MP a CHP'ê civiya 2017-05-07 14:48:31 ENQERE - CHP ji bo sewqa Parlamenterê Mêrsînê Fîkrî Saglar a Lijneya Dîsîplîna Bilind nîqaş bike di bin serokariya Kemal Kiliçdaroglu de kom bû. Meclîsa Partiya CHP’ê (PM) ji bo ji bo sewqa Parlamenterê Mêrsînê Fîkrî Saglar a Lijneya Dîsîplîna Bilind nîqaş bike di bin serokariya SErokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu de kom bû. di civîna Lijneya Rêveber a Navendî ya roja Çarşemê de, derbarê Saglar de ji bo lêpirsîna dîsîplînê bê vekirin bi yek dengî biryara hat girtin ku di civîna PM’ê de bê daxwazkirin. Yekane mijara civîna PM’ê rewşa Saglar e. Hat diyarkirin ku di PM’ê de bi sernava “derxistin” û 70’emîn madeya destûrnameyê bi tedbîr sewqî Lijneya Dîsîplîna Bilindkirin heye. Di nivîsa bangê de tê xwestin ku ji bo Saglar fikraya F a madeya 68’emîn a destûrnameyê jî bê bikaranîn. Hat diyarkirin ku dê Kiliçdaroglu ne tenê tayînkirina berdevkiya partiye dê di MYK’ê de jî guhertinên sînordar bike. Tê payîn ku ne bi dem re dê di nava çend rojan de pêk bîne.