Doç. Demîrer: Siyaseta Tirkiyeyê di dema herî tarî de ye 2017-05-09 09:12:18 KOCAELÎ - Siyasetzan Doç. Yucel Demirer ê hat îxrackirin, destnîşan kir ku Tirkiye di serdema xwe ya herî tarî de ye û wiha got: "Mumkun e ku mirov behsa bilindbûneke faşîzan bike. Lê divê em bi hevre li dijî vê bitêkoşin." Siyasetzan Doç. Yucel Demirer ê ku ji ber Danezana Akdemîsyeyan a Ji bo Aştiyê îmze kir û bi Biryanameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin, geşedanên siyasî yên dawî yên Tirkiyeyê nirxandin û dest nîşan kir ku, Tirkiye di dîroka siyaseta xwe de, di serdema xwe ya herî tarî de ye. Her wiha Demirer anî ziman ku, tekane rizgarkirina ji vê tarîtiyê ew e ku, divê ji bo têkoşîneke pevre çepgiriya Tirkiyeyê ya belawela li hev kom bibe. 'DÊ ŞIDET ZÊDE BIBE' Demirer, bal kişand ku encamên referandûmê manîpulasyonek in û li ser navê bloka "Erê" tu destkeftî tune ne û wiha got: "Ew li bendê bûn ku, bi ferqeke mezin bi ser kevin, lê nebû. Ev manîpulasyon ji ber pêdiviyekê çêbû. Îlankirina encamên hilbijartinê li holê ne. Wek hilbijartinên din, me di encamên vê hilbijartina referandûmê de jî dît ku ji sedî 55 dengên muhafezekaran tune ye. Derdora laîk a ji sedî 30 û rola kurdan ên ku di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî roleke girîng in, cihekî berbiçav girtin. Encamên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê careke din tiştek nîşanî me da. Me didît ku girseyeke ku romanên hev naxwînin, muzîka hev guhdar nakin heye, lê belê ev rewş bi encamên referandûmê re hat tescîlkirin." Demirer, diyar kir ku îktîdar li hemberî vê encamê sinyalên birêvebirina siyaseteke zaf talûke dane û wiha axivî: "Piştî referandûmê nîqaşên wek 'Serokomar vegeriya partiya xwe' ketin rojevê. Li gel ku encamên referandûmê bi şaîbe ne, lê ji bo vê dihat payîn ku dê vekişînek çêbibe, lê belê em dibînin ku bereksê vê hewldanên ku dê şidetê zêde bikin xwe didin der." ‘DIVÊ SIYASETEKE RASTEQÎNE BÊ KIRIN' Demirer, diyar kir ku bi biryarên YSK'ê bi awayekî zelal derket holê ku referandûm bi şaîbe bûye û wiha got: "Divê pêvajoya heyî de, biryarên YSK'ê ne bûyereke ku em bibêjin 'kêliyeke dîrokî' bû. Biryareke ku bi tu awayî li huqûq û mantiqê nayê bû. Dema mirov li rêzikname û huqûqa heyî dinihêre, dayîna biryareke wisa qethiyen xelet e. Dê ev rewş di pirtûkên siyasî yên bên nivîsandin de, wek rewşeke bişaîbe cihê xwe bigire." Demirer, anî ziman ku dê di pêvajoya pêş de şer xwe bide der û divê mirov hay ji vê hebin. Demirer wiha domand: "Bi weşandina KHK'ya dawîn re, me ev careke din jî dît. Niha sinyalên ku dê têkoşîna siyasî dijwar bibin hatine dayîn. Divê li hemberî vê rewşê ne bi reşbîniyî, siyaseteke rasteqîne bê birêvebirin." 'SIYASETA AKP'Ê ÇIVANOKAN XÊZ DIKE' Demirer, biryara venihêrtina siyaseta Tirkiyeyê ya Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) jî nirxand. Demirer, da zanîn ku ev biryareke di cih de ye û wiha axivî: "Ev biryar tê wateya ku Tirkiye ji komê dikeve. Li hemberî ketina ji komê, wisa dixuyê ku dê bersiva pêşengên Tirkiyeyê ya li hemberî ketina komê ne vekirî û rast be. Dema em li axaftina kesê ku wek Serokomar dixuyê dinihêrin, em dibînin ku bi îfadeyên tund van biryaran rexne dike. Bi taybetî jî dê rewşên ku li Kurdistana Tirkiyeyê xwe didin der zaf bên axaftin." Demirer, bi bîr xist ku dema AK Partî nû hat avakirin bi endamtiya Ewropayê re pêş ve çû û got ku, asta ku hatiyê asteke hezîn e. Demirer, dest nîşan kir ku AK Partî di jiyana xwe ya siyasî de tim çivanok xêz kirine, polîtîkayeke bêparseng şopandiye û wiha got: "Ne dengên HDP, CHP û an jî derdorên çepgir ên din; lê derdoreke ku di nav AKP'ê de deng dane jî, vê fikra veqetîna ji Yekîtiya Ewropayê rast nabînin. Li Tirkiyeyê, di serdemên ku kar baş bi rê ve nediçûn jî, Tirkiye di aboriya cîhanê de di nav rêza 20'emîn de cih digirt. Lê niha ne wisa ye. Ne mumkun e ku niha çerxa aboriya Tirkiyeyê bi pereyên ku ji Asyaya Navîn û bi taybetî jî Katarê tên bigere. A rast wisa difikirim ku, piştî referandûmê bi çend hefteyan dê der barê pirsgirêkên bi Yekîtiya Ewropayê re bi paş ve gav bên avêtin." 'BI POLÎTÎKAYA ŞERÎ SIYASET TÊ BIRÊVEBIRIN' Demirer, dest nîşan kir ku Tirkiye avaniya siyaseta xwe tim li ser şer ava dike û bi taybetî jî êrîşî xakên Kurdistanê dike û wiha domand: "Du xalên sereke yên bombebarankirina Rojava û Şengalê hene. Wisa difikirim ku xala yekemîn; vegotinên netewperest ên bi taybetî piştî referandûmê zêde bûn, heta vegotinên nîjadperest bi xwe ne. Ya duyemîn jî, ji bo di ser polîtîkayên şerî xwe bi rê ve bibe, pêdivî bi nêvengeke şerî dibîne. Ji bo wê girseya ku hem di warê polîtîkaya xwe Sûriyeyê de û hem jî di warê xeta derhuqîqî de zevt kiriye di dest de bihêle wisa tevdigere." Demirer, îşaret pê kir ku bi kişkişkirina çapemeniya hewzê ya Tirkiyeyê, hewl didin ku hêzên kurdan ên li Rojavayê wek "terorîst" biwesfînin û wiha axivî: "Yên ji nêz ve dişopînin dizanin ku, YPG û koalîsyona ku hêzên kurdan di nav de ne heye. Ew avanî ne wek komeke terorîst, bereksê vê ji bo îstikrara wir, li wir cih digirin. Tenê ravekirina van vegotinan di çapemeniya alîgir a Tirkiyeyê de heye." 'JI BO HILBIJARTINAN DIBE KU ŞER DERXÎNIN' Demirer, bi bîr xist ku di polîtîkaya derve de tu rêz û baweriyek ji bo Tirkiyeyê nemaye û wiha got: "Di bombebaran dawîn a Şengalê de mirina pêşmergeyan û tevgerîna ku bi awayekê bêperwa xwe daye der, qet rewşeke metelhiştî nedaye der. Demirer, anî ziman ku êrîşên li hemberî gelê kurd têkildarî polîtîkaya navxweyî ne û wiha domand: "Ev bêrêgezî, di polîtîkaya navxweyî de ji bo alîgirên xwe têr bikin, aş bikin tên kirin û ev birêveçûneke xeternak e. Van rojan rojnamegerên piştevaniya AKP'ê dikin jî dibêjin 'heke wisa biçe em ê di hilbijartinên 2019'an de bi ser nekevin'. Heta wisa dixuyê ku dê welat veguherînin nêvenga şer. Tu hêviyeke me tune ye ku, dê pêşengiya ku di bin kontrola Serokomar Erdogan de ye xwe ji tiştekî wisa dûr bixîne." 'DIVÊ DEMILDEST SOSYALÎST BICIVIN' Demirer, diyar kir ku di siyaseta cîhanê de guherîn çêdibin û avaniya siyseta Tirkiyeyê girêdayî vê guherînê û wiha berdewam kir: "Li hemû cîhanê rêveberiyên antî-demokratîk cihê xwe digirin. Bernîşana hevpar a vana hemûyan, hilbijartinên nimûneyî, bêerkiya parlementoyê, biryarên derhuqûqî û by-passkirina qanûna ye. Bi awayekî zêde em vana li Tirkiyeyê dibînin. Siyaseta Tirkiyeyê di şert û mercên zor de radestî serdema li pêş me bû. Hevserokên HDP'ê, rêveber û parlementerên wê di girtîgehê de ne. Hikûmeta heyî bi vê xeta xwe çi qasî baweriyê dide girseyan baş nizanim" anî ziman ku, tişta herî rast ew e ku ji bo azadî û demokrasiyê tevgerîna pevre ye. Demirer, îşaret pê kir ku di nav komên çepgir û sosyalîst ên Tirkiyeyê de belavbûneke zaf cidî heye û got ku, ji bo pêşveçûyîna têkoşînê divê demildest bicivin. 'DENGÊ LINGÊN FAŞÎMÊ BILIND DIBE' Demirer, anî ziman ku piştî pêvajoya Geziyê hikûmet bi awayekî cidî berhevkarî kiriye û wiha axivî: "Têkoşîna rêxistinbûyî û partiyî zaf girîng be jî, bi taybetî divê girse bi însiyatîfa xwe tevdîran bigire. Bloka îktîdarê, piştî pêvajoya Geziyê berhevkariyeke cidî kir. Li pêşberî girseyan pergaleke ku di warê çendaniyî de derfetên xwe zêdekirine heye. Pergaleke ewlehiya ya ku li gor berê kêmtir hatine perwerdekirin, ciwantir û bi qanûnan qada tevgerîna ji bo wê hatiye berfirehkirin heye. Li herêmên ku welatî bi kurdî lê diaxivin, me dît bê ka çi hat kirin. Mirov nikare garantiyê bide ku dê tiştên bi vî rengî li her çar aliyên Tirkiyeyê xwe nedin der. Ji ber vê divê li gel her tiştî jî, em li gel hev bin û ev pevrebûn mayîn de bibe." Demirer, diyar kir ku divê bloka "Na"yê ya pêvajoya referandûmê, ji bo muxalefeteke hêzdar wê pevrebûna xwe bidomîne û wiha axivî: "Tirkiye di dîroka siyaseta xwe de, serdema xwe ya herî tarî dijî. Mumkun e ku mirov behsa bilindbûneke faşîzan bike. Her diçe dengê lingên faşîzmê bilind dibe. Lê divê em pevre li hemberî vê bitêkoşin."