Sê nexşe û kesên di bêwextiya şevê de tên! 2017-04-30 09:06:59 ENQERE - Gotina Serokomar Erdogan a "dibe ku şevekê em ji nişka ve bên", êş û azarên erdnîgariya êşbar, bi bîra wê tîne. Di vê mijarê de 3 nexşeyên ku di dîrokên cuda de hatin amadekirin, wek delîl û belgeya kirinên kesên ku 'şevekê ji nişkave tên' dide der. Di navbera “Sîsiyê Derbekar, Îsraîla Sîyonîst, Esedê Kujer, Ewropaya Naziyî, DYA û Rûsyaya Gawir" û Tirkiyeyê de gelek caran pirsgirêkên derketin û ev pirsgirêk bi awayekî hatin çareserkirin, lê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya der barê kurdan de tu guherînan nake. Herî dawî Serokomar Erdogan qesta kurdan kir û dirûşmeya aîdî MHP'ê ya "Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên" berz kir. Vê gotina Erdogan, careke din pêkanîn û pêkûtiyên demên berê bi bîr xistin. Di vê mijarê de 3 nexşeyên ku berê îşaret bi erdnîgariya kurdan dikirin hebûn. Ev nexşe wateya gotina "Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên" nîşan didin. NEXŞEYA GORÊN GIŞTÎ Yek ji van nexşeyan, nexşeya aîdî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ye. Di sala 2013'an de, yanî di destpêka pêvajoya çareseriyê de hat amadekirin. Ev nexşe der barê aqûbeta 17 hezar û 500 kesên ku di salên 1990'î de, di bin çavan de û bin înfazan hatin windakirin de ye. Ev nexşe wek xebateke herî kartêker hat qebûlkirin. Ev nexşe çîroka kesên ku, ji aliyê kesên şevekê ji nişka ve hatin û ew ji hezkiriyên wan, ji malên wan birin û careke din agahî ji wan nehatin stendin vedibêje. Ev nexşe, nexşeya Gorên Giştî ye. ÎHD'ê di daxuyaniya xwe ya wê demê de, ragihandibû ku wan 253 gorên giştî tespît kirine û îşaret pê kiribû ku, di van goran de 3 hezar û 248 kes hene. NEXŞEYA ŞERÊ DERKETINA KOLANAN Nexşeya duyemîn, windahiyên ku di dema îlankirina qedexeyên derketina kolanan ên di navbera Tebaxa 2015 û 20'ê Nîsana 2016'an de, di xwe de dihebîne. Ji aliyê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ve hat amadekirin. Li gor daneyên di vê nexşeyê de, li 7 bajar û 22 navçeyan herî kêm 65 caran qedexeya derketina derve hat îlankirin û ev qedexe bandor li milyon û 642 hezar kesî kiriye. Li gor vê nexşeyê, 78 jê zarok, 69 jê jin û bi giştî 338 sivîlên ku temenê wan di ser 30-60 salan de bûn jiyana xwe ji dest dan. Ev nexşe jî bîlançoya şerê ku şevekê "ji nişka ve hat îlankirin" û "qedexeyên derketina kolanan" ên piştî vî şerî hatin îlankirin dide der. NEXŞEYA BINPÊKIRINA HILBIJARTINÊ Nexşeya sêyemîn ji van her du nexşeyan cudatir e. Ev nexşe, binpêkirinên referandûma 16'ê Nîsanê di xwe de dihebîne. Di vê nexşeyê de, herêmên ku herî zêde lê dengên bêmohr hatine bikaranîn (ku ev deng çarenûsa referandûmê diyar kirin) di xwe de dihebîne. Bi vê nexşeyê re vîna kurdan hat guherandin û li gor vê nexşeyê gotinên "Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên" xwe di nexşeya yekemîn û duyemîn de didin der. XALA HEVPAR A NEXŞEYAN Her 3 nexşe jî îşaretê bi heman herêman dikin. Her çi qas serdem biguherin jî, lê pêkanîn û sepandin heman tişt in û ev nexşeyên êşbar bi piranî wek marîfeta "kesên şevekê ji nişka ve tên" xwe dan der. Hêjayî gotinê ye ku mirov dikare ji van nexşeyan re bibêje nexşeyên "cihên herî zêde qeyûm tayînî wan hatin kirin, cihên herî zêde vîna wan hat desteserkirin, cihên herî zêde siyasetmedar lê hatin girtin, cihê herî zêde mirin lê çêbûn, cihên herî zêde çek û leşker lê hene, cihên herî zêde liv û tevgera hewayî xwe lê didin der, cihê herî zêde kuştina zarokên ku keviran diavêjin lê hene" bi xwe ne. ANTER: EM BI WAN KESÊN KU ŞEVEKÊ JI NIŞKA VE TÊN DIZANIN Kurê Musa Anter ê ku bû qurbanê cinayetên kiryar nediyar, Dicle Anter anî ziman ku gotina "Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên", "cinayetên kiryar nediyar û pêkanînên JÎTEM'ê" tîne bîra wî. Anter wiha got: "Ev gotin serdegirtina gundan û cinayetên kiryar nediyar ên salên 90'î tîne bîra mirovan. Qey dîsa sinyala vê tê dayîn. Em bi wan kesên ku şevekê ji nişka ve tên baş dizanin." Anter, îşaret pê anî ku zimanê tê bikaranîn zimanê "şer û tehdîdê" ye û got ku, ev tehdîd li hemû civakê tê kirin. Anter, anî ziman ku di navbera rewşa karker, kedkar û kurdan de tu ferq tune ye û wiha axivî: "Kes nizane dê çi bibe. Nediyariyeke gelek mezin heye. Te dî hewayeke bêhnçikîn heye, ewr reş dibin û wê kêliyê hûn dixwazin demek berî demekê bibare. Ev jî tiştekî wisa ye. Ev gotin civakê nerihet dikin, dixwazin civakan bera hev bidin. Tu beramberiyeke van gotinan tune ye. Temam, em bibêjin hûn ji nişka ve hatin, lê paşê dê çi bibe. Piştî vê saetê kes... Binihêrin, Şengal û Rojavayê bombebaran kirin, paşê DYA hêzên xwe li ser xeta sînor bicihkirin. Îjar bila niha biçin bombebaran bikin. Di navbera xwe de jî nelihevkirineke wan a mezin heye. Li hemberî van gotinan, ya ku divê kurd bikin tenê yekîtî ye. Divê PDK bibêje, tu dixwazî bibêjî çi. Xaka Kurdistanê bombebaran dike, lê piştî bombebarankirinê tu nikarî deng derbixînî. Ev tiştên girîng in. Li Tirkiyeyê hîsiyata biratiyê winda bûye. Vegotinên biratî û aştiyê tune ne."