Ozturk: Mijar ne xendek in, talan îro jî berdewam dike 2016-11-15 09:34:43 ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk ku ji bo lêkolîn û piştgiriya bi gelê Şirnexê re piştî bidawîbûna qedexeyê hat bajêr diyar kir ku, hêzên dewletê li Şirnexê talaneke mezin pêk anîne û ev talan hîn jî berdewam dike. Li Şirnexê qedexeya ku di 14'ê adarê de hatibû îlankirin piştî 246 rojan bid awî bû. Parlementerê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk ku ji bo lêkolîn û piştgiriya bi gelê Şirnex re hat bajêr da zanîn ku, li Şirnexê hedefa dewletê ne xendek bûn û ev tişt gotin: "Li Şirnexê hêzên dewletê deverên bi xendek û bê xendek hemû dan ber tang û topan. Tu cudahiya taxên xendek lê hebûn an jî nebûn tunebû. Li Şirnexê tişta ku me dîtiye talaneke mezin e. Vê yekê gel jî ji me re got û avahiyên ku tenê guleyek jî lê neketine hatine hilweşadin. 'TALANA LI ŞIRNEXÊ ÎRO JÎ BERDEWAM DIKE’ Ozturk dest nîşan kir ku, piştî daxuyaniya 3'ê hezîranê ya der barê bidawîbûna operasyonan de, hêzên dewletê dest bi talanê kiriye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha li bajêr gelek wesayîtên ku plakeyên wan cuda hene û li bajêr tişta ku pere bike talan kirine. Piştî daxuyaniya 3'ê hezîranê ya ku walîtiyê gotibû operasyon bi dawî bûn heya niha tenê talan pêk hatiye û ev yek îro jî berdewam dike. Ev yek jî zîhniyeta dewleta tirk, zîhniyeta dagirker derdixe holê. Bê wijdanî, bê exlaqî û bê rêgezî careke din me li vir, bi çavên xwe dît. Bi van hilweşandinan xwestin bi tevahî gelê Şirnexê ceza bikin." 'DI DÎROKÊ DE TIŞTÊN KU KIRINE ÎRO DUBARE DIKIN’ Ozturk di berdewama axaftina xwe de balê kişand ser dubarekirina dîroka êrîşên dewletê ya li ser gelê kurd û wiha domand: "Di dîrokê de tiştên ku kirine îro dubare dikin. Çawa ku sala 1925'an piştî Peymana Lozanê li gor mejiyê tirk tu îhtiyaciya dewleta tirk bi gelê kurd nema, Plana Şerq Islahatê xistin dewrê û gelê kurd dane koçberkirin. Di wan salan de jî serhildan çêbûn û ji bo ku gelê kurd bidin sekinandin, bidin tirsandin û koçberkirin polîtîqa meşandin. Heya salên 1938'an de jî polîtîkayên koçberkirin, gund şewitandin û valakirinê berdewam kirin. Îro jî Plana Rûxandinê, ji berê de hatibû amadekirin. Mesele ne xendek bûn, ger mesele xendek bûna beriya Şirnexê, li Cizîrê xendek hebûn û dema bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin pêk anîn di rojekê de xendekên li Cizîrê hatin rakirin." 'DERDÊ DEWLETÊ DESTKEFTIYÊN KURDAN ÊN 40 SALA NE’ Ozturk bi anî ziman ku derdê dewletê destkeftiyên gelê kurd ên 40 salî ne û wiha domand: "Derdê wan êrîşkirina li ser destkeftiyên gelê kurd bû. Ev 40 sal e gelê kurd çi bi dest xistine xwestin vê yekê xelas bikin û tune bikin. Dewlet dixwaze ji her aliyê ve gelê kird xelas bike. Bi hilbijartinan nekarîn îradeya gel desteser bikin û xwestin bi leşker û polîsan vê yekê pêk bînin. Îro ji bilî leşker û polîsan tu saziyek wan tuneye. Hatine astek wisa ku ne qaymeqamek ne jî walîyekî wan nikare bi rihetî tevbigere û ev jî qelsiya wan dide nîşandan. Ev dema wan a herî qels e û dema çûna wan nêzîk e." 'DIVÊ GELÊ KURD NÎŞAN BIDE KU BI AWAYEKÎ MANEWÎ BI GELÊ ŞIRNEXÊ RE YE’ Ozturk herî dawî got, gelê Şirnex û Botanê li dijî êrîşan berxwedanek mezin nîşan da, ji ber vê yekê ew rastî êrîşan hatin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Îro gelê Şirnexê û hemû gelê Botanê li dijî dewletê li ber xwe da û ji ber vê yekê jî dewletê, êrîş kir, hilweşand, xera kir, bê avahî û bê war hiştin. Divê tevahî gelê Kurdistanê û gelê Tirkiyeyê nîşan bide ku bi awayekî manewî bi gelê Şirnexê re ye. Gelê me dikare bi tiştek hindik jî be vê yekê nîşan bide û destê xwe bide destê gelê Şirnexê."