûmetê re got 'Na' ji xweseriya demokratîk re got 'Ere' 2017-04-20 16:57:24 AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di civîna HDP, DBP, TJA û KCD'ê de diyar kir ku di vê referandumê de kurdan ji polîtîkayên hikûmetê re got "Na" û ji rêveberiyên xweseriya demokratîk re got "Erê." KCD, TJA, HDP û DBP'ê li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek û Berdevka TJA'yê Fatma Kaşan amade bûn. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku di şertên OHAL'ê de çûne referandumê û wiha got: "Ev referandum ji bo tevahiya Tirikye xwedî girîngiyek mezin e. Wateya vê referandumê ji bo kurdan bêtir girîng bû. Kurdan di vê referandumê de ji polîtîkayên hikûmetê re got "Na". Ji rêveberiyên xweseriya demokratîk re got "Erê". Gelê kurd li dijî bê hiqûqî û politîkayên înkar û îmhayê helwesta xwe nîşan da. Di vê referandumê de kurdan ji sedî 70-80'ê got "Na". Xweseriya demokratîk erê kir. Guven, da zanîn ku hikûmeta AKP'ê wekî ku dengê kurdan bi dest xistibe nîşan dide û wiha got: "Li van bajarên xweseriya demokratîk lê hat îlankirin nêzî 500 hezar welatî ji cih û warên xwe koçber bûn. Peywirdarê sindoqan yên HDP'ê rojek berî hilbijartinê hatin binçavkirin. Li şûna peywirdarên sindoqan leşker û keya hatin bicihkirin. Her kes baş dizane ku kurdan li bajarên herêmê rekora "Na" şikand. ŞİMŞEK: GELÊ KURD SERKEFTİNÊN MEZIN BI DEST XIST Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek jî anî ziman ku li Kurdistan û Tirkiye destkeftiyên mezin hatine bi destxistin û wiha got: "Gel rejîma AKP'ê û MHP'ê red kir. Gel di referanduma 16'ê Nîsanê de bi ser ket. Hemû gelê Kurdistan û Tirkiye bi ser ketiye. Malbatên xaniyên wan û bajarên wan hatin xerakirin bersîv da hikûmetê. Ev nîşan dide ku pêvajo û hamleya nû ya têkoşînê dest pê kiriye. Dema bilindkirina têkoşînê ye." KAŞAN: EM TÊ TÊKOŞÎNÊ MEZİNTIR BIKIN Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Kaşan jî anî ziman ku ew dê têkoşînê bilintir bikin û wiha got: "Gelê kurd çûn ser sindoqan û dengê xwe avêt. Em hemû gelê xwe pîroz dikin. Gel ji vê qanûna bingehîn û polîtîkayên înkar û îmhayê ya rejîma yek zilamiyê re got "Na." Jina kurd ji vê feraset û polîtîkayên mirinê re got "Na." Jina kurd bi ruhê 8'ê Adarê çû referandumê û tev geriya. Li Kurdistanê ji sedî 70 got na. YILDIRIM: JI NIHA DE POLÎTÎKAYÊN XWE XISTIN MERIYETÊ Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yıldırım jî anî ziman ku her çend di referandumê de neheqî û bê hiqûqiya mezin pêk hat jî gel bi ser ket û wiha got: "Ev referandum di aliyê neheqî û newekheviyê de bû dîrok. Gel vê referandumê rewa nabîne. Ji roja ewil de soza darvekirinê didin. Di roja duyemîn de OHAL dirêj kirin. di roja sêyemîn de meclîs xistin betlanê. Vîna gel nas nakin. Wekîla me Bûrcû Çelik hat girtin."