Tanrikulu: Hilbijêrên kurd ji projeveya tê ferkirin re got Na 2017-04-22 11:47:28 STENBOL - Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu têkîldarî nîqaşên ku li ser encamên referandumê tê kirin nirxandina "Ez şahidê pêkûtiyên li herêmê me, hilbijêrên kurd ji projeveya tê ferkirin re got Na" kir. Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu helwesta kurdan a di referandumê de nirxand. Tanrikulu wiha got: "Ligel hemû pêkûtî, zilm, xirakirin û hêza cewaweriyê bikaranîne jî li Rojhilat û Başûrêrojhilat hilbijêrên kurd ji vî proveya hatiye ferzkirin re gotin Na." 'EM DIZANIN 2 MEHAN DE KÎJAN PÊKÛTÎ HATIN BIKARANÎN' Tanrikulu destnîşan kir ku kurdan ji vî projeya ku tê ferzkirin re bi biryarî gotin "Na" û wiha berdewam kir: "Di vî de îktidar ji bo xwe serkeftinê derdixe ev bi temamî operasyona afirandina têgehê ye. Biserneketina xwe û zilm û pêkûtiya ku daye meşandin dixwaze li ser pîvaneke serkeftinê bide rûniştin. Di 2 mehan de li herêmê pêkûtiyeke çawa hate meşandin, bi taybetî li herêmên çolter pêkûtiyeke çawa hate meşandin em baş dizanin. Aktorên siyasî yên li îradeya siyasî ya hilbijêran derxîne holê hatin girtin, qeyûm tayînî şaredariyan hate kirin, rêxistinên wî anîn rewşeke nikarin bixebitin û hatine desteserkirin lê ligel vê yekê jî bi taybetî li bajaran bi biryarê gotine Na. Bi sextekariyeke mezin û operasyona afirandina têgehê ve vê yekê berovajî nîşandan di kîjan noqteyê de ne nedîtin e." Tanrikulu diyar kir ku projeya ku tê ferzkirin li Tirkiyeyê piraniyê ji holê radike, projeyeke ku Tirkiyeyê ber bi rêveberiyeke derveyî demokrasiyê ve bibe û wiha got: "Kurdan li Tirkiyeyê bi 'Na'yê e, li her derê Tirkiyeyê xwedî li bi hevre û aştiyane jiyanê derketine."