HDP: Heta ku civak nebêje qediyaye, ev kar naqede 2017-04-21 09:16:44 ENQERE - Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim, bersîv da gotina Serokomar Erdogan a "Ev kar qediyaye" û got: "Heta ku civak nebêje qediyaye, ev kar naqede." Piştî referandûmê li ser encamê niqaş zêde bûn û didomin. Li gel van nîqaşan, di warê civakî de jî li dijî biryara YSK'ê ya "qebûlkirina dengên bêmohr" û li hemberî "hîle"yên di hilbijartinê de çêbûn, bertek û protestoyên gelek derdoran didomin. Lê belê, roja ewil a referandûmê jî Serokomar recep Tayyip Erdogan got "Yên li hesp siwar bûn Uskudarê derbas kirin" û bi vî awayî xwest demildest ser van nîqaşan bigire. Bi vê jî nema, dûh dîsa daxuyanî da û got "Ev kar qediyaye". TU HÊVIYA ME JI YSK'Ê TUNE YE Têkildarî mijarê Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim, pirsên dîhaberê nirxandin. Yildirim, diyar kir ku bi taybetî beriya pêvajoya referandûmê çi tiştên "xeyrîmeşrû, derhuqûqî hebin hemûyan" xistine dewrê û wiha axivî: "A rast ev, rewşeke der barê pêşbîniya tiştên ku dê roja hilbijartinê çêbibin teşkîl kir. Redkirina serlêdanan a ji aliyê YSK'ê, ji aliyê me ve tê fêmkirin. Çimkî, saziyeke ku evqas eşkere hîleyan dike, derhuqûqiyê wek rewşeke rêveberiyê dide der, ne mumkun e ku demildest serlêdanên ji bo betalkirinê qebûl bike. Helbet ev nayê wateya ku ev kar qediyaye. Pêvajo didome." Yildirim, dest nîşan kir ku di warê domandina îtirazan de du berpêbûyîn mijar hene. Yildirim, diyar kir ku ew ê vê meseleyê veguhêzînin platformên huqûqê yên navnetewî û wiha domand: EM Ê VEGUHÊZÎNIN PLATFORMÊN HUQÛQA NAVNETEWÎ “Ji bo domandina vî karî, ji bo nedevjêberdana wê, ji bo îfşakirina xeyrîmeşrûbûn û derhuqûqiya wê du rêbazên sereke hene. Ya ewil; heta dawî bikaranîna hemû riyên huqûqî û hsabpirsîna li ser zemîneke huqûqî ye. Tu hêviya me pir ji riyên huqûqa navxweyî tune ye. Ji xwe em bi çavên xwe dibînin ka huqûq çawa bi rê ve diçe. Lê belê veguhastina wê ya ser zemîneke huqûqa navnetewî zaf girîng e û em ê vê veguhêzînin zemîna huqûqa navnetewî. CIVAK XWEDÎ LI VÎNA XWE YA AZAD DERDIKEVE Rêbaza sereke ya din jî ew e ku, divê civak qîma xwe bi vê rewşê neyîne. Rewşa neqebûlkirina serke jî ev e. Ev jî pêvajoya ku ewil xwe da der bi xwe ye. Civak vê nelirêtî û diziyê qebûl nake. Piraniya civakê ev sepandin, ev guherîn red kiriye. Civak xwedî li vîna xwe ya azad derdikeve." Yildirim, anî ziman ku dê sazî, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên pêşengên civakê ne, dê heta dawiyê vê îtiraza xwe bidomînin û wiha axivî: "Bi van her du rêbazan, pêvajoya rêgirtina li pêş vê rejîma antîdemokratîk xwe li ser dizî û sextekariyê hatiye çêkirin didome." Yildirim îşaret bi hincetên ku dê meseleyê veguhêzînên platforma huqûqa navnetewî pê anî û vê bi rûxandina pergala huqûqa Tirkiyeyê ve girêda. Yildirim wiha got: "Em wisa difikirin ku dê pespayetiya huqûqî ya li Tirkiyeyê, bi birêvebirina leztirîn a bendewariya navnetewî çêbibe. Dê ev tenê ne ji bo referandûmê be, ji girtina hevserokên me û parlementerên me heta tayînkirina qeyûman, heta rojnamgerên girtî be jî û di vî warî de ji bo DMME'yê û dadgehên navnetewî bendewariyek çêbû. Lê belê, li gor vê bendewariyê bi rê ve naçe. Lê xebitîneke giran û hêdî heye." Yildirim, daxuyaniyên ewil ên RHEE'yê û hewldanên bêîtibarkirinê yên li hemberî endamên RHEE'yê jî nirxandin û wiha axivî: RAPORA RHEE'YÊ ÎDIAYÊN ME XURT KIRIN “Çavdêriyên heyetên serbixwe û yên RHEE'yê yên ku şik û gumanên me, îtirazên me xurt piştrast dikin hene. Cewhera daxuyaniya RHEE'yê ev e: 'Derhuqûqî xwe dan der. Referandûm di şert û mercên newekhev de çêbû û encamên wê xeyrîmeşrû ne.' Ev çavdêrî û îtirazên saziyên demokratîk ên civakê li hev dertên. Em wisa bawer dikin ku têkoşîna li qada huqûqa navnetewî, ji bo civakê gelekî girîng e û dê di leha civakê de encaman teşkîl bike." AMÛRÊN ŞERÊ TAYBET DI MERIYETÊ DE YE Yildirim, da zakîn ku ew ne xerîbê vî şerê ku li dijî endamên AGÎT'ê tê meşandin û wiha got: "Şerê herî bi bandor ê AKP'ê şerê derûnî ye. Di vê pêvajoya ku di milê leşkerî, aborî, siyasî û çandî de têk çûne dest bi şerê derûnî kirine. Li ser derew û lîstikan karê xwe dimeşînin. Medya hawiz wekî amûra şerê taybet bikar tîne. Medya hawiz dibe aliyê derew, dizî, sextekarî û dirûtiyê û li dijî hemû kesên ku rastî, edalet û heqîqetê diparêze şerê taybet dide destpêkirin. Bi şerê taybet dixwazin sekna heyeta AGİT'ê ya serbixwe bikin mijara fikar û niqaşan. Ev hamleya li dijî AGİT'e ji aliyê saziyên medya yên AKP'ê ve tê meşandin. Ji ber ku êdî AKP di nava civakê de rewatiya xwe winda kiriye. Encama referandumê nîşan dide ku êdî Kral tazî ye. HETA CIVAK NEVÊJE QEDIYA YE NAQEDE Yildirim gotinên AKP'ê û Erdogan ên "Yên hespê xwe girtin Uskudar derbas kirin" jî rexne kir û wiha got: "Kesên hespê xwe girtin Uskudar derbas kirin ya na mijara niqaşê ye. Hin kes dibêjin ev kar qediya. Muxabatê vê mijarê civak e. Heta ku civak nebêje ev kar qediya ev kar naqede. Niha êdî civak di nava vê mijarê de ye. Êdî zêdeyî ji sedî 50’î dibêjin Na. Heta ku gel nebêje qediya naqede. CHP BI DESTÊ XWE RÊ LI PÊŞIYA NEQÛQIYÊ VEKIR Yildirim helwesta CHP'ê jî rexne kir û anî ziman ku di serdema destnedayînê de CHP'ê piştgirî da AKP'ê û bi rakirina destnedayîna parlanenteran bi destê xwe peşî li nehiqûqiyê vekir. Yildirim anî ziman ku CHP rastiya herî bi êş a civakê ye û wiha got: "Ne tenê di vê referandumê de. Di her pevajoyê de endamên wê yên dualî û bê pîvan hesûd û tekakes ew anî vê rewşê. CHP'ê 14 salan AKP di îktîdarê de hişt. Referandum encama nelirêtî, hîle û rakirina destnedayîna wekîlan e. Niha di navbera Navenda CHP'ê û navbera Bingeha CHP'ê de cudahî û nakokiyên mezin hene. Di navbera Navendê û bingehekê de êdî zinar heye. Ji ber ku êdî bingeh û civaka CHP'ê ji rêveberî û navenda CHP'ê bêtir bi biryar û wêrek tev digere. Di vê rewşê de ne li bendê ye ku navenda CHP’ê bibe muxalefeta rastîn. Tenê mirov dikare bêre tifaqê çêke. Divê em Eniya Yekitiya Demokratîk a Civakî ava bikin. Pêşengiya vê yekê jî partiya me û hêzên demokratîk pêşkêşiyê dikin. EM DÊ BIBIN HÊVÎ Û CESARETA CIVAKÊ Yildirim bal kişand ser rewşa HDP’ê jî û wiha got: "Em niha dibin hêz û wêrekiya civakê. Em dê vê hêza wêrekî, hevî û moral a civakê berdewam bikin. Her tiştî nişan da ku çi dibe bila bile HDP qet dest ji têkoşîna demokrasiyê bernade. HDP dê ji niha û şûnde jî rola demokrasî, muxalefeta civakî berdewam bike. Piştî referandumê gelek sanaryo tên hiqaşkirin. Niha niqaşên hilbijartina pêşwext tê kirin. Di şertên heyî de em bawer nakin ku AKP hilbijartinek pêşwext bide ber çavan. Ji ber ku êdîe îktidara AKP'ê têk çû. Têkçûna li ser hev ya AKP’ê dê AKP'ê belav bike. Bi taybetî piştî 16'ê Nîsanê AKP serbijêr bûye. Niha li hemberî AKP'ê êdî ne tenê HDP eniyamezin a demokrasiyê heye.