Salih Muslim: Her ku dor li DAIŞ'ê teng dibe, Tirkiye jî tengav dibe 2017-05-14 11:17:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di mijara alîkarîdayîna YPG'ê de zelal e û got. "Divê edî Tirkiye vê rastiyê qebûl bike. Muslim diyar kir, eger êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava dewam bikin, wê hêzên koalîsyonê nerazîbûnê nîşan bidin û got, "Her ku dor li DAIŞ'ê tê girtin, Tirkiye jî tengav dibe." Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, ji ANF'ê re rojeva heyî nirxand. Muslim, biryara çend roj berê di civînên Astanayê de ji aliyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve li ser avakirina 'herêmên ewle' hate girtin nirxand û got, "Biryara li ser avakirina herêmên ewle zelal nîne. Hin xalên veşartî hene, ku di biryara hate eşkerekirin de nayên xuyakirin. Ev yek xizmetê ji yekîtî û siberoja Sûriyeyê re nake." 'LI PIŞT BIRYARA HATIYE GIRTIN, BAZARIYEK HEYE' Muslim anî ziman, herêmên ewle yên di çarçoveya biryara hatiye standin de bên avakirin, herêmên dûrî Rojava ne, lewma zêde bandorê li wan nakin û wiha dewam kir: "Em ne bawerin ku ev biryar bi kêrî siberoja Sûriyeyê were. Di vir de bazariyek heye, peymaneke di navbera Tirkiye û Îranê de heye ku aliyên xwe yên veşartî hene. Tê gotin ku herêmên ewle ji bo pêşîgirtina li şîdet û rijandina xwînê tên ragihandin. Lê belê niyeta rastî ya di vir de ev nîne. Li pişt vê bazariyek heye. Biryar ji bo Sûriyeyê ne bi xêr e. Eger bibe hewldaneke rasteqîn a ji bo sekinandina rijandina xwînê, em amade ne destekê bidin vê." 'TIRKIYEYÊ CAREKE DIN NÎŞAN DA KU DIXWAZE DAIŞ'Ê BIPARÊZE' Muslim diyar kir, nerazîbûna Tirkiyeyê ya li hemberî alîkariya çekan a DYA ji bo YPG'ê, nerazîbûneke nerast e û got, "Tirkiyeyê bi vê helwesta xwe re careke din bi awayekî vekirî nîşan da ku dixwaze DAIŞ'ê biparêze. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), tevgera herî bi bandor e ku tevî hêzên koalîsyonê li dijî DAIŞ'ê têdikoşe. Tirkiye, tevî ku di nava koalîsyonê de ye, ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ'ê nakeve nava tu hewldanan. Hewldana Tirkiyeyê ji bo parastina DAIŞ'ê ye. Cîhan tev dizane ku Tirkiye bi DAIŞ'ê re ye." 'HER KU DOR LI DAIŞ'Ê TÊ GIRTIN, TIRKIYE JÎ TENGAV DIBE' Muslim destnîşan kir, Reqa keleha dawî ya DAIŞ'ê ye û Tirkiye naxwaze Reqa ji DAIŞ'ê bê paqijkirin û wiha got: "Bi operasyona Reqayê re her ku dor li DAIŞ'ê tê girtin, Tirkiye jî tengav dibe. Di pêvajoyeke bi vî rengî de alîkariya çekan a DYA ya ji bo YPG'ê, Tirkiye gelekî aciz dike." 'EGER ÊRÎŞ CAREKE DIN BÊ KIRIN, WÊ KOALÎSYON BÊDENG NEMÎNE' Muslim bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Şengal û Rojava û bibîrxist ku ev êrîşên Tirkiyeyê ji bo bêhnê bîne ber DAIŞ'ê hatine kirin. Muslim diyar kir, Tirkiye bêyî ku erêkirina koalîsyonê werbigire êrîş kiriye û destnîşan kir, ku ew ne bawer e Tirkiye ji niha û pê ve êrîşên bi vî rengî bike. Hevserokê PYD'ê got, "Eger êrîş bê dubarekirin, wê hêzên koalîsyonê bibin xwedî helwest. Ew jî baş dizanin, ku em hêza herî girîng a li dijî DAIŞ'ê ne. Di vê pêvajoyê de eger ji pişt ve li me bê xistin, ew ê bêdeng nemînin." 'TRÛMP ZELAL E KU BI ME RE HEVKARIYÊ BIKE, WÊ VÊ YEKÊ JI ERDOGAN RE JÎ BÊJE' Li ser serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a rojên pêş li DYA, Muslim anî ziman ku ew ne bawer e ji hevdîtina Erdogan a bi Trûmp re encamek derkeve. Muslim got, "Helwesta DYA û Trûmp a li ser YPG'ê zelal e. Divê Tirkiye vê rastiyê qebûl bike" û wiha dewam kir: "Eger Erdogan serî li ber DYA bitewîne, yanî eger daxwazên DYA yekser qebûl bike, wê tiştek ji hevdîtinê derve. Wekî din, ti encam ji hevdîtinê dernakeve. Ji ber ku helwesta DYA û Trûmp a ji bo me, zelal e. Di hevkariya DYA ya bi YPG'ê re, helwesta Serok Trûmp diyarker û zelal e. Di vê mijarê de wê heman tiştî ji Erdogan re jî bêje. Wekî din, DYA û Serok Trûmp baş dizanin, bê polîtîkaya Tirkiyeyê ya li herêmê ji bo parastina kê ye. Di vî warî de hin tişt hene ku ji Tirkiyeyê re bêje." 'CENEVRE WÊ DÎSA BÊ ENCAM BIMÎNE' Têkildarî hevdîtinên Cenevreyê, ku wê di 16'ê Gulanê de ji nû ve dest pê bikin Muslim diyar kir, ev hevdîtin jî wê mîna yên beriya xwe bê encam bimîne û bibe dubareya yên beriya xwe. Muslim ragihand, di hevdîtinên Cenevreyê de nebin jî, ew bi kesên bi tîma Staffan de Mîstûra ve girêdayî ne, hevdîtinê dikin û got, "Têkiliya me bi kesên hevdîtinan bi rê ve dibin, heye. Lê di mijara tevlîbûn-tevlînebûna me de gaveke nû nîne. Weke roja destpêkê em îro jî dubare dikin; em nebin, wê çareseriyeke siyasî jî nebe. Em li Cenevreyê nebin jî, yê winda dikin em nînin. DYA û Rûsya jî baş dizanin, ku eger em li dora maseyê nebin wê li Sûriyeyê çareseriyeke siyasî nebe. Ji ber helwesta Tirkiyeyê vê gavê em li dora maseyê nînin, lê belê hêzên ku baş dizanin bêyî Kurdan çareseriyeke siyasî nabe, dibe ku bêyî Tirkiyeyê li derve bihêlin me dixwazin me tevlî vê pêvajoyê bikin. 'DYA JÎ, RÛSYA JÎ BAŞ DIZANIN KU BÊYÎ ME ÇARESERIYA SIYASÎ NABE' Tirkiye bi gotina 'ya ez, ya jî Kurd' şantajê ji van hêzan re dike û ev hêz jî ji ber rewşa Tirkiyeyê naxwazin Tirkiyeyê ji nedîtî ve werin, lê dest ji me jî bernadin. Em jî li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê ji van hêzan re dibêjin, 'Têkiliyên we hem bi me re, hem jî bi Tirkiyeyê re dikare hebe. Em bi çavekî dijmin li Tirkiyeyê nanêrin'. Hem ji ber polîtîkaya me, hem jî ji ber hebûna me ya li ser rûyê erdê, ev hêzên navborî ji bo em li dora maseyê hebin, hewl didin Tirkiyeyê îqna bikin. Eger Tirkiye di dijminatiya li Kurdan û nebûna me ya li dora maseyê israr bike, ev hêz wê ji Tirkiyeyê re hin tiştan bêjin. Ji ber ku DYA jî, Rûsya jî baş dizanin ku bêyî me çareseriyeke siyasî nabe."