‘Em ê bi hev re pêşniyara Demirtaş a tifaqa civakî bihûnin' 2017-05-12 09:10:08 STENBOL - Prof. Dr. Beyza Ustun, gotinên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ên "Tifaqa Civakiyî" nirxandin. Ustun, diyar kir ku Demirtaş behsa tifaqeke civakiyî ya di ser partiyan re ye kiriye û wiha got: "Em bi hev re, bi piştevaniyî dikarin vê bihûnin." Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, hefteya borî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê nameyek şand û di vê nameyê de behsa "tifaqê" kir. Akdemîsyanan van gotinên Demirtaş nirxandin. Endama MYK'ê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun û Doç. Dr. Semih Akça yê ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji Zanîngeha Yildizê hat îxrackirin "tifaqa" ku Demirtaş behsa wê kir nirxandin. Prof. Dr. Beyza Ustun, bi bîr xist ku hema bêje di referandûmê de "Na" û "Erê" nêvî nêvî derketine û wiha axivî: "Derdoreke zêde ya civakê ji rêveberiya yekzilamî re got 'Na'. Wek HDP, em siyaseteke ku veguherîna civakiyî û jiyaneke nû qebûl dike bi rê ve dibin. Siyaseteke ku ji bo şer bê rawestandin û aştî bê tesîskirin, ji bo hemû derdorên vê xakê wekhev û azad bin bi rê ve dibin. Hemû kesên fikra wan wek a HDP, HDK'ê ye gotin 'Na'. Ev biqîmet e. HDP, vê gotina 'Na'yê, ji vir mezin dike û ji ber vê ye ku dibêje ez ê çawa piştevaniya civakiyî çêbikim. Li vê digere û vê lêgerîna xwe didomîne." 'BEDÊLA WÊ ÇI DIBE BILA BE, DÊ TÊKOŞÎNA ME BERDEWAM BIKE' Ustun, balê kişand ser çewisandin, girtin û binçavkirinên ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li hemberî HDP'ê hatin kirin û wiha got: "Kesên azadî, aştiyê dixwazin û dibêjin bila li vê xakê êdî pêvajoya aştiyê bidome, van çewisandinan dibînin. Me di referandûmê de ji van polîtîkayan re got 'Na'." Ustun, balê kişand ser rewşa girtina hevserokên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdagê jî û wiha axivî: "Vîna vî gelî hat girtin. Her çi qas pergal sifetên cuda lê bike û bigire jî, ew hevserokên me ne. Bedêla wê çi dibe bila be, em ê tim û tim gotina xwe bi awayekî azad bibêjin." 'BEHSA TIFAQEKE CIVAKIYÎ TÊ KIRIN' Ustun, gotinên Demirtaş ên wek "Rêjeya 'Erê' an jî 'Na'yê negirîng e. Wek civakiyî a rast em ê ber bi jiyana ku em wê dixwazin ve biçin" nirxandin û wiha domand: "Li vir behsa tifaqeke civakiyî tê kirin. Li hemberî kesên me marjînlîze dikin, gelan dabeş dikin nêrîna wî çi dibe bila be, a rast li vê erdnîgariyê em ê bi hev re piştevaniya civakiyî ava bikin. Û wê jiyana ku em wê dixwazin em ê bi hev re bihûnin. Dema dibêje tifaqa civakiyî, vê peyamê dide gelan. Heta ku gel wekhev û azad bijîn, li jiyaneke ku kedxwarî lê tune be bijî, heta ku gelên li ser vê axê bi salan e ji bo azadiyê tê dikoşin, bi taybetî jî gelê kurd azad nebe, heta em hemû azad nebin û wekhev nejîn dê ev têkoşîn û piştevaniya me bidomîne. Paşê jî ji ber em ê jiyaneke nû bihûnin, em ê bi awayekî rast piştevaniya hev bikin. Em ê bi hev re bi tifaqa civakiyî vê jiyanê bihûnin. Wekî din alternatîfek me yî din tune ye. Jiyaneke ku em bi hev re şer bikin, hev bişikînin nemumkun e. Em ê tev de di bin gerînekekê de bimînin. Ji ber vê yekê, careke din her kesî vexwand aştî û jiyaneke bi hev re. Hevserokê me yê hêja Demirtaş balê kişand ser vê." 'NE PARTÎ, BEHSA PIŞTEVANIYA CIVAKIYÎ DIKE' Ustun, dest nîşan kir ku tifaqa ku Demirtaş balê dikşîne serê ne tifaqa partiyan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Behsa tifaqa HDP'ê ya bi AKP'ê an jî tifaqa HDP'ê ya bi partiyeke din re nake. Behsa toreke piştevaniya civakiyî dike. Behs dike ku dê ev piştevanî û siyaset, li ser zemîneke parlementer û di nêvengeke aştiyane de bê çareserkirin. Ji xwe divê li ser vê zemîna parlementer her kes feraseta xwe ya azadiyê derxîne holê û divê em demokrasiyê bihûnin. Behsa honana demokrasiyê dike. Ji bo vê jî dibêje, navnîşana rast Meclîs e. Lê behsa 18 madeyên Qanûna Bingehîn ên ku di referandûmê de dengdayîna wan hat kirin nake. Bi rastî jî behsa qanûneke bingehîn a demokratîk dike. Ji bo kirina vê jî, ji xwe bar dikeve ser hemû kesên li ser zemîne parlementeriyê ne. Navê vê bûye AKP'yî, MHP'yî, CHP'yî. Li vir rasterast behsa zemîneke itifaqê nake. Û ya me jî tune ye. Lê em bi hev re, dikarin demokrasiyê li qada parlemento û civakiyî de bi piştevaniyê bihûnin. Ji bo hûnandina vê jî em xwedî biryar in. Behsa vê dike. Lê behsa tifaqeke partiyeke sazîbûyînê an jî du partiyên sazîbûyîniyî nake. Asta êrîşên faşîzm û kapîtalîzmê çi dibe bila be, em ê li vê xakê bi awayekî azad û wekhev bijîn. Dê gel bi piştevaniyî vê jiyanê bihûnin." 'KÊMANIYA ENIYA DEMOKRATÎK HEYE' Doç. Dr. Semih Akça jî, îşaret pê kir ku li Tirkiyeyê di bin navê serokatiyê de otorîterî û rejîmeke nû tê avakirin û wiha axivî: "Li hemberî pergala ku tê xwestin ava bikin, kêmaniya eniyeke demokratîk heye. Di referandûmê de, dîmena ku civak dabeşî du perçeyan bû derket holê. Divê ev blok bi awayekî zêde homojen neyên dîtin. Yanî di navbera vana de rewşeke heterojen heye. Eniyeke demokratîk a ku ji alîgirên bloka 'Erê' bê çêkirin, unsurên ku bên bidestxistin hene. yanî Demirtaş dibêje, divê ev bi unsurên xwedî perspektîfeke demokratîk û azadîxwaz yên eniya 'Na'yê re bên gel hev û blokek bê avakirin. Muhtemelen, dibêje pêdivî bi avaniya siyaseteke wisa heye."