Vekişîna Boke bi krîza piştî referandumê ve girêdayî ye 2017-05-07 09:05:44 ENQERE - Piştî referandûmê di nav CHP'ê de gengeşî dest pê kiribûn. Ev gengeşî bi îstifaya berdevka partiyê Selîn Sayek Bokeyê gihişt merheleyeke nû. Her wiha dê di civîna Meclîsa Partiyê ya îroyîn de jî, biryara şandina dîsîplînê ya der barê Fikri Saglar ê ku Kiliçdaroglu ew kir hedef diyar bibe. Veqetîn û gengeşiyên ku piştî referandûmê di nav CHP'ê de xwe dan der, her diçe kûrtir dibin. Piştî bangawaziyên komcivînê û bangewaziyên ji bo îstifakirina Kemal Kiliçdaroglu, vê carê jî Berdevka CHP'ê Selin Sayek Boke ji peywirên xwe yên rêveberiyê îstifa kir. Her wiha Boke, li gel berdevkiya xwe ya partiyê, Alîgira Serokatiya Giştî ya Berpisiyara Aboriyê bû jî. ÎSTIFA BERDEWAMA NÎQAŞA SÎNE-Î MILLETÊ YE Tişta balkêş ew e ku, Boke beriya civîna Meclîsa Partiyê ya ku dê îro bê çêkirin îstifa kir. Boke, diyar kir ku ew ê niha ji bilî daxuyaniya nivîskî ya ku daye neaxive. Lê belê piştî referandûmê Bokeyê gotibû "sîne-î mîllet jî di nav de me hemû mijar nîqaş kirin" û li gor derdora ku nêzîkê Bokeyê ye, ev biryara îstifakirinê xwe dispêre tekzîba van gotinên Bokeyê. Di daxuyaniya nivîskî ya Bokeyê de, îşaret bi gotinên "ez naxwazim bibim perçeyeke feraseta partiyê" hat kirin û her wiha li gel vê îşaret pê kir ku, ev demeke hewl dide ku "vê ferasetê biguherînin", lê belê derfetên guherandinê nemane. Derdora nêzîkî Bokeyê jî îşaret pê kir ku, ew gotinên Bokeyê yên der barê referandûmê yên ku ji aliyê Serokwekîlê Koma CHP'ê Levent Gok ve hatin derewandin, krîzê kûrtir kiriye û diyar kirin ku, ev "Bû sedema destpêka veqetînê". BOKE NE NÊZÎ KESÊN KU DAXWAZA KOMCIVÎNÊ DIKIN' Hat diyarkirin ku, îstifakirina Bokeyê ne eleqedarî "nîqaşên kongreyê" ne, yên ku di nav partiyên de tên kirin û hat gotin ku, Boke ne nêzîkî kesên wek Deniz Baykal, Muharrem Înce yên ku daxwaza kongreyê dikin in. MECLÎSA PARTIYÊ JI BO FÎKRÎ SAGLAR DICIVE Her wiha, dê îro Meclîsa Partiyê ya CHP'ê jî ji bo madeyekê bicive. Dê Meclîsa Partiyê ji bo sewqkirina dîsîplînê ya Fîkrî Saglar ê ku ji ber daxuyaniyên wî Kemal Kiliçdaroglu jê re got "ez ê te bavêjim pişt derî" bicive û dê dengdana vê daxwaza sewqkirina dîsîplînê bike. Di CHP'ê de derdorên ku guherîn û nêzîkatiyên demokratîk diparêzin piştevaniya Saglar dikin û bertekê nîşanî rêveberiya partiyê didin. HEKE MIROV NIKARIBIN DI CHP'Ê DE FIKRÊN XWE VEBÊJIN, NEXWE DÊ LI KUDERÊ VEBÊJIN? Endamekî Meclîsa Partiyê wiha got: "Ez tim li hemberî îxracan, bêbandorkirina bi riya dîsplînan rawestiyam. Heke mirov nikaribin di partiyên demokrat de fikrên xwe beyan bikin, nexwe dê li kuderê beyan bikin. Ez ne alîgirê ku partiya me mirovan îxrac bike me. Fikri beg ji bo vê partiyê nirxekî girîng e. Ji dêvla ku em nirxên nû li partiya xwe zêde bikin, lê em nirxên heyî xerc dikin. Hêvîdar im ku, ji civîna sibê encameke bi xêr derkeve."