Taşdemîr: Ev kongre dê bibe pêngavek 2017-05-13 10:31:08 ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkîldarî kongreya HDP'ê ya 20'ê Gulanê nirxandina "Kongreya ku di 20'ê Gulanê de bê lidarxistin dê bibe kongreya pêngavê" kir. Piştî ku parlamenteriya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag hate xistin, HDP di 20'ê Gulanê de mecbûrî diçe kongreyê. Di kongreya ku li Navenda Bazirganiyê ya Cihanê bê lidarxistin de bi encamên referandumê ve rewşa siyasî ya Tirkiyeyê û geşenanên ku niha û şunde biqewimin dê bên nirxandin. Rayedarên HDP'î diyar kirin ku kongre dê bibe bersiva pêvajoyê. Berdevka Meclîsa Jinê û parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku dê kongreya 20'ê Gulanê bibe kongreyekî pêngavê. 'EM Ê LI DIJÎ KONSEPTA ÊRÎŞÊ HAMLEYE NÛ PÊK BÎNIN' Taşdemîr bilêv kir ku li ser muxalefeta civakî ya derket holê de ew ê kongreyekî xurt û rêxistinkirî pêk bînin û wiha berdewam kir: "Di pêvajoya ku li dijî HDP'ê evqas êrîş heye de em kongreyê pêk tînin. Li dijî vî konsepta êrîşê em ê hamleyekî nû pêk bînin. Em ji bo vî kongreyê em dikarin bibêjin kongreya pêngavê û careke din nîşan bidin ku HDP partiyekî jinê ye." Taşdemîr da zanîn ku kongreya ku di 20'ê Gulanê de pêk bînin xebatekî rutîn nîne û bi hilbijartinên 7'ê hezîranê ve li Tirkiyeyê û bajarên herêmê pêvajoya tasfiyekirinê ya di çarçoveya "plana têkbirinê" de hate destpêkirin û wiha dirêjî da aaxftina xwe: "Bi taybetî jî hevserokên me yên giştî û parlamenterên me hatin girtin. Dîsa bi hezaran xebatkar û aktîvîstên me hatin binçavkirin." Taşdemîr got ku kongreya navborî ji kongreyên wan ên berê cudatir e û nirxandina "Ev kongre dê bibe bersiva kesên ku dixwazin HDP'ê tune bikin" kir. 'JI BO PÊVAJOYA NÛ DÊ BIBE KONGREYEKÎ DIYARKER' Taşdemîr diyar ku tê xwestin jin "bêgotin, bêpêşeng. bêrêbertî" bên hitin û wiha got: "Ji ber vê yekê jî dema em diçin kongreyê em ê di ferqa van hesasbûnan de bin û bi vî rengî biçin kongreyê. Ev tevgerekî têkoşînê ye. Kongreya ku em ê têkoşînê bidomînin e." Taşdemîr herî dawî jî nirxandina "Ez difikirim ku dê ji bo pêvajoya nû bibe kongreyekî bi biryar û diyarker" kir.