DBP: Rakirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya siyaseta demokratik veke 2017-05-16 12:11:09 AMED - Rêxistina DBP'ê encama civîna 14'ê Gulanê ya Meclîsa Partiyê ku li Amedê pêk anî bi raya giştî re parve kir. DBP'ê di encamnameyê de diyar kir ku rakirina tecrîda li ser Ocalan dê rê li pêş siyaseta demokratîk veke. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), beriya kongreya 4’emin a asayî di 14'ê Gulanê de li avahiya DBP'ê ya Amedê civîna Meclîsa Partiyê pêk anîn. DBP'ê encama civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re aşkere kir. DBDP'ê di encamnameyê de diyar kir ku êdî têkoşîna statuya kurd û têkoşîna demokratîk nayê taloqkirin û paşvexistin. DBP'ê di encamnameyê de wiha got: “Pergalên ku piştgiriyê û hêzê ji civakê negirin nikarin li ser piyan rawestin. Pergalên hêzê ji civakê nagirin bi feraseta dagirker û mêtîngeriyê tev digerin. Ev partî li dijî têkoşîna azadiya gelê me ya di pêşengiya jinê de pêş dixe ketiye nava xetimandinekê. Gelê kurd li 4 perçeyên Kurdistanê têkoşîna bi rûmet dimeşîne. Bi têkoşîna xwe rêveberiyên dostpot yek bi yek diguherîne. Ji ber vê yekê AKP û Erdogan li Bakurê Kurdistanê êrîşî destkeftiyên kurdan dikin. Polîtikayên hilandin û pişaftinê pêş dixin. Îdîa dikin ku piştî vê yekê dê kes nikaribe li têkoşîna gelê kurd û vîna gelê kurd xwedî derkevin. AKP 16 salin di serî de li dijî têkoşîna jinê û bi gelemperî li dijî hemû têkoşîna civak û gelan polîtîkaya koletî û pişaftinê pêş xist. Xwest di şexsê jinê de tevahiya civakê kole bike. Têkoyîna gelê me ya di 8'ê Adarê de dest pê kir û di Newrozê de mezin bû, di referanduma 16'ê Nîsanê de bi gotina "Na" sileyeke mezin li hikûmetê xist. Diyar kir ku Erdogan nikare bi serê xwe Tirkiye bi rêve bibe û destûr nedan vê daxwaza rêveberiya yek zilamî. " CHP'Ê PÊŞENGÎ JI 'NA' RE NEKIR Di berdewama encamnameyê de hat diyar kirin ku îtîfaka AKP û MHP karê faşizmê dane ser milê xwe û wiha hat got: "CHP'ê jî li dijî şerê li ser gelê kurd tê meşandin bêdeng maye. Encama referandumê ya ji sedî 51’an qebûl kir. Bi awayekî rast û serkeftî pêşengiya eniya "Na" nekiriye. Hêrsa gel a li dijî referanduma tije lîstik û hîle danexistiye kolanan. Li bertekên gel xwedî derneketiye û muxalefeta civakî xurt nekiriye. Raberîna demokratîk asteng kiriye. CHP, zext li ser kesên di nava xwe de xwestin bibin pêşeng kir û asteng kirin. CHP bi vê helwesta xwe rê li pêş têkoşîna demokratîk û berxwedêr girt û pêşengî nekir. TIFAQA QRÊJ: LI BAŞÛR KDP, LI ROJAVA DAÎŞ, LI TIRKIYE MHP AKP ku li bakur gelê kurd nas nake, li Rojava û Şengalê êrîşî gelê kurd dike. Li dijî gelê kurd polîtikaya îmha û zilmê xistiye meriyetê. AKP, li her derê êrîşî destkeftiyên kurdan dikin. Êdîya li dijî destkeftî û nirxên gelê kurd jî wekî têkoşina neteweyî bi nav dike. AKP ji ber vê feraset û polîtîkayên xwe pirsgirêka kurd ku îro bûye pirsgirêka gerdûnî wê bêzar dike. AKP ne tenê li Bakur, li çar perçeyan êrîşî nirxên kurdan dike. AKP ji bo têkoşîna gelê kurd asteng bike li Başûr bi KDP'ê re, li Rojava bi DAİŞ'ê re û li Bakur jî bi MHP’ê re îtîfaqa faşîst pêş dixe. ÇARESERÎ NETEWEYA DEMOKRATÎK E Heta niha tu hêz û rêxistinên ku ji bo çareseriya kaosa li Tirkiye û Rojhilata Navîn perspektif danîne holê tune ye. Ne DYA û ne jî welatên din ên cihanê çareserî peyda kirine. Qeyrana ku di 2003'an de li Iraqê dest pe kir, niha bûye sedema 3'emîn şerê Cîhanê. Şerê li Iraqê dest pê kir, li Tunisê, Misir, Lîbya û Suriye rêveberiya Baasê nekarîbû xwe li ser piyan bigire. Hat dîtin ku tu projeyên dewletan li ser Rojhilata Navîn tune ye. Li Rojhilata Navîn tekane hêz û projeya ku vî kaosê û xitimandinê derbas bike ya gelê kurd û rêberê wî Birêz Ocal e. Parastina pirçandî, pirzimanî, pirmezhebî û pirolî ya Rojhilata Navîn bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve pêkan e. Ger ku geşedanên li cihan û herêmê li ber çavan bê girtin û bi vî rengî ji bo pirsgirêka kurd nêzîkatiyek çêbibe dikaribû bibe sedemek; lê ji ber ku AKP ji polîtîkayên înkar û pêkûtiyê ya 40 sal in berdewam dike israr dike tenê pirsgirêka kurd bêçareserî nahêle di heman demê de rej bi roj ji cihan û nirxên gerdunî yên demokratîk jî dur dikeve û tenê dimîne û li hemberî pêşiya Tirkiyeya demokratîk a ku pêş bikeve digire. Polîtikayên şer ên têkîldarî pirsgirêka kurd bûye sedam ku Tirkiye tenê mekumî Çîn, Koreya Bakur, Erebistana Sûîdî û Qatarê bibe. 'POLÎTÎKAYÊN TASFİYEKARIYÊ CAREKE DIN TÊK ÇÛN' Hevdîtinên çareseriya demokratîk a ku bi pêşengiya Rêberê Gel3e Kurd Abdullah Ocalan ve di 2013-2015'an de hate destpêkirin ligel kêmasiyan jî ji bo gelê me û welat pêvajoya biharê da jiyankirin. Piştî polîtîkayên înkar û qatlîamê yên sed salan bêyî ku îradeya gelê kurd bê înkarkirin hevdîtinên çareseriyê pêş xistin aramiye bi xwe re anî, li Tirkiyeyê hin tiştên ku wekî tabu tên hesibandin jî nîşan da ku dikare bên şikandin. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîrena 2015'an hikûmeta AKP'ê polîtîkayên qatlîam, pêkûtî û înkarê bi awayekî çavtarîtî derbasî jiyanê kir. AKP di înkarkirina kurdan de wekî ku hikûmetên berî derbas kir û hebûna xwe di tunekirina têkoşîna azadiya kurdan û statu bidestxistinê tunekirinê de dît, li dijî kurdên li ber xwe didin bi rêbazên derveyî mirovahiyê bi kar anî û bi vî rengî tasfiye hate ferzkirin. Sazî û dezgehên ku bi dehan salan di encama têkoşînê de gelê me bi riyên demokratîk bi dest xistbi rêbazên darbe û darazê ve hatin desteserkirin. Li dijî partiya me bi taybetî bi polîtîkayên qirkirina siyasî ve wekî ku nêzîkatiyeke yan hûn ê ji daxwaza xwe ya statu û azadiyê vegerin an jî ji bo xwe ji zilman zilmê biecibînin hate ferzkirin. 'DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN' Em dibêjin ku Tirkiyeya ku demokratîk nebûye divê xwe ji feraseta rêveberiya navedî û giran rizgar bike. Pêşxistina sîstemekî rêveberiyê ya ku cudatiyên civakî xwe wekî îrade bibînin, muxalefetekî demokratîk û xurt a gel derxistina holê berpirsyariya me ye. DBP'ê dîsa ji bo ku gelên Kurdistanê yên ku ji avakirina komarê heta niha bi înkarê re rû bi rû mane bi formula Komara Demokratîk û Kurdistana Xweser pirsgirêkên civakî bi kanalên siyasî ve çareser bike esas girtiye û ji bo vê têkoşiyaye. Lê çi heyf e ku AKP'ê kanelên siyaseta demokratîk girtiye û pêşiya me astengî dirxistiye û nahêle em rola xwe bilîzin ev yek jî bûye sedem ku em pêvajoyekî şer bijîn. Di pêvajoya şer jiyankirinê de girankirina tecrîda li ser Birêz Ocalan cihekî girîng digire. Ger ku siyaseta Tirkiyeyê bi tecrîda giran a li hemberî Birêz Ocalan ve vî xetimandinê dijî wê demê divê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û bi vî rengî em dikarin ku pêşiya siyaseta demokratîk vekin û Tirkiyeyê ber bi normalbûnê ve biçe. Em wekî partî bang li hikûmetê dikin ku bila dev ji polîtîkaya tecrîd, înkar û redê berde. Em ê di pêvajoya pêş de bi 4'emîn Kongreya Asayî ve di çarçoveya rol û misyona ku me girtiye li ser xwe careke din xwe saz bikin û berpisyariyên xwe yên civakî hewl bidin ku bi cih bînin.