HDP'ê xwest eniya 'Na'yê di Têkoşîna Komara Demokratîk de bibin yek 2017-04-24 17:44:52 ENQERE - Meclîsa Giştî ya HDP'ê piştî civînê encama civîna Meclisê bi daxuyaniyekê parve kir. Meclîsa Giştî ya HDP'ê ji hemû eniya "Na"yê xwest ku di bin baneyê Tekoşîna Komara Demokratîk de bibin yek. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 22'ê Nîsanê de civîna Meclîsa Partiya xwe pêk anî. HDP'ê piştî civînê encamnameya civînê bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. HDP'ê di civînê de diyar kir ku gelê kurd tevî ku bajarên wan hatin xerakirin, bi sed hezaran ji cih û warên xwe koçber bûn, vîna wan a siysasî û siyasetmedarên wan hatin dîlgirtin jî dîsa serî netewandin û teslîm nebûn. Encamnameya civîna HDP'ê wiha ye: EM BANG LI HEMÛ HÊZÊN DEMOKRATÎK DIKIN Di dîroka welat de gavek yekem hatiye avêtin. Hemû derfetên dewletê ji bo îktîdarê hatiye seferberkirin. Hemû çavkaniyên dewlet û cemaweriyê di xizmeta îktîdarê de hatiye şuxulandin. Eniya "Na" bi her cure û hêzên dewletê hatiye asteng kirin. Rastî zextên dewletê hatiye. Medya xistiye bin xizmeta xwe û eniya "Na" xistiye bin êrîşê. YSK qanûn xistiye bin piyan û lîstika sindoqan veşartiye. Tevî her tiştî disa di referandumê de Eniya 'Na' bi ser ketiye. Em spasiyên xwe ji hemû hêzên ku vê têkoşînê li ser piyan dihêlin û kesên li bingeha siyaseta demokratîk xwedî derdikevin, kesên tevî zextan serî natewînin re pêşkêş dikin. Em ji hemû welatiyên xwe yên xwedî wîjdan re spasiyên xwe dikin. Ev serkeftin ji bo têkoşîna demokratîk hişyariya baharê ye. Her kesî gotiye Na. Hemû kesên gotin "Na" divê di bin baneya têkoşîna komara demokratik de ji bo çareseriya demokratîk bibin yek. Pir aşkere ye ku pêdiviya civakê bi qanûna bingehin ya demokratîk, azadîparêz, wekhev û adîl heye. Banga me ji hemû eniya "Na" heye ku di bin baneyê Têkoşîna ji bo Komarek demokratîk bibin yek û têkoşîna xwe û tifaqa xwe xurttir bikin. Li herêmê bi çi navî tê nasîn bila bê nasîn divê meclîsên xwe yên "Na" tev li Platforma Na" bikin û platformê xurt bikin. BANGA ME LI CIWAN Û JINAN E Em bang li hemû ciwan û jinan jî dikin ku li dijî hemû êrîşên zayendîperest li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Jinan bi têkoşîn û rêxistina xwe ya demokratîk û azadîparêz, aşkere kirin ku pêşengiya têkoşînê ne. Jin û ciwan diyarkerên biryara lêgerîna aştî, azadiya pêşeroja welat û civakê ne. REWATIYA VÊ QANÛNÊ TUNE YE Derketiye holê ku bi perçekirin, text u zorê vîn û riza gel tune ye. Li gel hemû hîleyan 24 milyon hilbijêr yanî ji sedî 49’an qanûna nû qebûl nekiriye. Dîsa ev yek ji bo îtîfaqa iktidarê ya AKP-MHP'e jî ne serkeftin e. Piştî 17'ê Nîsanê ji bo Tirkiye pêngavek nû hatiye destpêkirin. Bi hîle û lîstikan bi encama referandumê lîstine û mudaxaleyî qedera welat kirine. Li dijî zagonan biryar girtine. YSK jî bûye şirikê van lîstik û hîleyan. YSK'ê jî rewatiya xwe winda kiriye. Êdî rewatiya YSK'ê û refererandumê tune ye. GELÊ KURD SERÎ NETEWANDIYE Gelê kurd tevî ku bajarê wan hat xerakirin, bi sed hezaran koçber bûn, vina wan a demokratîk dîl hat girtin jî dîsa serî netewandiye. Tevî hemû zilmê di 2 salên dawî de li bajar û navçeyên Kurdistanê gel gotiye Na. Em di 1'ê Gulanê de bi hevre li "Na" xwedî derkevin. Yek yekîtî û piştevaniya xwe di 1'ê Gulanê de xurt bikin. Na hêj ne qediya ye. Ev hûj nû destpêk e."