Erdogmuşê ANAP'î: Divê tu kes kurdan neke hevparê xêr û gunehên vê pergala nû 2017-04-22 09:05:13 ENQERE - Parlamenterê ANAP'ê yê berê Abdulbaki Erdogmuş, têkîldarî referandum û guhertina qanûna bingehîn diyar kir ku çawa ku di 1920'an de avakirina pergalê de li hemberî kurdan listikên mezin hatin lîstin, niha jî tên lîstin û wiha got: "Di vê pergala nû de ne xêra kurdan û ne jî gunehê wan tê de heye, divê tune be jî." Piştî referanduma guhertina qanûna bingehîn nerazîbûn û nîqaşên li ser encama ku derket berdewam dike. Parlamenterê ANAP'ê yê berê Abdulbaki Erdogmuş ê ku ji nêz ve hay ji siyaseta muhafezekar heye, guherandina Qanûna Bingehîn û referandûmê nirxand. 'DI AVAKIRINA PERGALA DUYEMÎN DE DIXWAZIN KURDAN BIXAPÎNIN' Erdogmuş têkîldarî encamên ku di referandumê de derket holê bi taybetî bal kişad li ser manîpulasyonên li ser helwesta kurdan. Erdogmuş, diyar kir ku pergaleke nû hatiye avakirin û di pergala ku di sala 1920'an de hat avakirin xwestin kurdan bikin perçeyekî xerabiyên vê pergalê û wiha domand: “Em bi rewşeke nû re rû bi rû ne. Êdî Tirkiyeya berê tune ye. Beriya 1946'an pergaleke siyasî ya bi CHP'ê hat avakirin hebû. Îro jî pergaleke nû ya ku dê bi AK Partiyê bê avakirin heye. Çawa ku berê CHP bû partiyeke sîstemê, ji niha û pê ve êdî AK Partî jî bû partiyeke sîstemê. Partiyeke dewletê ye. Avakirina pergala nû li AK Partiyê hatiye barkirin. DI VÊ PERGALA NÛ DE NE XÊR Û NE JÎ GUNEHÊN KURDAN HEYE Di teşekirina vê pergalê de, 'kurd rast tevgeriyane an jî şaş tevgeriyane' ji vê wirdetir, ya ku ez dibînim ew e ku li hemberî kurdan xefikeke nû tê çêkirin. Kêm zêde êdî li rojeva Tirkiyeyê bi cih dikin. Li gor hinekan sersebebê vê serketinê kurd in, li gor hinekan jî kurd li eniya 'Na'yê cih girtin û tevgeriyan. Ez vî tiştî di warê kurdan de wek xefikekê dibînim. Divê tu kes kurdan neke hevparê xêr û gunehên vê pergala nû. Piştevanên vê pergala nû kurdên AK Partiyî ne, kurdên îslamî û oldar in. Qethiyen di avakirina vê pergalê de, xêr û gunehên kurdên din tune ye. HILBIJÊRÊN HDP'Î BARÊ KET SER MILÊ WAN BI CIH ANÎN Wisa difikirim ku hilbijêrên HDP'î barê ket ser milê wan bi cih anîn. Fikra min ew e ku stratejiya HDP'ê stratejiyeke rast e. Hêvî ew bû ku çalaktir bûna, lê zemîn û derfeta vê tune bû. Yên derveyî HDP'ê yanî hilbijêrên wek me jî, li ser zemîna ku bi dest ket, piştevaniya vê kampanyayê kirin. Lê bi qasî ez dibînim, dixwazin kurdan bikin hevparê vê pergala nû ya qirêjî. Çawa ku di avakirina pergala yekemîn de bi kurdan lîstin û xefikê li pêşberî wan hatin danîn, di v pergala nû de jî kurd bi xefik û listikên zaf cidî re rû bi rû ne. Em ne hevparê gunehên vê pergala nû ne. DIVÊ EM JI BO FELAKETÊN KU DÊ BIQEWIMIN AMADE BIN Divê em li hemberî felaketên ku biqewimin û bên serê me, hişyar bin û xwedî aqlê selîm bin. Dê bi qilo piloyan Mihemedê kurd bişînin nobetê. Metirsiya min ew e ku ji niha û pê ve kurdan di nav senaryoyên xerab de bi cih bikin û xerabiyên vê pergalê bavêjin ser me. Dê têgehên wek ol, îman, azan, ala, bedewî û başî ji avakarên vê duzena nû re bimînin. Di warê kurdan de, ev xefikek e. Ji ber vê, dixwazim li hemberî vê xefika nû kurd hişyar bin." EM DIZANIN KÎ QANÛNA BINGEHÎN A 12'Ê ÎLONÊ ÇÊKIRIYE, LÊ EM GUHERANDINÊ NIZANIN Erdogmuş, geşedanên ku der barê referandûmê de xwe didin der jî nirxandin wiha axivî: "Me vê referandûmê, wek kûmpaseke ku li pêşberî Tirkiyeyê hatiye çêkirin nirxand. Peywira ewil a muxalefetê jî îfşakirina wê kûmpasê bû. Lê bi ser neketin." Erdogmuş, parast ku hîn jî nediyar e ku guherandina Qanûna Bingehîn ji aliyê kî û kê ve hatiye amadekirin û ev pirs kir: "Heke em hîn jî nizanibin ev sererastkirin ji aliyê kî û kê ve hatibe nivîsandin, em nizanin ji bo çi referandûm jî xistin rojeva Tirkiyeyê. Nivîskarên qanûna bingehîn a referandûma 12'ê Îlonê diyar in, zilamên wê, siyasetmedarên wê diyar in û meclîsa wê ya avakar hebû. Lê kî ev sererastkirinên heyî nivîsandin, kî nîqaş kir?" Erdogamuş ê siyaseta muhafezekar ji nêz ve dinase, li ser pirsa derdora ku li ser navê ol, îman, maf, hiqûqê tevdigerin "dê vê qisûr û şaîbeya referandûmê" qebûl nekin, ev tişt gotin: “Zor e ku mirov bibêje li navenda nêrîna muhafezekaran heqî heye. Ev derdor encamên referandûmê wek serketineke tolê dibînin. Li gor wan pergala laîk bi salan zilm li wan kiriye û ji ber vê ew ji derfetên dewletê mehrûm mane. Vê li hemberî derdora laîk wek bersivekê dibînin û pê serbilind in. Lê hîn baş hay ji qewimînên çêdibin tune ne. Nizanin dê çi bê serê wan. Lê ji ber ku ji pencereya tolstendin û nefretê dinihêrin, ev ji bo wan serketinek e. Ji ber vê hemû tiştên hatien kirin mubah dibînin. Li gor wan, ji xwe pergaleke huqûqê ya dewletê ya ku dixebitî û mekanîzmayeke edaletê tune bû. Li vir feraseta muhafezekaran jî ne heq e, ne huqûq e, ne edalet e. Lêgerîna wan ew e ku derfetên dewletê bi awayekî meşrû, feal û tekûz bi kar bînin. Niha ji bo muhafezekaran, dewlet êdî dewleta wan bi xwe ye. Ev dewlet dewletek ku nû hatiye bi destxistin û qezenckirin e. Hema bêje ev ji bo wan şoreşek e. Ew wisa difikirin ku, wan li dijî derdora laîk şoreş pêk aniye. Kesên dibêjin 'Na' wek kesên dijber tên dîtin û yên dibêjin 'Erê' jî wek kesên alîgir tên dîtin. Em niha di tekoşîneke wisa re derbas dibin. Ev serketin helbet serketina Pirûsê ye. Lê ev ji bo me hemûyan derbasdar e."