CHP dê îtîraza referandumê bibe DMME'ê 2017-04-26 16:40:36 ENQERE - Berdevka CHP'ê Selîn Sayek Boke, diyar kir ku dê encama referanduma 16'ê Nîsanê bibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê. Berdevka CHP'ê Selin Sayek Boke, têkildarî nirxandina MYK'ê ya CHP'ê ya hefteyî daxunî da. Boke, diyar kir ku dê îtiraza encama referandumê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yê. Boke diyarkir ku dê di rojên pêş de îtîrazê bibin DMME'ê û wiha got: "Bê guman em dê dîsa rojên ronî bibînin. Meclîsa Parlamenteriya Konseya Ewropa (MPKE) der barê Tirkiye de dîsa biryara venêrtinê da. Me hemû bi hevre bi xemgînî biryar şopand. Bi vê biryarê Tirkiye dibe yekem welatê Ewropa yê cara duyemîn dixin pêvajoya venêrtin û çavdêriyê. Ev biryar ne siyasî ye. Ev biryar ji ber îktîdara ku welat bi OHAL'an bi rêve dibe ye. Ev biryar nîşan dideku Tirkiye ji stantardên demokrasiyê dûr ketine.