Yek ji avakarên AKP'ê Fatma Unsal: KHK nederbasdar in! 2017-05-23 09:06:28 STENBOL - Yek ji avakarên AKP'ê û Alîgira Serokatiya Giştî ya berê Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku divê KHK nederbasdar bên hesibandin û wiha got: "Di Qanûna Bingehîn de tê gotin ku 'Divê KHK'yên ku di dema OHAL'ê de hatine derxistin di nav mehekê de ji aliyê Meclîsê ve bên tesdîqkirin.' Lê Meclîsê ev tesdîq nekirine." Yek ji avakarên AKP'ê û Alîgira Serokatiya Giştî ya AKP'ê ya berê akademîsyen Fatma Bostan Unsal, binpêkirinên mafan ên ku piştî OHAL'ê xwe dan der û têkoşîna ku li hemberî van binpêkirinan tê dayîn nirxand. ‘OHAL ME BER BI PAŞ VE BIR' Unsal wiha got: “Di sala 2004'an de Konseya Ewropayê biryara welatê di bin venêrînê ya der barê Tirkiyeyê de rakiribû, lê belê îro dubare heman tiştî pêşniyar dike û dixwaze Tirkiye di nav welatên kontrolkirî de cih bigire. Mixabin ev jî nîşan dide ku, ka em çi qasî bi paş ve çûne. Tu carî em pir baş nebûn; lê OHAL, KHK û nevenihêrtina vana em zaf bi paş ve birin. Tirkiye ji standardên pir baş ber bi van xalan ve ket. A rast ev pirsgirêk hemû ji ber vê ne." ‘TIRKIYE JI WESFA DEWLETA HUQÛQÊ DERKET' Unsal, anî ziman ku Tirkiye ji wesfa dewleta huqûqê derketiye û wiha got: "Mirov di rojekê de ji karên xwe tên avêtin. Hem jî bêyî ku tabiî lêpirsînekê bibin tên avêtin. Çapemenî tê bêdengkirin, rojnamger tên girtin. Li gel vê bi hezaran saziyên civaka sivîl tên girtin. Halbûkî ev sazî ji bo jiyana bajaran peywira qada cemaweriyê bi cih dianîn. Girtina vana dê bibe sedema ku gel bêhnê nestîne." Unsal, anî ziman ku bi taybetî jî qefilandina saziyên jinan dê bibe cihê pirsgirêkên mezin û wiha axivî: "Çimkî ev cih cihê jinan ê civakîbûyînê ne. Ji xwe bendewariyeke me ya erênî ji dewletê tune ye; lê heke notr be, daxil nebe û bi çewisandinî tevnegere ji xwe dê gel xwe bigihîne aramiyê." 'KAR DIKEVE SER MILÊ HIKÛMETÊ' Unsal, dubare bi bîr xist ku bi hezaran kes bûne mexdûrê KHK'yan û der barê rewşa akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça yên ku di greva birçîbûnê de ne ev tişt gotin: "Di greva birçîbûnê ya dawîn de, em bi hevalên xwe yên ku rewşa wan di asteke krtîk de ye dizanin. Çalakiya van hevalên me jî nîşan dide ku, bi rastî jî ji ber ku tu çareyeke wan a din nemaye serî li vê çalakiyê dan. Çimkî meqameke ku biçinê û gilî bikin tune ye. Derfeteke wan a ku li cihekî din bixebitin jî tune ye. A rast ew jî bi awayekî zelal dipirsin 'Qey hûn dixwazin em birçî bimînin?' Ez vê dibînim; hevalên di greva birçîbûnê de ji hikûmetê bêtir bi gel bawer in. Peyamekê didin wan. Dibêjin 'Hûn nikarin li hemberî birçîbûna me xwe li nedîtiyê deyînin.' Di asta dawîn de bar dikeve ser milê hikûmetê. Ev têkoşîna hevalên me têkoşîneke divê bê xurtkirin û bersiv ji bo wê bê dayîn." ‘BIRYARÊN KHK'YAN NEDERBASDAR IN' Unsal, der barê komîsyona ku ji bo OHAL'ê hatibû avakirin jî axivî û dest nîşan kir ku, tu hêviyeke wê ji komîsyoneke ku salekê dereng hatiye avakirin tune ye. Unsal wiha got: "Gotin dê komîsyonek bê avakirin, piştî salekê şûn ve hat avakirin. Lê dê ev komîsyon ji bo pirsgirêkên ku di dema OHAL'ê de xwe dan der bibe bersiv an? Dê komîsyoneke 7 kesî çawa ji derheqê van pirsgirêkan hemûyan derkeve. A rast em nizanin." Unsal a ku got ew naxwazin zaf zorê bidin hikûmetê jî, dest nîşan kir ku biryara herî rast ew e ku hemû KHK'yên di vê serdemê de hatine derxistin nederbasdar bên hesibandin. Unsal wiha axivî: "A rast ji xwe nederbasdar in. Çimkî di Qanûna Bingehîn de madeyeke wisa heye; KHK'yên ku di dema OHAL'ê de tên derxistin divê di nava mehekê de Meclîs wan tesdîq bike. Lê ev ji aliyê meclîsê ve nehatine tesdîqkirin. Yanî a rast ev biryar hemû nederbasdar in." 'LI HEMBERÎ TEMSÎLIYETA JINAN ÊRÎŞ HEYE' Unsal, dest nîşan kir ku di serdema OHAL'ê de li hemberî temsîliyetên jinan ên li Meclîsê jî êrîş hene. Unsal, diyar kir ku ji mafê bikaranîna dengan heta mafê hilbijartin û bijirînê hemû di encama hewldanên jinan de hatine bidestxistin û wiha got: "Ji dêvla ku diviya Tirkiye di vî warî de bi pêş ve biçe, mixabin ber bi paş ve diçe." ‘HDP, DI TEMSÎLIYETA JINÊ DE ASTA TIRKIYEYÊ BILIND KIR' Unsal, ragihand ku AKP her tim diyar dike ku di serdema wan de temsîliyeta jinê ya ku di Meclîsê de ji sedî 8'ê bû, bûye ji sedî 16 û wiha axivî: "Temam tiştekî erênî ye; lê di vê tabloya xweşik de rola herî mezin parlementerên jin ên HDP'î dilîzin. Ji ber vê yekê, dîsa em dixwazin wan li Meclîsê bibînin. Di temsîliyeta jinê de partiyeke ku asta Tirkiyeyê bilind kiriye. Ji ber vê divê Tirkiye rêzê nîşanî kedkarên jin ê vê partiyê bide." Unsal, diyar kir ku rêjeya temsîliyeta jinê ya li Meclîsê niha ne xerab e û wiha got: "Lê ev rêje kêm e. Bi ser vê de jî temsîliyetên heyî tên mehkûmkirin. Tirkiye vê heq nake. Ew hevalên me jî vî tiştî heq nakin. Divê demildest dev ji vê xeletiyê bê berdan."