Gelo hikûmetê nehîşt raporên CPT'ê bê aşkerakirin? 2017-05-18 12:07:19 ENQERE -Rapora ku par CPT'ê têkîldarî girtîgehên Tirkiyeyê amade kiribû hate îdiakirin ku Tirkiyeyê nehiştiye bê aşkerakirin. Parlamnetera HDP'ê Meral Daniş Beştaş ev îdia ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî. Komîteya Pêşîlêgirtina MUameleya Xirab û Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di 29'ê tebaxê-6'ê îlonê de li girtîgehên Tirkiyeyê lêkolîn kiribû. Rapora ku ji aliyê CPT ve hate amadekirin li bendê bû ku mijdara 2016'an de bihata aşkerakirin lê hê jî nehatiye aşkerakirin. Parlamertera HDP'ê MEral Daniş Beştaş îdiayekî têkîldarî rapora CPT'ê anî rojeva Meclîsê. Beştaş pêşnûmepirsa nivîskî da Serokatiya Meclîsê û îdia kir ku hikûmetê nexwestiye rapora CPT bê aşkerakirin. TECRÎDA ÎMRALIYÊ Rayedarên CPT herî dawî piştî OHAL a ku piştî hewldana darbeyê hate îlankirin ji bo binpêkirinên li girtîgehan lêkolîn bike di 29'ê tebaxa 2016'an de hatibû Tirkiyeyê. CPT'ê li gelek girtîgehan lêkolîn kiribû lê neçûbû Girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê girtin. CPT daxuyandibû ku têkîldarî rewşa Ocalan û girtiyên li wir bi rayedaran re hevdîtin pêk aniye.. CPT herî dawî di 28-29'ê Nîsana 2016'an de çûbû Îmraliyê. Rojê borî parêzerên Ocalan ji bo tecrdîda girankirî ya li ser Ocalan bê rakirin serî li CPT dabûn û gotibûn ku li Îmraliyê hiqûqekî cuda tê bikaranîn. Beştaş ev pirs ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag kir: * Agahiya ku Hikûmeta Tirkiyeyê nehîştiye rapora CPT bê aşkerakirin gelo rast e? * Hikûmeta Tirkiyeyê gelo çima destur nedaye CPT rapora xwe aşkera bike? * Sedema ku Tirkiyeyê ji bo aşkerakirina rapora CPT'ê nedayînê gelo rastbûna îdiayên îşkenceyê yên li girtîgehan e? * Îdiayên îşkenceyê yên li girtîgehan negirtina rojeava Meclîsê, pêşnûmeyên ku di nav de peyvên îşkence" derbas dibe qebûlnekirin, sedema ji bo aşkerakirina rapora CPT gelo ji ber heman sedeman e? * Serokê Komîteyê Mykola Gntovskyy ê li girtîgehên Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi sedan kesan re hevdîtin pêk anî tê îdiakirin ku xwestiye biaxive lê ji aliyê rayedarên hikûmetê ve hatiye astengkirin, gelo ev rast e? Ger uk rast be çima daxuyaniya Serokê Komîteyê hatiye astengkirin? * Wekî ku ji aliyê ve tê îdiakirin li girtîgehan îşkence tuneye, ev yek rast be çima rayedarên hikûmetê nahêlin rapor bê aşkerakirin? * Ji bo îdiayên îşkenceyê yên li girtîgehan bê lêkolînkirin we xebatek kir? * Têkîldarî îdiayên îşkenceyê gelo der barê xebatkarên girtîgehan de lêpirsînek hatiye destpêkirin? Ev lêpirsîn çawa bi encam bûne? * Ger ku li girtîgehên Tirkiyeyê îşkence tuneye dê kengî ji bo aşkerakirina rapora CPT destur bê dayîn? * Di nava 10 salên dawî de têkîldarî îdiay^îşkenceyê ji bo Dadgeha Mafên Mirovan û Dadgeha Qanûna Bingehîn çend serlêdan hatiye kirin?