HDP: Em 3 Fîdanan ji bîr nakin 2017-05-06 13:18:35 ENQERE - HDP’ê di peyama ji bo salvegera Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan dayî de diyar kir ku darvekirina wan “cînayetek hiqûqiye” û wiha got: “Em 3 Fîdanan ji bîr nakin. Burokatên leşkeri-sivîl, dozger, dadgeh û polîtîkaciyên ku hevkarên darvekirinê ne di wijdanên me de nehatin efûkirin.” Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), derbarê 6’ê Gulanê salvegera darvekirina rêberên şeroşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya ji aliyê MYK’a HDP’ê ve bi sernavê “em 3 Fîdanan ji bîr nakin” hat dayîn de, hat diyarkirin ku 6’ê Gulana 1972’yan wekî lekeyek reş a rejîma siyasî ketiya dîroka Tirkiyeyê. HDP’ê da zanîn ku beriya 45 salan di pergala ku hestên dadê kor bû ye de cînayetek hiqûqê pêk hat û wiha got: “Di vê cînayetê de ne tene dadgehê parlamentoyê jî alîkarî daye. Li Meclîsê ji Partiya Dadê bigire heta CHP’ê û partiyên din bi 273 dengan gotin ‘Erê’ û Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan birin sêdarê.” Di berdewamiya daxuyaniyê de HDP’ê ev tişt anîn ziman: “Kesên gotin erê û destê xwe rakirin, kesên bit irs bêdeng man wekî lekeleyî reş ketine dîrokê. . Burokatên leşkeri-sivîl, dozger, dadgeh û polîtîkaciyên ku hevkarên darvekirinê ne di wijdanên me de nehatin efûkirin. Heman zihniyet piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an bi dehan kes darvekirin û ket dîrokê. Nûnerên zîhniyeta ku bi bene darvekirinê polîtîka meşandinin, îro jî di destê wan de ben, li ser zimaê wan darvekirin dixwazin welat vegerînin erdnîgariyek ku bi darvekirinên siyasî bê birêvebirin. Ji 6’ê Gulana 1972’yna ve êşa ku mirina van 3 gulan daye ji dile me derneketiye. Sekna van 3 Fîdanan a di têkoşîna azadî, wekhevî û dadê de û dirûşmeya wan a ‘Bijî biratiya gelên Kurd û Tirk” ne hatiye jibîr kirin. Em dizanin, dest ji têkoşîna welatekê azad, bi dad û demokratîk bernedan; şopandina riya herî rast a kesên ku ji bo azadî û wekheviyê jiyana xwe ji dest dane ye. Nav û têkoşîna wan a bi biryar, di dil û mejiyê milyonan de dijî û dê bijî jî. Em ê hertim wan bi serî rakirin û sekna birûmet bi bîr bînin. Em li ber bîranînên wan carekdin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”