Sarihan: Tirkiye girtîgeheke fireh e 2017-05-12 09:14:44 ENQERE - Serokwekîla Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Şenal Sarihan, anî ziman ku dê îktîdar bi daxwaza xwe OHAL'ê raneke, dê her biçe binpêkirinên mafan zêde bibin. Sarihan wiha got: "Tirkiye girtîgeheke fireh e." Serokwekîla Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê û Parlementera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, her hefte bi weşandina "rapora mafên mirovan" rojevê diyar dike. Sarihan, binpêkirinên mafan, bandora biryara "venêrîna siyasî" ya AK Partiyê ya li ser binpêkirinên mafan nirxandin. ‘OHAL NAYÊ RAKIRIN, DÊ BINPÊKIRIN BIDOMIN' Sarihan, anî ziman ku piştî referandûmê der barê binpêkirinên mafan de ew ne li benda geşedaneke erênî ye. Sarihan, gotinên Serokwezîr Yildirim ên "Em di şert û mercên OHAL'ê de ne referandûmê ne jî hilbijartinê dikin" bi bîr xist û wiha got: "Ji ber vê em ne li benda geşedaneke erênî ne. Çimkî, di şert û mercên OHAL'ê de hat kirin. Paşê OHAL 3 mehên din jî hat dirêjkirin. Piştî referandûmê mijara ewil a parlementoyê dirêjkirina OHAL'ê bû." Sarihan, îşaret pê kir ku OHAL ji bo îktîdarê wek "amûra hesabpirsînê" tê bikaranîn û wiha axivî: "Hem li hemberî yên navxwe hem jî li hemberî hemû derdorên çepgir ên muxalif. Niha pêvajoyeke ku li mafan nayê gerîn, afirandina sedemên îhlalan heye. Ez dibêm dê OHAL neyê rakirin û dê pêvajoyeke ku dawî li çewisandin û binpêkirina bê çênebe." ‘EM HÊZÊ JI PÊŞENGÊN ŞOREŞGER ÊN BERÊ BISTÎNIN' Sarihan wiha domand: “Dê têkoşîna muxalefetê OHAL û vê pêvajoyê ji holê rake. An jî îktîdar ji xweber, guherandina vê nêvenga ku bi kêrî wê tê pêşniyar nake. Hêza têkoşînê ya ku rê li ber civakekê vedike çî ye? Pirî caran bi bîr anîna pêşengên şoreşger ê berê, bûyerê girîng ê berê hêzê digire. Belkî jî piştî 77'an cara ewil e ku me 1'ê Gulanê wisa bi hişmet pîroz kir. Nikaribûn rê li ber vê bigirin. Gel herikî. Divê bi bîr bînim ku li Qada Kolejê ka em çi qas biçûk man. Di 6'ê Gulanê de em li goristanan hilnehatin, têkoşîna wan hêz da me. Heke li cihekî neheqî hebe û li hemberî vê rêbazên têkoşînê hebin, em ê encamên erênî bi dest bixin. Piştî demekê dê dewlet jî nikaribe xwe li ber vê ragire." ‘TIRKIYE ÊDÎ GIRTÎGEHEKE FIREH E' Sarihan, ji bo “berxwedana li dijî neheqiyê" mînaka Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên ku 65 roj in li ser Kolanê Yukselê di greva birçîbûnê de ne da. Sarihan, diyar kir ku, Tirkiye ji welatekî ronahiyî dûr e û ji bo grevên birçîbûnê yên didomin jî wiha got: "Ez parêzereke berê ya dozên siyasî me. Li girtîgehan min grevên birçîbûnê jiyan. Ji bo hûn daxwazên xwe ragihînin, herî dawî hûn bedena xwe datînin holê. Paşê sekinîm û min ji Gulmen û Ozakça re got ku, Tirkiye 'girtîgeheke fireh e', belê derve jî girtîgehek e! Nexwe, li derve jî qadên têkoşînê ên mirovan ewqas teng kirine ku, mirov êdî li derve jî bedenên xwe datînin holê." Sarihan, ragihand ku wan ji bo grevên birçîbûnê, ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan daxwaza lêkolînê kiriye û xwestiye têkevin dewrê. Sarihan ev pêşniyar kir: "Ya ku divê li vir dewlet bike ew e ku, hemû îxracan veguherîne rewşa dûrxistina ji peywirê." ‘WISA DIFIKRIM KU MPKE BIRYAREK RAST DAYE' Sarihan, anî ziman ku ew biryara "venêrîna siyasî" ya Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropayê (MPKE) ya der barê Tirkiyeyê de rast dibîne. Sarihan wiha domand: "Bi taybetî jî îktîdar serî li vegotineke ku navbera wê û Ewropayê vedike da. Ji bo çi dê Ewropa daxilî karê me bibe? Di warê mafê mirovan de dê daxil bibe, dê di warê afirandina civakeke adil de daxil bibe. Wekî din Ewropa nikare daxilî karê me yê navxweyî bibe. Ferasta 'Ji xwe ewropayî ji me hez nakin' bi temamî şaş e. Xwezî evqas binpêkirinên mafan çênebûnan û ev encam derneketanan holê. Ji ber vê wek şexsî wisa difikirim ku MPKE tiştekî rast kiriye. Ev ne fikra partiyê ye." Sarihan wiha axivî: “Ji bo ev biryar Tirkiyeyê hîn bêtir ber bi cihekî nebaş ve nebe, divê îktîdar tewra xwe biguherîne. Hêvîdar im ku rewş ber bi noqteya rawestandina muzakereyên bi Ewropayê ve neçe. Çimkî dê pêvajoyeke wisa Tirkiyeyê tam ber bi welatekî Rojhilata Navîn ve bibe."