Wekîltiya Sariyildiz û Hezer dê li Komîsyonê bê dîtin 2017-05-24 12:47:17 ENQERE - Dîwana Serokatiya Meclîsê ji bo ku parlamenteriya Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz ên HDP'ê bê xistin dosyaya paralementeran sewqî Komîsyona Têkel kir. Dîwana Serokatiya Meclîsê rewşa 12 parlamenterên ku beşdarî civînan nebûne nirxand. Di rapora ku komîsyona jêr amade kir de gotibû ku Tugba Hezer û Faysal Sariyildiz ên ku li derveyî welat in hincetên ku pêşkêş kirine di cih de nîne. Komîsyona Jêr pêşniyar kiribû ke herdu parlamanter sewqî Komîsyona Têkel a ji endamên Qanûna Bİngehîn û Komîsyona Edaletê pêk tê bê kirin. Dîwana Serokatiyê jî li gorî vî raporê biryar da. Dosyaya herdu parlamenteran jî sewqî Komîsyona Têkel hate kirin. REQŞA XWEPARASTINÊ Di Komîsyona Têkel de mafê xweparastiyê yê herdu parlamenteran heye. Lê li ser navê wan parlamenterên din jî dikarin parastinê bikin. Ger ku Komîsyona Têkel ji bo xistina parlamenteriyê biryarê bigire dê vê biryarê bişîne Civata Giştî ya Meclîsê. Di encama dengdayîna li Civata Giştî ya Meclîsê dê bi dengên piraniyê dikare biryara xistina parlamenteriya, herdu wekîlên HDP'î bê dayîn.