Sirri Sureya Onder: Ez bi şeref HDP’yîbûna xwe didomînim 2017-05-22 15:00:33 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureya Onder, têkildarî nûçeyên çapemeniyê ya “dest ji siysaetê berdide" daxuyanî da û diyar kir ku ew bi şeref HDP'yîbûna xwe berdewam dike. Onder, binçavkirina Nuriye Gulmen û Semih Ozakça jî rexne kir û anî ziman ku tiştek bê serê wan hikûmet berpirsiyar e. Îro der barê Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder de nûçeyên "Dê siysetê berde" hatin weşandin. Onder têkildari nûçeyên der barê xwe de daxuyanî da û diyar kir ku ew bi şeref û serhilindî HDP’yîbûna xwe xwe berdewam dike. Dema Nuriye Gulmen û Semih Ozakça di roja çalakiyê ya 75'an saet di 03.00’an de hat binçavkirin Onder, çû cem çalakvanan û heta serê sibê li Kolana Yukselê piştgirî da çalakgeran. Onder, anî ziman kû dest ji siyasetê bernedaye û bi rûmet û şeref HDP'yîbûna xwe berdewam dike. Onder ji bo çalakiya Ozakça û Gulmen wiha got: "Îro li Tirkiye bêhiqûqiya herî mezin karkerên bi KHK'ê hatine îxrackirin e. Kesên bi awayekî herî demokratîk û bedena xwe mafê xwe diparêze tên binçavkirin. Ji ber ku çalakgeran bi bedena xwe mafê xwe yê demokratîk parast di tevahiya welat de dengê mezin veda. AKP'ê heta niha der barê çalakiya greva birçîbûnê de tu daxuyani nedaye. AKP'ê piştî kongreyê Gulmen û Ozakça binçavkirin. Wekîlekî îktdarê dibêje 'Di olê me de tiştekî wisa tune ye. E wekîl di heman demê de endamê Komîsyona mafên mirovan e. Kesên ji AKP'ê demokrasî û edaletê dixwaze tiştek nedîten. Ji vê saetê û şûnde aştî û demokrasî ancak bi îtîraza civakî ya gelemperî pêkan be. Ji ber ku AKP dixxwaze li gorî xwe aştî u demokrasiyê ava bike. Ger ku tiştek bi serê Gulmen û Ozakça bê îktîdar berpirsiyar e." Onder, da zanîn ku berdana HDP'ê û fikra HDP'ê ne pêkan e û ne mijara gotinê ye û wiha got: 3 serdem in ez wekiliyê dikim. Ez dixwazim ji bilî siyaseta parlamenteriyê di qadên din ên HDP'ê de siyasetê bidomînin."