2004: Spasiya YE’ê kir2017: Wan nasnakin 2017-04-26 11:41:02 ENQERE - Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi Yeketiya Ewropayê piştî biryara MPKE'ê ya duh hat girtin paştir ketin. Serokomar Erdogan ê got 'Em biryarê nasnakin', di sala 2004’an de piştî di hevdîtinên Brukselê de dîroka muzakereyan girt wekî “Fetihê Ewropayê” vegeriya Enqereyê û di pîrozbahiyên “Cejna Ewropayê” ya hatibû îlankirin spasiya Ewropayê kiribû. Li Tirkiyeyê serûbinbûyîna xebitîna demokrasiyê, Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropayê (MPKE) îmze avêt bin yekaneyekê û biryara Tirkiye ji nûve bê şopandin da. Biryara MPKE'ê ku demek dirêje dihat nirxandin û dihat hêvîkirin Wezareta Karên Derve û Serokomar bertekek hişt nîşan da. Serokomar Tayîp Erdogan, diyar kir ku biryara hatiye girtin biryarek siyasî ye û ew biryarê nasnakin. KREDIYA JI AK PARTIYÊ RE HATIBÛ DAYÎN BI DAWÎ BÛ Biryara ku îro Serokomar Erdogan nasnake, beriya 13 salan bûbû pêvajoya dirêjkirina temenê îktîdara AK Partiyê. 16-17’ê Kanûna 2004’an di hevdîtînên Tirkiye û Yeketiya Ewropayê (YE) de biryara destpêkirina muzakereyan hatibû dayîn û ev erkî krediya herî mezin a ji bo îktîdara AK Partiyê hatibû pênasekirin. Li ser vê biryarê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê ya AK Partiyê 20’ê Kanûnê wekî cejna YE’yê îlankiribû. Navenda Kizilay û riya protokole û hemû kolanên Enqereyê bi alên Tirkiye û YE’yê hatibû xemilandin. Serokwezîrê wê demê Tayîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Abdullah Gul bi hevre tevlî pîrozbahiyên 20’ê Kanûnê yên li Kizilayê hatin kirin bûbûn. Herdu ji Brukselê vegeriyan û ji ber girseyê encax di du saetan de karîn xwe bigehînin Kizilayê. DEMA DÎROK GIRT SPASÎ KIR Serokomar Erdogan wê rojê spasiya Yeketiya Ewropayê kiribû û wiha gotibû: “Cejna we pîroz be. Pêşeroja me ronî bû û hem û tişt ji bo Tirkiyeyê ye. Ji bo rojên ronî, ji bo tirkiyeyek hemdem em derketin rê û me ji bo muzakereyên YE’yê dîrok girt. Wek dîmenên li parlamentoya Ewropayê dîtin ez spasiya wan dikim. Me çiqas bêriya van dîmenan kiribû. Êdî Tirkiyeya ku berê xwe dide hundir tuneye Tirkiyeya berê xwe dide derve heye. Me duh ji bo muzakereyan dîroka 3’yê Cotmehê girt. Li ser xêrê be. Sal 1963 û sal 2004 17’ê Kanûnê.” BI BIRYARA AKPM’Ê BIHARA DIREW A DI ABORIYÊ DE BI DAWÎ BÛ Piştî wê biryarê bi taybet aboriya Tirkiyeyê di aliyê erêniyel lezgîn qezenc kir. 600 milyar dolar çavkaniyên biyanî ketin Tirkiyeyê. Endamtiya YE’yê ku civaka Tirkiyeyê piştgirî didayê vegeriya piştgiriya siyasî ya ji bo AK Partiyê. Civakê pêvajoya YE’yê wekî zengînbûn, xwe gihandina cîhanê û azadiyê didît. Di riya YE’yê de girtina Tirkiyeyê ya kontrola siyasî bandorek mezin li ser aboriyê jî kir. Beriya ku alîkariyên ji YE’yê bên qutkirin, piştî referanduma bi nîqaş hewayê “bihara direw” a di piyasayê de bi dawî bû. borsa ket û di Euro/dolarê de zêdebûn derket holê. TIRKIYE ÇAWA HAT VÊ REWŞÊ? Ji sala 2007’an ve pêvajoya sabîtbûna demokratîkbûnê, di demên dawî de vegeriyaye ji holê rakirina demokratîkbûnê û pêşketina otorîterbûnê. Girtinên girseyî yên di sala 2009’an de bi operasyonên KCK’ê destpêkirin bû destpêka vê pêşveçûna xirab. Operayonên hevpar ên AK Partî û cemaatê yên Balyoz û Ergenekonê ev pêvajo kurtir kir. Di nava salên 2013-2015’an de pêvajoya çareseriyê û agirbestê demekê hişt ku tirkiye bêhnekê bistîne lê xirakirina vê pêvajoyê ya ji aliyê Serokomar Erdogan ve pêşveçûna xirap a li Tirkiyeyê kurtir kir. XIRAKIRINA BAJARÊN KURDAN BÛ DESTPÊKA XIRABIYÊ Piştî wê dîrokê operasyonên siyasî kurtir bûn. Piştî vê biryarê di 24’ê Tîrmeha 2015’an de şerê ku li dijî bajarên kurdan hatin îlankirin û bajarên kurdan hatin xirakirin, dîmenên şerê li Tirkiyeyê kurtir bû. Şerê li herêmê wekî darbeya li bakurê Tirkiyeyê hat pênasekirin. Piştî salekê di 15’ê Tîrmeha 2016’an de hewldana darbeye ya Serokomar Erdogan wekî “litufa Xwedê” pênase dike hemû geşedanên li Tirkiyeyê ji rê derketin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê jî din av de 13 parlamenter, 84 hevşaredar û bi hezaran siyasetmedar hatin girtin. Di vê dema ku 60 hezar mirov hatin girtin de hêjamara girtî û hikûmxweran ji 210 hezarî derbas kir û ev hêjmar, hêjmara nifusa gelek bajaran li paş xwe dihêle. Bi KHK’yên hatine derxistin, ji kar derxistina kesan, îxrackirin, pêvajoya tasfiye, destdanîna ser sazî û dezgehan û gelek mijarên din bû sedema binketina demokrasiyê. Herî dawî pêvajoya referandumê ya ku bi nîqaş derbas bû biryara ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) bû nokteya dawî. Rêveberiya Tirkiyeyê ya ku ji bo hilbijartinê qezenc bike krîza bi welatên YE’yê re kur kir jî li benda vê biryara AKPM’ê bûn. Lê li şûna rewşê komî serhev bikin bi helwesta kurkirinê bû şirîkê vê biryarê. BIRYARA YE’YÊ DI HEMAN DEMÊ DE BIRYARA AK PARTIYÊ YE Biryara MKYE'ê derdikeve holê ku di heman demê de biryara AK Partiyê ya ji bo dê ji îro pêde çawa riya xwe diyar bikine. Tirkiye têkiliyên xwe yên bi YE’yê re sînordar dike û berê xwe dide herêmên otorîter. Kenan Kirkaya - dihaber