Atici yê CHP'î: Wekî Demîrtaş got kesên gotin 'Erê' divê bên qanîkirin 2017-05-08 09:35:29 ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku li ser rêgezan bi her awayî tifaq dikare bê kirin û wiha axivî: "Wekî ku Demîrtaş got divê em kesên ku gotin 'erê' jî di eniya demokrasiyê de qanî bikin. Li ser esasê rêgezê dema ku yekîtî çêbibe nav dê bêwate bimîne." Referandum a ku bi nîqaşên "biguman" bi dawî bû bi xwere bingeheke demokrasiyê jî derxist holê, di nava civaka Tirkiyeyê de hêviya pêşeroja ku demokrasî bû sazkirin û bigihije noqteyeke ronî vî bi xwe re anî. Lê ligel vê yekê jî du pirsên bingehîn û pirsgirêk jî hene. CHP a ku piştî referandumê nîqaşên navxweyî zêde bûn lê di heman demê de destkeftiyeke mezin a demokrasiyê jî gelo di nava nîqaşên li ser "tifaqê" ya demên dawî tê kirin de li kû cih bigire? CHP û HDP a ku du hemayên bingehîn a eniya "Na" bûn gelo dikarin di heman tifaqê de cih bigirin? 'LÊGERÎNA TIFAQÊ JI BER DAXWAZA BIHEVRE JIYANÊ YE' Rayedarên HDP'ê dibêjin ku tifaq di nava rêxistinan de na divê di nava gel de bê kirin. CHP'ê di vî mijarê de çi difikirin? Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku lêgerîna tifaqan ji ber daxwaza bihevre jiyanê demokrasiyê ye lê di lêgerîna tifaqan de tekane rê ew e ku divê "berjewandiyên partî û kesan nebe." 'WEKÎ DEMÎRTAŞ GOT DIVÊ KESÊN OTIN ERÊ BÊN QANÎKIRIN' Atici destnîşan kir ku "lêgerîna tifaqê" ya bi berjewendiyên partî, kom û kesan bê kirin dê bi ser nekevin û dikare zirarê bide û wiha berdewam kir: "Di vê mijarê de divê lêgerîna me ya tifaqê berfireh be. Wekî ku Demîrtaş got divê em kesên ku gotin 'Erê' jî di eniya demokrasiyê de qanî bikin." Atici bilêv kir ku ger ku lêgerîna tifaqê li ser parçekirina civakê be ev dê gelek xetere be ji ber vê yekê jî lêgerîna tifaqê divê koman bîne cem hev û bigihîne hev. 'YEKÎTIYA CHP Û HDP'Ê DIVÊ BIHÊLIN DEMÊ' Atici têkîldarî pirsên ku gelo CHP û HDP dikarin nêzîkî hev bibin jî nirxandina "li ser esasê rêgezan" bi her awayî tifaq dikare bê kirin. Atici bal kişand demên ku siyaseta kurd di nava CHP û SHP'ê de cih girtiye û nirxandina "pêkanîna tifaqan neyê wateya nêzîkatiya bêrêgez" kir anî ziman ku divê ji bo vê demê tifaqa di navbera CHP û HDP'ê ji demê re bihêlin. Atici wiha got: "Tifaqên ku nabe bi zorê divê nekin. Divê ev yek ji demê re bê hiştin." 'JI BO AŞTÎ Û BIRATIYÊ BI HER AWAYÎ HEVDÎTIN DIKARE BÊ KIRIN' Ataci têkîldarî pirsgirêka di navbera herdu aliyan de nirxandina "nêrîna li şîdetê û nêzîkatiya çareseriya pirsgirêkên bingehîn" kir û diyar kir ku ger uk di van mijaran de lihevkirinek hebe ji bo aştî, azadî û biratiyê bi her awayî hevdîtin bê kirin. 'GER KU DI RÊGEZAN DE YEKÎTÎ HEBE NAV BÊWATE DIBE' Ataci bal kişand li ser nirxandinên Denîz Baykal ên piştî referandumê ya li ser tifaqan û nirxandinên ji bo serokomarê 11'emîn Abdullah Atici û wiha axivî: "Denîz beg siyasetmedarekî bi tecrube û cidî ye. Qesta wî ne ew e ku bila Gul bê derbasî serê CHP'ê be nabe. Gul nikare bi vî rengî kom bike. Divê le ser bingeha rêgezan li hev bikin ger ku yekîtî hebe wê demê nav wateya xwe winda dike." Kenan Kirkaya - dîhaber