Kaboglu: OHAL mexdûran zêde dike bawerî bi hiqûqê lawaz dike 2017-05-20 09:21:40 STENBOL Profesorê Qanûna Bingehîn Îbrahim Kaboglu li ser rewşa OHAL'ê ya niha û salên 90’an pirtûk çap kir. Kaboglu, anî ziman ku OHAL her diçe mexdûran zêde dike û baweriya bi hiqûqê lawaz dike. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê ji bo 3 mehan di 20'ê Tîrmeha 2016'an de OHAL hat îlan kirin. Piştre 3 caran OHAL her carê 3 mehan hat dirêjkirin. Di ser îlankirina OHAL'ê re 10 meh derbas bûn. Piştî OHAL hat îlankirin KHK li ser KHK'ê hatin derxistin. Bi KHK'yan bi deh hezaran karmend, hîndekar, akadmisyen, karker hatin îxrackirin û ji kar hatin avêtin. Akademîsyen û Serokê Şaxa Zanyariya Hiqûqa Qanûna Bingehîn yê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. İbrahim Kaboglu yê bi KHK'ê ya hêjmar 686'an hat îxrackirin li ser OHAL'ê pirtûk nivîsand. Kaboglu, bi navê “15 Temmuz Anayasası/Qanûna Bingehîn a 15'e Tirmehê) ji weşanxaneya Tekin çap kir. Kaboglu, di pirtûkê de behsa Qanûna Bingehîn a bi referanduma di serdema OHAL'ê û di ben şert û mercên KHK'yan de hatiye erêkirin radiweste. Dîsa li ser encamê vê Qanûna Bingehîn ku di pêşerojê de bi xwe re çi bibe û bi xwe re çi bûne radiweste. Li ser aliyê wê yê hiqûq, demokrasî, mafên mirovan û darbeyên borî radiweste. Kaboglu, di pirtûkê de bal dikişîne ser Komîsyona OHAL'ê ku 4 meh dereng hat avakirin, parlamenterên girtî, rojnamegerên girtî û siyasetê. Kaboglu, têkildarî naveroka pirtûkê destnîşan kir ku peywira Qanûna Bingehîn ku piştî 15'ê Tîrmehê pêk anîbûya pêk neanî û wiha got: "Qanûna Bingehîn dikarîbû hiqûq derxista pêş. Lê li şûna hiqûqê derxe pêş, her tişt teslîmî KHK'yan kir. Di salên 90’an de jî Qanûna Bingehîn OHAL û KHK kontrol dikir û bi rêve dibir. Lê niha OHAL û KHK ji kontrola Qanûna Bingehîn derketiye û her tişt bûye siyasî. Li şûna hiqûqê siyaset li pêş e. Ji ber vê yekê mexdûr her ku diçe zêde dibe û baweriya welatiyan a li hemberî hiqûqê jî her ku diçe kêm dibe. Piştî hewldanên darbeya 15'ê Tîrmehê binpêkirina mafan gelek zêde bû. Sînor û asta OHAL'ê diyar e. Rejîma hiqûqê ye. Mijar, armanc û sinorê wê diyar e. Divê bê venêrtin û kontrolkirin. Lê niha pêkanînên OHAL derxistine dervê hiqûqê û sînorê Qanûna Bingehîn. Hemû rêyên diçin hiqûqê hatine girtin û her tişt kilît kirine. Ji ber vê yekê mexdûriyet bêtir zêde bû û baweriya li hemberî hiqûqê nema." Kaboglu, da zanîn ku Dadgeha Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) divê biryarên pîlot pêş bixe û wiha berdewam kir: "Lê biryarên pîlot dernaxe. Ev biryar dikare ji aliyê Komîsyona OHAL'ê ve bê derxistin. Mînaka vê yekê wekî min Îbrahim Kaboglu û Ozgur Muftuoglu bi sedan û hezaran akademisyenên ku tu eleqeya wan bi Cemaat û rêxistinên din tune hatine îxrackirin. Tu eleqeya wan û darbeyê bi hev tune. Ev mirov tenê ji ber fikrên xwe hatin îxrackirin. Divê vê yekê rast bike. Ger ku neyê rastkirin êdî nikare ji nav derkeve." PÊDIVÎ BI METNÊ QANÛNA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK HEYE Kaboglu, da zanîn ku ji bo çareseriyê pêdivî bi metnê Qanûna Bingehîn a Demokratîk heye û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiyeyê gelek metnên Qanûna Bingehîn hatin nivîsandin. Keda sivil heye. Gelek ked û xebatên rêxistin û saziyên sivîl hene. Divê ev ked û xebat hemû komî ser hev bên kirin. Ji Edîrneyê heta Wanê, ji Artvinê heta Muglayê divê hemu kesên li Tirkiye dijîn li ser vê yekê hûr bibin. Partiyên siyasî tên û diçin. Lê hiqûq daîmî ye û ji bo her kesî ye."