HDP encamên referandumê dinirxîne 2017-04-22 11:19:31 ENQERE - Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ji bo encamên referandumê binirxîne civiya. Di civînê de daneyên di destê HDP'ê û yên YSK û AA'yê bînin ber hev û li ser vê nirxandin û şîrove bê kirin. Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku encamên di referanduma 16'ê Nîsanê de derket binirxîne civiya. Endamên MP û ji serokên damezirîner ên HDP'ê Yavuz Onen jî beşdarî civînê bûn. Civîn bi serokatiya Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadîr Yildirim, Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr kom bû û di civînê de daneyên tu têkîldarî encamên referandumê gihşitine ber destên HDP'ê û yên YSK'ê, Ajansa Anadoluyê (AA) dê bînin ber hev û li ser vê şîrove û nixandin bên kirin. DÊ JI BO KONGREYAN AMADEKARÎ BÊ KIRIN Di civînê de jibilî vê jî Hevserokên Giştî yê HDP'ê û parlamenter, hevşaredar û partiyiyên ku girtî ne jî wekî rojevekî bên destgirtin. Di civînê de geşedanên siyasî jî dê bê nirxandin, mijara rêxistinbûnê wekî rojeveke cuda bê nirxandin. Hate hînbûn ku HDP'ê bi meha gulanê re pêvajoya kongreyên bajar û navçeyan bide destpêkirin. Li bendê ye ku di civînê de têkîldarî îtirazên ji bo encamên referandumê û rêxistinkirina îtirazên civakî jî plansaziyeke şenber bê derxistin. Encamên ku di PM de derkeve dê di civîna MYK'ê de careke din bê nirxandin û teşeya dawî bidin plansaziyê. Sibehê jî dê Meclîsa Jinê la HDP'ê bicive.