CHP dengên 'bêmohr' dibe Şuraya Dewletê 2017-04-21 14:34:48 ENQERE- CHP, têkîldarî biryara YSK'ê ya ku pusulayên bêmohr daxuyan dê serî li Şuraya Dadgehê bidin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Bulent Tezcan wiha got: "Ji bo ku biryara YSK'ê ya têkîldarî qebûlkirina pusulayên bêmohr bên betalkirin em îro li Şuraya Dewletê dozê vedikin." Tezcan diyar kir ku ew ê daxwaznameyê îro bidin Şuraya Dewletê. Tezcan wiha got: "Heta ku doz bi dawî bibe em dixwazin encamên referandumê neyên fermîkirin. Parêzerê me Atîlla Kart jî piştî ku saet di 16.00'an de daxwaznameyê bide dê li ber YSK'ê daxuyaniya pêwîst bide. Dixwaze Erê be yan jî Na be em ê ji bo parastina 49 milyon dengên welatiyan têkoşîna hiqûqê heta dawî bidomînin."