Dîroka ji bo Serokomariya Partîyî wekî 21'ê Gulanê diyar bû 2017-04-27 15:07:23 ENQERE - AKP ji bo pergala modela Serokomariya Partîyî têxin meriyetê ketin nava tevgerê. AKP ji bo pergala Serokomariya Partîyî dê kongreya xwe ya awarte di 21'ê Gulanê de pêk bîne. Piştî di referandumê de pergala Serokomariya partîyî hat qebûl kirin û rê li pêş pergala Serokomariya Partîyî hat vekerin, endamtiya Serokomar Tayyip Erdogan a AKP'ê hat rojevê. Piştî YSK'ê encama teqez aşkere kir, diyar kir ku Erdogan dikare li AKP'ê berdewam bike. Li ser vê biryarê, dê di 21'ê Gulanê de AKP kongreya awarte pêk bine. Tê payin ku Erdogan di kongreye de bibe Serokê Gişti yê AKP'ê.